Anasayfa | Türkçe | Xayîn û lehenge... Xort Cuwanbû

Xayîn û lehenge... Xort Cuwanbû

Yazı boyutu Decrease font Enlarge font
image Dar û behr

Raste,dîroka PKK dîroka xayin û lehengane! Lê belê kî xayine û kî lehenge ? Kî qurbane û kî kujere?

Bi gotineka din, her kujerek di eslê xwe de ne qurban bi xwe be?

Bona chi têkiliya Ali fuad Kaytan û "Seher" "öz iliski" ye,lê ya bi sedan kesên din "yoz iliski" ye?

Heger hinek kujer û hinek qurbanbin, emê ji wan kesên ku ji PKK qetiyanin yan jî heya îroj di nav PKK denin, û ji mirin û ji kujtinê xerabtir bi serê wan hatinin,emê chi navî ji wan re bibînin?

Ezê chi navî li birayê xwe bikim, ku bi armanca serxwebûna Kurdistanê û rizgarkirina wê tev li PKK bû, lê belê bi destê PKK bi ser kurdên bashûr ve hate shandin û di wî sherê "ikinci 15 agustos atilimi" de hate kujtin! Ew shehîde,kujerê birayê xwe ye yan qurbane?

Xelil Atac,Numan Ucar,Nizamettin Tas û pir kesên din, ku îroj bi "bedenî-fiziki" ne di nava PKK denin û di heyamên xwe de bi hezaran kurdên bashûr kujtinin û zaroyên wan sêwî hishtinin,her waha di nava PKK de fermana kujtina pir kesan danin  û îroj naxwazin li wan mikur werin û baxshandina xwe naxwazin, emê chi navî li wan bikin?

Ji kujtinê xerabtir, rêbaza kujtina mirovan jî girînge! Ji ber ku bê tirs û bê sherm poz û guh jê bûnin, ji bo bidestxistina pez û gosht, shivan hatinin kujtin û ji hemuyan girîngtir, mezelê wan mirovan tuneye!

Emê chi navî li wan mirovan bikin, yên ku birîndarbûn û bi destê hevalên xwe yên kowboy hatibûn kujtin?

Navê wan kesan wê chi be, yên ku mirovên di sher de ling û destên xwe, chav û guhên xwe dabûn û gotibûn "ewqas ji me, zêde em nikarin" û navê wan bibû "unsur"?

Emê chi navî li "Muhyeddin" bikin, ku bi emrê apo/abdo girtibû ser mala Mehmed Sener lê dima û guleyên xwe bi ser de reshandibû, û "muhyeddin" bi xwe jî,ku ji mala wan 3 birayên wî di sherê bi tirkan re hatibû kujtin û lawê bi tenê yê malê bû,pishtî girtina apo/abdo bi destê Osman Ferhad Ocalanî xwedê giravî bona chalakiyên tolhildana Apo/abdo ji tirkiyê re hatibû shandin, lê belê berya ku bigihêjin tirkiyê ixbar li wan bibû û Gurcistanê ew teslîmî Tirkî kiribû."Muhyeddin" nuha li Tirkiyê di zindanê de ye! Bi siyaseta baasên Surîye, ku nedihishtin Kurd li wir bimînîn û ji xwe re tasheronekî wek abdo dîtibûn û her xort û kechên kurd dishandin mirinê,"muhyeddin",birayê "muhyeddin" yê ku hozan "Diyar" li ser distrê, kujerê "Mehmed Sener",zindanî û birayê sê cangoriyên Kurdistanê, "Muhyeddin",kujere yan qurbane?

PDK dosyayek ji kiryarên PKK amadekiribû,ku tê de gundiyên Kurdistanê yên bi destê PKK hatibûn kujtin û gundên hatibûn shewitandin,bi navbû û cîh û demên wan xwiya bû! Bi derketina apo/abdo ber bi Awrûpa re PDK ev dosya shand ji welat û destgehên Awrûpî re!Yanî li ser kirinên PKK, li Bashûr her tisht nivîsîye!

Dimîne Bakur!Di serî de ew giregirên ku politburo û komîta navendîbûn û îroj ji PKK qetiyanin,divê bi vî karî rabin! Di baweriya min de ew dikarin her tishtî askere bikin!Û ev ashkerekirin  ku hebe heger hinek paqijî û bext bi wan re,wê bibe sedem ji bo rizgarkirina canên zaroyên Kurd yên di mista PKK-TC de!

Her waha ez necharim bêjim,ku mixabin civaka me hatiye genî kirin û pir kes li ser xwînê dijîn û naxwazin ev lîstika nahletlêhatî bidawîbibe! Ji ber ku di vê lîstikê de ew bûnin moderator,hozan, nivîskar,rojnamevan...Loma jî heta ku ew giregirên ji PKK veqetiyanin her tishtî ashkere nekin, kesên ku hatibûnbikaranî û heval û gundiyên xwe kujtibûn, wê ranebîn û li xwe mikur neyên, ji ber ku îroj di civaka me de henin xwînmij û jiyana wan kesan wê tekeve xeterê!

Navê min yê rastî Servet Cobanoglu ye û heya nuha min xwîna hîch kesekî nerijandiye!Lê belê ez doza birayê xwe yê ku bi destê PKK hatibû kujtin bernadim!

Di sherê PKK û TC de bi dehhezaran kurd hatin kujtin,bi millionan kochberbûn,xwerist,chand û zimanê kurdî li bakur têkchû,bira bû kujer û qurban ji bira re!Civak genî bû û aborî riziya!

Tevî waha jî henin bêexlaq, ku ji me re pesnê vî sherî didin û ji me re "kult" û "tabu" yan chêdikin!
Nahlet li wan were!

Yorumlar (2 gönderildi):

diyap kut .. 21 May, 2008 10:12:36
avatar
birez serwet cobanoglu pir xwes niwisandiye ez li gel niwisa wime u mero kare gelek niwisa li ser kec u xorta kurda go bi dewe ewdile u tirka hatine kustin ez bi xwe tucari mi silaw li apociya nekiriye u bahrami di ketla ciwane kurda de cenebuye u eji dibe nale liwan ude ubawe wan ji be ego kec uxorte kurda ji bo menfeete tirka kustine u ego kurd talan kirine u kece wan tecawuz kirine ji nahlet be.ez bi keri niwisandine nayem le sebawye wan mero kare 80.sali bi hejmire xelasnabi.u xeberek geleki xerab ji ji alake bi du wande ri ji.
.. 22 Jul, 2008 02:23:03
avatar
servet seninle görüşmek istiyorum. ben viranşehirliyim sanırım sen de oralısın. eğer isim benzerliği yoksa. sinansonkaya@hotmail.com yazışırsak daha sağlıklı bilgi sahibi olabiliriz. yaz eski günleri analım. 17 yıl öncesini. seninle hayatı yaşamak diye başlayan...

Yorum yaz comment

Yorumlarınızı aktarırken kişi hak ve özgürlüklerine saygılı olmanın yanısıra, nitelikli görüş ve eleştirilerinizle katkı sunmanızı bekliyoruz. Katkısı olmayan, ilgisiz ve  eleştiri sınırlarını zorlayan yorumlar yayınlanmayacaktır.

Güvenlik Kodu:

  • email İlet
  • print Yazıcı versiyonu
  • Plain text Düz Metin