Mamoste Şevdûr: Qemçeyek ji guldesteyan
Hin ji helbestên diyazporayê. Bîranînên têr bêbersîv ên menfîtiyê. Mamoste Şevdûr di bin bandora hebûnparêziya Fransiyan de, li rasyonalîzmeke bikêr geriyaye. Em ê dem bi dem ji qemçoyên guldesteyên helbestên wî pêşkêş bikin. Kivşe ye ku di nava xwendevanên Nasnameyê de radeya helbesthezan ne kêm e. Hêvî dikin jiyan, wêje û derûniya me, vegerin mala xwe û bibin bi Kurdî. Me dirêj kir, de fermo, bixwînin.
Pişkoya dawî
Pişko kete axê
ax germ bû
şîrqîn kete cemeda Ferat û Miradê
xuşexuşa ava biharê
banga mizgîna Newrozê dikir
şoperiyên berfa Serhedê
av pêketin
çem û cok harodîno diherikin
çarnikalî pêxiste serhildan
li hember berf û bageran
pîrong û batînogan
dest bi têkoşînê kirin
ji bo derketina rûyê erdê
îro bîstûyekê adarê
ronahiya Kawayê Hesinker
rohnî dike devedor
agirê azadiyê radipêçe
li lûtkeyên çiyan
îro bi tevayî
rohnî bû Mezrabotan
meşiya gelê welatê rojê
dagirker man di siya rojê de
di xofê de jehr dirijînîn
kût hîştibûn mirovahî
adar mafê berxwedanê ye
hêza serhildanê ye
rohnîkirina mirovahiyê de
dilgeşî û jiyana geş e
adar dijminê ariya mirinê
xasbaxçeyê kulîlkan
hezkirina jiyanê ye
adar gef li dijmin kirin
sonda şer
niqurça serxwebûnê
xewna lehengan
mîrkutê li serê kedxwaran
hilma şarezayiyê
timtêla paşerojê ye
adar cejna me Kurdan
bîranîna şehîdên Kurdistan
sertacê mehan e
adar bi xêr hatiye
li payîzên kambax ên diyazporayê
Xewnên Şevan
Di tîrêjên rojê de
bi hezaran hêvî dilivin
her yek bi serê xwe azad
û di çarçova xwe de
li benda zayînan e
Di berbanga sibehê de
li ser pelan
di avê de dibiriqin
germahiya rojê de
di ewran de avis
Di bîranînê de
hêviyên bi qîmet diafirand
di pêkanînan de
şox û şeng lidardixist
Geh di bajaran de
kevokên aşitiyê difirand
deh li bircên çiyan
wek karxezalan seklavî
Di dilde dipelpitî
bi sebir her dem
di tarîbûnê de
rohnayî damezirand
di baxçe evîniyê de
bilbilan diqaqiband
amade dikirin
evîndariya min û te
Di îro de pencî salî berî jiyam
dermanî vê jiyanê
di êşkayên çile de veşartî ye
çareserkirina vê evînê
maçkirina axa te ye
li benda aramiyê
bi salan koçber
Di xewnên koçber de
li ba te bûm
di dîwana gund de
li benda çîrokbêj
meta Sarê
Apê Ezo
xûşk-bira û jinap
di ariya kuçik de
te berû diteqandin
Xewnek mina din
bi serket û bêhesab
mêrgçinîn kuta bûn
bênder di ber de
pez-şevîn dagerîn
beran berdan di ber da
îro cejna beranberdanê
li benda bêrîvanan im
Naxwazim şiyar bim
di xewa hemdemîn de
ne li hember im
gelek jê bi fêde me
meqsed çandîn
bi jîndayîn di axê de bin
serxweş im di koçberîyê de
kur guvastim
Bi hemdemîtî
şaşiyan çep vegerandin
navên çandan paşverû dan hesibandin
berjewendiyên xwînmijan
hemdemîtî tê gihandin
di rastiyan de
hemdemîtiyan diparêzim
Xewna mina sibehê
di îro de kivşekirî
di çinîna mêrgan de
serpale me yan honaz
di şevên zivistanê de çirokbêj im
dawiya rojê de
pale hatin kat bi kat
Stêr
Stêrk
a sor
li bircan
navenda alan ne da
Çav kir
min dît
dikeniya
an jî
min wisa dît
hors û çakûç
hesinkar şûr av dida
Bi lez û bez
dibeziya
ber bi stêrka sor
an ji min wisa dît
Mamosta
pênûs û lênûs di dest de
dirêjî min kir pirtûk
min girt
a sor a agirî
ne min xwend
û ne mamoste got bixwîne
Stêrka sor a agirî
çakûç û hors
pirtûka sor
tevahî
çu bi ro de



Yorumlar (1 gönderildi):
Yorum yaz