Bavê Îsmaîl: Banga bavekî!
Kê navê xwe daniye ser te? Navê te, navên zarokên te bi Kurdî ne yan na? Paşnava te çiye? Tê çi wateyê? Bi çi teybetî û nîşaniyê tu Kurd î? Di sedsala 21emîn de tu xwe çawa dibînî?
Bavê Îsmail Kurdekî wekî min ji rêzê ye. Gundê wî hatiye rûxandin û bûye penaber. Li Almanyayê dijî. Îsmaîl, kurê wî yê şehîd e. Bi kurê xwe yê şehîd, serbilind e. Bi wî pesnê xwe dide û heqê wî ye jî. Vê banga xwe şandibû ji qaşo rojnameyeka Kurdî re, lê hêjayê weşandinê nedîtibûn. Demeka dirêj berê, bo weşandinê dabû min û min heya niha veşartibû. (Êlxan Penaber)
Bi milyaran zarok diçin, milyonan dibistanan. Bi milyonan mamoste, bi hezaran salan in her roj dibêjin "Rojbaş şagirtno!". Îsal jî wisa ye, dê sala tê jî wisa be. Zarok fêr dibin, diceribînin, diafirînin. Zarok, dibistan, mamoste, hemî bi hev re ji şarezayiyê re dibêjin "Rojbaş!"
Hey Kurd neviyê Kurdan! Hey Kurdên bakurê dilê min! Dibistanên me venebûn û zarokên me naçin dibistanên me. Mamoste bi Kurdî nabêjin "Rojbaş şagirtno!"
Erdxan digere, her tişt diguhere. Lê zengila mirinê ya ji bo zimanê Kurdî lêdide, naguhere. Kurdî winda dibe! Kurdî ji holê radibe! Kurdî jibîr dibe! Kurdî dimire!
Zarokên ku bi zimanê zikmakî perwerde nabin, paşerojê de tûşî nexweşiyên derûniyê dibin. Zanistî wisa dibêje. Zarokên me bi zimanê xwe perwerde nabin. Wekî kulîlka nû aj bide ne zarok. Dijminê navên me jehr berdidin bi ser ajên kulîlkan de.
Zarokên me, neteweya me nexweş dixin. Pêr wisa bûbû, duh wisa bû, îro wisa ye.
Bila êdî ti kes ji me re derewan nekin. Bila ti kes ji dijmin nepê. Ew dijminê mirovahiyê ne. Ew me bi saxî bixwin, têr nabin.
Bila ti kes nebêje bêî ziman jî jiyan dibe. Kesên ku bi zimanê xwe naaxivin, nanivîsînin çawa dikarin bêjîn "Em jî welatparêz in"? Ev, xwe xapandin e. Ruhê welatparêziyê nasnameya neteweyî ye.
Welat? Me gelekan jê reviyan. Ziman? Em bi zimanê xwe najîn. Çand? Dev jê berde.. Hinek ji me sibeyê heya êvarê TVên Romiyan (Tirkan) temaşe dikin, li pey gemariyên kolanên Tirkan an Ewropayiyan digerin. Azadî? Îcar jî bidest neket. Dijmin destê xwe xist navê û ji me stand, têkoşîna me.
Kê gotiye cîhan vana nabîne? Kê bi hêsanî azadiya xwe bidestxistiye?
Kê navê xwe daniye ser te? Navê te, navên zarokên te bi Kurdî ne yan na? Paşnava te çiye? Tê çi wateyê? Bi çi taybetî û nîşaniyê tu Kurd î? Di sedsala 21emîn de tu xwe çawa dibînî?
Nasnameya me ne tenê rûmeta me, hebûna me ye. Te ji bo nasnameya xwe çi kiriye û çi dikî? Li Ewropa yan li bajarên Romiyan (Tirkan) heya bixwazî derfet hene. Îcar dora te ye. Bi hezaran lehengan ji bo hebûna te canên xwe dan.
Kê gotiye tenê bi bangewazî, meş û pîrozbahiyan mirov digihê azadiyê? Têkoşîn, şer ji bo çi ne, hela carekê bifikire. Kê gotiya nezanî jî tiştekê ye? Di mala xwe de bi Kurdî diaxivî? Ji lêzimên xwe re bi Kurdî nameyan dişînî? TVên Kurdî temaşe dikî, rojname û kovarên Kurdî dişopînî? Hefteyê, mehê, salê çend pirtûkan dixwînî? Ya herî dawî ya te xwendibû çi bû û bi kîjan zimanê bû?
Hey birano! Em gelekan çima bi kêrî tiştekê nayên? Carekê jî destên xwe bidin ûjdana xwe û baş bifikirin. Zarokên xwe fêrî zimanê zikmakî bikin. Bişînin qursên ziman. Heger derfetên we nînin, li berxwe bidin, alîkariyê bixwazin û qursên xwe bidin lidarxistin.
Hevala/ê hêja were êdî xwe nexapîne! Dinya bûye teştê guran. Ji zarok û neviyên xwe re azadiyê bibexşîne. Barê îro nexe stûyê wan. Bila nivşên nû jî wekî me nezan, bê nasname, bê ruh, bê mecal nemînin. Bila ew jî wekî me nebin koçber û penaber. Li derî û dertûlên xelkê şerpeze nebin. Ji îro û pê ve hêz bide xwe, rabe!
Zû tevbigere, karwan çûn, em man li pey. Ariya bêyom, kambax a ku dijmin bi serê me ve kiriye bibîne.
Ka carekê ji xwe bipirse; Tu bi zimanê xwe xwendin û nivîsandinê dizanî yan na... Gelo tu ne Kurd î?! Tu fedî nakî?! Hêz bide xwe rabe! Ariya mirinê dawşîne, êdî bes e!
Bavê Îsmaîl
Almanya



Yorumlar (1 gönderildi):
Yorum yaz