Anasayfa | Türkçe | Mustafa Pusa, Apo ew jî da kuştin

Mustafa Pusa, Apo ew jî da kuştin

Yazı boyutu Decrease font Enlarge font
image Serî ji Atatürkan re netewand

Min nekarî wêneyê bextewariyê çêbikim. Kurdno em ê kengî bextewar bin? Me bi deh hezaran canê xwe da, ji bo hûn bextewar bin. Goristana min li Stenbolê ma ey gelê min. Hema qet nebe, kulmeka axa Panosê bînin bi ser min de bikin. Hema qet nebe xwedî li doza xwe derbikevin. Van ewrên reş û tarî yên li asîmanên welêt belav bikin. Bişewite mala îxanetê.

Mustafa Pusa (bixwîne wekî Mistefa Pûsa) şoreşgerekî bû. Navê Şiyar û Şoreş bikardianî. Li gundekî Panosê ya Agiriyê hatibû jiyanê. Wênesazek (ressam) bû.

Di zaroktiya xwe de dest bi çêkirina wêneyan kiribû. Bi naskirina çend zilamên çepa Tirk ve, hêj di zaroktiyê de dikeve nava xebatên şoreşgeriyê. Dibe yek endamek MLSPBê (Yekîneya Marksîst Lenînîst a biçek). Bi hatina desthilatiyê ya cûntaya leşkerî ya 12ê Rezberê (12ê rezberê 1980) tê zîndanîkirin. 6-7 salan di girtîgehê de dimîne. Di zîndanê de hunera xwe ya wênesaziyê bipêşdixe. Li ser daxwaza rêxistin û komên welatparêz, bêdirav wêneyan çêdike.

Di hundir de xwe ji çepa Tirkan vediqetîne û sîmpatiya wî ji têkoşîna PKKê re çêdibe. Derketina girtîgehê de wî bi zorê dişînin peywirdariya bêgavî ya leşkeriyê. Di eskeriyê de çek nadinê û rojane lêdanan dixwe. Jê, çêkirina portreyê Mustafa Kemal Atatürk tê xwastin, lê ew napejirîne. Ji ber wê 15 rojan di daşirê de digirin û xwarinê nadinê.

Piştî gelek dijwarî û lêdanan tê Stenbolê û dixwaze demekê zûtir xwe bigihîne refên pêşmergeyên PKKê. Li Stenbolê têkilî bi PKKê re datîne û di nava xebatên sîvîl de cihdigire. Carekê li Stenbolê tê girtin û êşkencekirin.

Destgirtiya xwe Fatma Temelê (Dîlan) jî qanî dike û dixe nava xebatên şoreşgeriyê. Ji aliyê gel ve gelek hez jê tê kirin. Bi firotina tabloyên xwe, aboriya xwe bi rê ve dibe. Ji ber ku wênesaz bû, têkiliyên wî bi gelek kesên naskirî, dewlemend, hunermend û întellektûelên Tirkiyeyê re germ bûn. Mistefa ji aliyê teoriyê ve xwe gelek bipêşxistibû. Civatên ku ew lê bima, hestên Kurdewariyê lê bilind dibû. Herçendî hevala wî Dîlan Zazakîaxêv bû û zaraveyên wan cûda bûn jî, bi Kurdî diaxivîn. Mistefa nedihîşt ku Kurd bi zimanên xelkê biaxivin. Ji ber wê ji aliyê devedorên PKKê ve gelek caran rexne lê dihatin kirin.

Nêrîn û jiyana Mistefa ya demokratîk û Kurdewarî li PKKê nedihat. Di axavtineka xwe de digot "Min Atatürk nepejirand ciwaniya min di zîndanê de derbas bû. Wele ez nikarim êdî ji Atatürkên nû re xizmetê bikim".

Sala 1990'î ew û destgirtiya wî Fatma Temel berê xwe didin wargehên pêşmergeyên PKKê. Li wir tevlî bera Mehmet Şener dibin. Mistefa bo birêxistinkirin û xebatên Kurdewarî bo Stenbolê tê şandin. Dîlan bi tevî Mehmet Şener derbasî Qamişloyê dibin.

Sermeweza 1991'î de, berê Fatma Temel li Qamişloyê û paşê jî Mustafa Pûsa li Stenbolê, ji ber fermana kuştinê ya serokê PKKê Abdullah Öcalan tên gullebarankirin. Gorî angaştan, di kuştina Dîlanê de hêzên dewleta Sûrî û di ya Şiyar de jî, yên dewleta Tirk cihgirtine yan alîkarî dane zilamên Apo. Mustafa Pusa li Stenbolê tê veşartin.

 

Nasname Agahî ji nasekî Mustafa Pusa

wêne ji vejin.wordpress.com

Yorumlar (1 gönderildi):

zilan pusa .. 12 Nov, 2008 02:25:33
avatar
beri her tiştéez dixwazim xwediyé vé nıvise...
ji ber her tişti gelek spas dıkım ji nasname re...
Mıstefa (keko, şiyar) xalé min bu...em şeş kes bi hevra çubun wé deré. navé wan ji ev e: Emin, mustafa (cemal) Mustafa pusa (şiyar), Fatma Temel (Dilan), A.Ö. (Şilan) u ez A.V. (Zilan).
dixwazim derbaré vé de ez ji çen gotinen béjim. Bes dilé min ne rehete. ez li véderé carna kes dibinim bi sed i sed nebe ji sedi 40-50 li kuştına me de desté wan hene. ji ber wi ezé niha bisekinim. bi xweşiyé de biminin.

Yorum yaz comment

Yorumlarınızı aktarırken kişi hak ve özgürlüklerine saygılı olmanın yanısıra, nitelikli görüş ve eleştirilerinizle katkı sunmanızı bekliyoruz. Katkısı olmayan, ilgisiz ve  eleştiri sınırlarını zorlayan yorumlar yayınlanmayacaktır.

Güvenlik Kodu:

  • email İlet
  • print Yazıcı versiyonu
  • Plain text Düz Metin