Dûranoyê PKK ê - Hawar
Bi rasti min sond û peyman daye ku ez bi zimanê dijmin hetta ku ji min bê ez bi kar naynim.
Ez ji pekeninek bûyî li gel Dûrano xwendevanên Nasnamê re bêjim.
Sala 1999 bû. Bawerim li Qandil vî zilama ser biryarê "Akademiya Huner" sazkir.
Bes nav bi tirki bû helbet: Sanat Okulu.
Kesên ku hunerà wanake heye gotin bila bo çanda xwe binivisîn. Welhasil neziki 20 kes rojekî li cîheki nezikî me kom dibû. Min ji pirs kir:
-Gelo hun çima kom dibin?
Hevalek got:
-Yaw Heval, em hatine ji bo Akadamiya Huner xwe binivisîn u hewalé Abbas ji were axaftinek bike.
Yên ku zanin her zanin û ez keniyam. Gotin:
-Tu çima dikeni?
Min got:
-Malxerab, kesek nema? Çima Abbas? Camêr çi ji çanda Kurdî fehm dike u tedigeheje?
Keseki ne got erê û ne jî na. Meriko hat, belki 4 saat axaft. Bawerim kesek ji zêde tiştek fahm ji nekir. Abbaso keseki razi nebû. Yek bi yek gel hemiya da u send. Helbet bi tirkî.
Ji nava 20 kesî de bi kesî razî nebû. Her yekî bi tiştekî tawanbar dikir ji serde. Yeki got:
-Deng û avaze min gelek xweş e.
Got:
-Ka bêje helbesteki.
Yani bi Xwedê denge ki zengil be jî di wê psikolojiyê de bawerim dengeki heri xerap jê derbiçe. Çima? Çiko Abbas baş zane çawa biqute psikolojiya mirovan.
Welhasil, heval kêmekî strana xwe got, bes nîvê stranêde got:
-Kes kes!.. Nenemin sesi seninkinden daha güzel. Önemli olan ruhtur, hiç birinizde edebi,sanatsal bi ruh yok. Baska hayaller ile gelmişsiniz. Dönün birliklerinize!.. Marş marş...
Paşê herkes belav bû û çû.
We demê me jî bi çend hevalan re wek pêkenîn, bi dizî seyrdikir. Welhasil halê me Kurda ew e. Wan kesan ne bes perde daye ber çawê me.. Wan kesan aqile me Kurda ji tarî kirîye û berdaye.
Bi Xwedê zemîna devletbûn û rizgarî û azadîya Kurda nehiştin. Tiştên ko hebû jî tune kirin. Îca pişrastin ji. Û dibêjin dema serxwebûnê û azadîyê "kapat" bûye..
Jêrenot: Hawar re ji bo çîroka Abbas, zor spas...



Yorumlar (0 gönderildi):
Yorum yaz