Anasayfa | Türkçe | Derpeyê Zeloşê.

Derpeyê Zeloşê.

Yazı boyutu Decrease font Enlarge font
image TC û dostên xwe: Gizli û gizli

Gundê me 40-50 mal bûn. Herkesî hevûdu nas dikir.

Gundê me 40-50 mal bûn.

Herkesî hevûdu nas dikir.

Li gundê me jinek bi ken û kêf, jinek bi dil û can jin hebû.

Navê xwe Zeloş bû.

Naha emrê xwe bûye 80-90.

Xwedê emrê dirêjtir bide. Hîn jî ken û kêf û pêkenok e!..

Ev kesên ko ji gund derketine û ji bo zîyaretê dizivirin gund, bi dîyarîyan wê jina zîyaret dikin û hîn jî wê jina bîrnakin.

Hîn jî pêkenoka gund e.

Hîn jî ken û kêfa gund e.

Lêbelê Mamjina Zeloş alîyê mêran we gelek dilkêş bû.

Bê mêr nedisekinî.

Zilamê xwe yê rastî jî hebû.

Lê xûyaye ko ew zilam ji Zeloşê re ne bes bû.

Zeloş 80 sal emrê xwe de navê xwe 800 car gel mêrekî din hate gotin.

Lêbelê kesek nekarî îspat bike ko Zeloşê mêrekî din xistîye mitêla xwe.

Zeloş mamostayê derewan bû, mamostayê lîstikan bû.

Lê derewên xwe ji mirovê din re bê zerar bûn.

Ji ber wê yekê kesek ji derewên Zeloşê re ne diqehirîn.

Zeloşê ko derpeyê xwe kişand xwe û doxin şirand, tu însanek nedikarî ko îspat bike ko derpeyê wê canikê derxistî bû.

“Na” digot, “ew ez nebûm.”

“Na” digot, “min nekir, te kir!..”

Carek derpe kişandîye jor, îspat nabe.

Îro min notên Avukatên Îmralîyê xwend, Zeloş kete bîra min.

Min xweûxwe re pirsî:

“Gello vî camêra emrê xwe de tiştek rast gotîye an na?”

Bersiv hêsan e!..

“Na û na...”

Hemmû derew, hemmû iftira.

Şêx Melîk ajan e!..

Selîm û Saît Çürükkaya Ergenekon in.

Sertaç Bucak “işbirlikçi” ye.

Şemdin Sakık qetîl e.

Almanyayê Şükrü Gülmüş kirîye belayê serê Tirkîyayê.

Fe sibhanallah!..

“Ajan ez ninim, Şêx e.”

“Ergenekon ez ninim Selim e.”

“İşbirlikçi ez ninim Sertac e”

“Dijminê TC yê ez ninim, Gülmüş e.”
 
“Mintu car kesek ne kuşt, Şemdin e.”
 
Welleh va camêra derpeyê Zeloşê de ketîye.

Derpe kişandîye jor û doxin şirandî ye.

Sucdarîya xwe û gunehên xwe dixine histîyê mirovên din.

Zeloşa me 80 salan, 800 car derpe kişand û derew kir, bi derewan xwe paqij (!) hişt.

Gello ti jî 80 sal paqij (!) bimîne?

Bedran Bêdilî

02 08 2008

Yorumlar (0 gönderildi):

Yorum yaz comment

Yorumlarınızı aktarırken kişi hak ve özgürlüklerine saygılı olmanın yanısıra, nitelikli görüş ve eleştirilerinizle katkı sunmanızı bekliyoruz. Katkısı olmayan, ilgisiz ve  eleştiri sınırlarını zorlayan yorumlar yayınlanmayacaktır.

Güvenlik Kodu:

  • email İlet
  • print Yazıcı versiyonu
  • Plain text Düz Metin