Nasname Ozgur Bireyler Toplulugu: Ji Dostekî (Mahmut AL) - NEWROZ Ji Dostekî (Mahmut AL) - NEWROZ ================================================================================ Nasname - : on 21 Mar, 2008 10:44:00 Ji hezar salan û vir de Berxwedan e Newroz Dîlbera min Serîhildan e Li hember hovan xwînxwaran Zor û Zordaran Serketin e Stran e Newroz Cana min Di denge bibilé bénav de Di devé tifinga péşmergeyén qehreman de Bang e Li seré çiyayé bi mij û dûman çiyayè Araraté Metînan Zagroz çiyayé Kurd çirûsk e Berbang e Newroz Dilé min Bihar e Bi kulikén rengîn xemilandî Rihan Binefş Sosin Gul Tireja roja rengin e Newroz Gulisora min Roja can pé dijîn Roja dijminé şeva reş Tarî Bédeng Avis û Bi tava giran dagirtî Şeva stara dizan Gurén devbixwîn Weke gerden û sîng û beré gulîzera nugîha ye Newroz Hesreta min Gulizera bedew Bo canek teze amade gihîştî maka hîmé hûnandiné destpékeke nû ye Newroz hatina min jîyaneke teze ye jîn e evîn e hévî ye Newroz Mahmut Al