Ji Dostekî (Mahmut AL) - NEWROZ
NEWROZ Destpéka jiyaneke nû ye îro Roja nû Newroz Jiyan e Newroz Bermalîya min Jîn e Evîn e
Ji hezar salan û vir deBerxwedan e Newroz
Dîlbera min
Serîhildan e
Li hember hovan
xwînxwaran
Zor
Û
Zordaran
Serketin e
Stran e Newroz
Cana min
Di denge bibilé bénav de
Di devé tifinga péşmergeyén qehreman de
Bang e
Li seré çiyayé bi mij û dûman
Çiyayè Araraté
Metînan
Zagroz
Çiyayé Kurd çirûsk e
Berbang e Newroz
Dilé min
Bihar e
Bi kulikén rengîn xemilandî
Rihan
Binefş
Sosin
Gul
Tireja roja rengin e Newroz
Gulisora min
Roja can pé dijîn
Roja dijminé şeva reş
Tarî
Bédeng
Avis
Û
Bi tava giran dagirtî
Şeva stara dizan
Gurén devbixwîn
Weke gerden û sîng û beré gulîzera nugîha ye
Newroz
Hesreta min
Gulizera bedew
Bo canek teze amade
gihîştî
maka hîmé hûnandiné
destpékeke nû ye Newroz
hatina min
jîyaneke teze ye
jîn e
evîn e
hévî ye
Newroz
Mahmut Al
Puanlama



Yorumlar (0 gönderildi):
Yorum yaz