Nasname Ozgur Bireyler Toplulugu: Kurdî Wey Li Halê Kurdan ================================================================================ Nasname - : on 08 Feb, 2012 02:25:00 Kek Şerafetin elçî di sala 93-94 çaran de, tev gerîya di wê demê de hat Swed ji kurdên swedê pir qedrê wi girtin jêre salon girtin xelk kom kirin aligirên pkk ê, biser salonê de girtin serê xelkê jibo wî şikandin. Mam Ş.elçî li her derê digot A. ocalan zelamê dewletê ye, pkk û dewletê xêzika fileha li dora miletê kurd gerandine, erkê min ew e kû ez wê xêzikê xirab bikim. Pirsa min ji mam Şereftin ev e A.Ocalan dev ji dewletê berdaye ¬yan na, ew xêzik çi lê hat gelo? Mafê Kurdan Heye Dewleteke Serbixwe Ragihînin ================================================================================ Nasname - : on 07 Feb, 2012 01:40:00 Endamê Fraksyona Kurdistanê yê Parlamentoya Iraqê Dr. Seîd Resûl diyar kir ku li gel kurd her hewl didin nakokiyên nava Iraqê çareser bikin, erebên Iraqê ji bo kurdan pirsgirêkan derdixin û got: “Mafê kurdan jî heye wek neteweyên din bibin xwedî dewleteke serbixwe û îlankîrina vê ne kufir e.” Alîgirên PKK alîkariya Rejîma Esed dikin ================================================================================ Nasname - : on 06 Feb, 2012 03:45:00 Roja îna raborî şebîheyan bi çov û çekên spî (kêr û her tiştên tûj ên din) êriş kire ser xwenîşanderên kurd ku daxwaza hilweşandina rejîma Esed û mafên rewayî yên gelê kurd dikir, û di encamê de ji 20 kesan zêdetir birîndar bûn. Hemahengiyên Kurd jî di beyanameyekê de Parta Yekîtiya Demokrat (PYD) ku li Sûriyê şaxa Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)ê ye, gunehbar dike ku şebîheyên Kurd pêk hênane û hişyariyê dide ku şerê navxweyî yê kurd ne di berjewendiya çareserkirina doza kurd de ye. Û Tirbespiyê jî got "Ez jî heme" ================================================================================ Nasname - : on 04 Feb, 2012 07:42:00 li ser banga Hevgirtina Hevrêzên Ciwanên Kurd li Sûrî, bi hezaran xelkên bajêr û derdora wê gihane hev û ber bi deriyê bajêr ve herikîn da ku pêşwaziya cendikê şehîd Aras Sebrî bikin yê ku li ser destê hêzên rêjîma Esed li bajarê Himûsê hatî kuştin. Çekdarên PYD li Sûriyê bi sîlehan êrîşî xelkê dikin ================================================================================ Nasname - : on 03 Feb, 2012 07:09:00 Îro, weke li gelek bajarên Sûriyê, li rojavayê Kurdistanê jî, li bajarên weke Qamişlo, Kobanî, Amûde, Dêrîka Hemko û Efrînê meş hebûn. Di wan meşan de, 30 saliyan komkujiya bajarê Hama hate bi bîranîn. Çekdarên PYD li dijî wan meşan derketin. TEHDÎT Û ÇAVSORÎ PİRSAN ÇARESER NAKE! ================================================================================ Nasname - : on 02 Feb, 2012 11:43:00 Em êrîşên li ser Kemal Bûrkay, Îbrahîm Guçlu û yê din jî di vê çarçeweyê de dibînin û şermezar dikin. Eger em li dijî zilm û zordariya dewleta kolonyalîst ya Turkiyeyê bin, nabe ku em çavên xwe li hemberî zordestî û gefên li ser navê kurdan ku jî rêxistinekê bê qebûl bikin. Çavsorî, êrîş û tehdîtên weha wê tu pirs û pirsgirêkên me çareser nekin. Ev ji bo civateke serbixwe û demokratîk ku em ji bo gelê xwe dixwazin jî xeterk gelek mezin e Nameya dest ji karvekişandina serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê ================================================================================ Nasname - : on 02 Feb, 2012 07:35:00 Îro serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê, Dr. Berhem Salih nameya destjikarkişandina xwe belav kir û û pozisyona serokatiya hikûmeta Herêma Kurdistanê ji cîgirê serokê PDK Nêçîrvan Barzanî re hîşt. Gelo PKKê Çima Êrişî Burkay Dike? ================================================================================ Nasname - : on 01 Feb, 2012 09:39:00 Burkay, dema ku vegeriya Tirkiyeyê, hevalên wî yên Ozgurluk Yolu bi PKK/BDPê re di nav tîfaqê de bûn û wan di hilbijartina giştî de bêqeyid û şert ji BDPê re piştgirî kiribûn. Ev helwesta hevalên wî, ji bona Burkay nekokiyek bû. Loma jî di detpêkê de li hemberî PKKê nêrînên xurt û tûnd neanî ser zimên... Serokê Hikûmetê digel Civata Niştîmanî ya Kurdên Sûriyê civiya ================================================================================ Nasname - : on 01 Feb, 2012 05:57:00 Îro li bajarê Hewlêrê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Berhem Salih, Wezîrê Rewşenbîrî Dr. kawa Mehmûd û Serokê Dîwana Serokatiya Civata Wewzîran Dr. Fûad Hûsên pêşwaziya Civata niştîmanî ya Kurdên Rojavayê Kurdistanê kir û li vê hevdîtinê de li ser rewşa dawiyê ya Sûriyê û rewşa Kurdan gotûbêj hatin kirin û şandeya mêvan li derbara Kongreya Rewendên Kurd li Hewlêrê raporek pêşkêşî Serokê Hikûmetê kirin. Serokê Herêma Kurdistanê di gel nûnerên welatên Erebî, Îslamî û biyaniyên li Herêma Kurdistanê re civiya ================================================================================ Nasname - : on 30 Jan, 2012 11:41:00 Îro dûşem 30/01/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn li gel nûnerên welatên Erebî, Îslamî û biyaniyên li Herêma Kurdistanê li Konsolên Giştî û Konsol û berpirsên nivîsîngehan re civiya... Gef û êrîşê li ser hunermendên Kurd şermezar dikim ================================================================================ Nasname - : on 30 Jan, 2012 10:10:00 Netirse birayê min netrirse Nizamettin! Mafê te jî heye û yên kesên di heye ji bo xizmetê. Mafê kesekî nîne ku te û hunermendên Kurd bitirsîne, bi ixanet û hayîntiyê tawanbar bike. Axavtina serokê Kurdistanê di kongreya kurdên Rojava da(VİDEO) ================================================================================ Nasname - : on 29 Jan, 2012 08:45:00 Dirêjiya dîrokê mehrum bûne ji hemû heq û hiquqekî, mehrum bûne ji heqê welatîbûnê jî, ji ber hindê, me pê xweşe amadekariyek baş bête kirin, ji bo wê hindê her guhertinek ku bibe, helbet lazime guhertinek erênî li rewşa gelê kurdên Suriye bike. Burkay got ANF ji aliyê dewleta kûr ve tê îdarekirin ================================================================================ Nasname - : on 25 Jan, 2012 10:17:00 Burkay dibêje, bi girtina Ocalan re û hevkariya wî ligel dewletê û diyarkirina ku ew amadeye xizmetê bike, berhemeke wê peymana bi dewleta kûr re jî, îdarekirina ANF ji aliyê kesên ku baweriya dewleta kûr bi wan heye. Burkay diyar dike ku ANF ji aliyê dewleta Kûr ve tê îdarekirin... Tirs û miletê tirk ================================================================================ Nasname - : on 25 Jan, 2012 12:39:00 "...Qurban dibin tewanbar, gunehbar dibin qurban! Di vê demê de rewş wiha hatiye guhartin ku mirov bi rastî şas dibe: Êdî qurban, wek ermenî û kurd dibêjin nehewce ye ku hûn bitirsin, tenê em li ser wan bûyeran biaxivin. Em tiştekî dinê naxwazin. Em tenê li ser biaxivin…" Nêçîrvan Barzanî Peyamek Pêşkeşî Kurdistaniyan Kir ================================================================================ Nasname - : on 24 Jan, 2012 06:02:00 Nêçîrvan Barzanî di malpera xwe ya Facebookê de peyamek pêşkeşî hevwelatiyên Kurdistanê û raya giştî kir. Ev li jêr hemû teksta payama Nêçîrvan Barzanî bixwîne: Nêçîrvan Barzanî dest bi amadekaryên avakirina hikûmetê kir ================================================================================ Nasname - : on 17 Jan, 2012 02:16:00 Di civînê de ku, Fazirl Mîranî sekrterê polîtbûro û Mesrûr Barzanî endamê polîtbûroya KDP amade bûn, Nêçîrvan Barzanî rewşa siyasî ya Îraqê û deverê bi giştî û rewşa herêma Kurdistanê bi taybetî nirxand. Di vê civîna di navbera PDK û Komeleya Çslamiya Kurdistanê de Qetlîama Roboskîyê: Çapemenî, Hikûmet, CHPê, MHPê, BDPê… ================================================================================ Nasname - : on 10 Jan, 2012 08:19:00 Qetlîama Roboskîyê bûyerek ewqas mezin e ku doza Darbeya 12-îlonê û di derbarê Kenan Evren û hevalên wî de hatiye vekirin, di bin siya xwe de hişt. Hêviya Min Ya Sereke Dîtina Kurdistanek Serbixweye ================================================================================ Nasname - : on 08 Jan, 2012 07:34:00 Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê de ya bi kanala BBC re ragihand, ku hukûmeta Iraqê gerek bo arîşeyên siyasîyên niha yên Iraqê çareserkê vebîne. Mesûd Barzanî tekezî li ser ewê çendê dike, ku heger arîşe wek niha berdewam bin, dê hingê Kurd her egerekê (ihtimalekê) hilbisengîne. Ragihandina Serxwebûna Kurdistanê Pirsek Rojane Ye ================================================================================ Nasname - : on 03 Jan, 2012 06:13:00 Bûyerên gelek balkêş li Iraqê, Kurdistanê û herêmê çêdibin bandore xwe li gelek biryarên siyasî dike. Rojev ji bo ragihandina serxwebûna Kurdistanê avis e. Lê dive mirov gelek hay ji vê prosesê hebê şehreza be ku , dema rast bizanibe da ku rojev a ji vê pirsê ve avis, beravêtî nebe. Mela Kirêkar: Malikî Dixwaze bi Min Şerrê PDK û YNK Bike ================================================================================ Nasname - : on 03 Jan, 2012 05:42:00 Kirêkar di evê bareyê de weha jî aşkira dike, ku goya serok wezîrê Iraqê Nûrî Malikî bi xwe daxwaz ji wî kiriye vegere Kurdistanê. Kirêkar weha dibêje: "Nûrî Malikî peywendî bi min ve kiriye û dixwaze min vegerîne Iraqê û dixwaze min bi hêz bike û bi min şerrê PDK û YNK bike." KURD BÊKES IN ! ================================================================================ Nasname - : on 01 Jan, 2012 09:55:00 Mebesta artêşa Tirk bi qirkirina van 35 cîwanan çav tirsandin bide Kurda. Ev qetlîama Kurda ne yekem e û ne jî dumayîk e. Wek general Muglalî berê 68 sal ewil sala 1943 ê 33 gundîyên Kurd li bajarê Wanê navçeya Ozalpê bi gulebarandinê kuştibû. Di sala 1974 de jî li Wêranşara Rihayê dîsa li sînor 20 barkêşên Kurd kuştin. Sînorên çêkirî nabin astengîya çûyîn û hatina Kurdan, ev sînor nenasî dagirkeran di biecîne lewma me dikujin ! YNK: Daxwaza lêpirsîna bûyera Şirnexê ji Tirkiyeyê kir ================================================================================ Nasname - : on 31 Dec, 2011 09:56:00 Belevoka nerazîbûna Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, derbarê kuştina 48 welatiyên sivîl ên kurd li navçeya Qilabanê ya Şirnexê li bakurê Kurdistanê daxuyaniyekê da. Li jêr deqa wê belavokê ye. Stûxwariya me qeda serê me ye ! ================================================================================ Nasname - : on 31 Dec, 2011 09:52:00 "...We hemûyan zaroktî dîtîye û derbas kiriye. Zarokî stûxwariye li benda alîkarekî ye ji bo daxwazên xwe bi cîh bîne. Zarok gilî û gazincê xwe bi girînê tînin ziman, çimkî hîna nikare bi axive. Hêza wî jî tune daxwazên xwe bi dest bixe, ji bo wî digirî. Ku ez bibêjim 'gelê Kurd jî wek dergûşek zaro ye, bê zimane, bêhêz e lewma digirî ' dibe ku hinek min rexne bikin. Belê sed mixabin em îro digirîn, rondikên çavên me wek baranê di herike, lê dîsa jî kesek nayê hewara me..." Peyama serok ji bo sala nû ================================================================================ Nasname - : on 31 Dec, 2011 09:47:00 Serokê Kurdistanê sala nû ya zayînî li gelê Kurdistan, Îraq û cîhanê pîroz kir. Sersala Kurdistaniyan û xwendevanên Nasnameyê pîroz be! ================================================================================ Nasname - : on 31 Dec, 2011 09:22:00 Herçendî welatê me bûye gola xwînê, herçendî gelê me xizan, bindest ketiye, herçendî rojên nû ji me re Komkujiyên Robozikê tîne jî, kes nikare ala hêviyê daxe jêr. Dê ev rojên reş û tarî rojekê bidawî bin. Dê em ê di welatê xwe de bi azadî û serbilindî bijîn. Ey reqîb (dijmin), kurd namire. Ey Saddamê nû Erdogan efendî, Saddam di çalekê de hat girtin. Axê jî ew qebûl nekir. Viya hîç jibîr neke. Atayê te Ataturk jî bi me nekarî. We tirkan li me îxanet kir. Welatê me talan û wêran kir. Em ê dîsa jî her destê aşitiyê dirêjî we bikin. Lewra EM KURD IN! Xweşmirov û birûmet in. Di tûrê me de xwîne gelan nîne. Li ser ala me dilopên xwîna mazlûman nîne. Înşallah Xwedayê dilovan, mîrê mîran wê hawara me bibihîse û sala 2012an deriyê xêrê vebike. Bavê Îsmaîl û hezkiriyên Nasnameyê. Li Hemberî Hovîtîya Dewleta Kolonyalîst Bêdeng Nemînin! ================================================================================ Nasname - : on 30 Dec, 2011 08:41:00 Artêşa dewleta kolonyalîst ya Tirk, bi biryara operasyonên leşkerî yên derveyî sînoran, li ber çavên dinyayê, Bakûrê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê, bênavber bombebaran dike. Tenê di van sê mehên dawî de, artêşa dewleta Tirk nêzî sed operasyonên leşkerî li dar xistin û li herdu aliyên Kurdistanê agir barandin. Li gelek navçeyên Kurdistanê bi Nêçîrvan Barzanî: Divê rijiyana vê hemû xwînê raweste ================================================================================ Nasname - : on 30 Dec, 2011 01:10:00 Ketina ev qas qurbaniyan û rijiyana ev qas xwînê ku, encama şerekê bêhûde ye, careke din jî selimand ku divê li herêmê aştî û aramî bi cî bibe û hemû pirsgirêk bi rêyên siyasî û aştiyane çareser bibin, da ku dawî li van hemû derdeseriyan bê û rijiyana vê hemû xwînê raweste. Serokayetiya Kurdistanê dilgiraniya xwe li hember rûdawên bajarê Şirnaxê derbirî ================================================================================ Nasname - : on 30 Dec, 2011 02:16:00 Serokayetiya Kurdistanê li hember rûdawên bajarê Şirnexê dilgiraniya xwe derbirî û daxwaz ji PKK û Dewleta Tirkiye kir ku demeke zû de bi rêya guftûgoyê vê pirsê çareser bikin, ji ber ku bi rêya şer tu pirsgirêk nayên çareser kirin. Ev jî naveroka beyannameya Serokayetiya Herêma Kurdistanê ye: Çi nav li vê hovitiyê tê kirin? ================================================================================ Nasname - : on 30 Dec, 2011 02:35:00 Balafirên dewleta tirk, gundên Roboskî û Bêje yên nevçeya Qilebana girêdayî Şirnexê bombebaran kirin. Di encama vê bombebaranê de 36 gencên kurd hatin kuştin. Piştî vê bûyerê medya tirkî demekî bê deng ma û dan xuyakirin ku "Ev kesên hatîn kuştîn bi ihtimala ku çekdarên PKKê ne hatine kuştin". Artêşa Romê li Qilabanê bû Ataturk napalm li kurdan barî ================================================================================ Nasname - : on 29 Dec, 2011 10:10:00 Piştî xivîna lijneya ewlekariyê (MGK), kurdên sîvîl hatin qetilkirin. Kivşe ye MGKê biryara komkujiya kurdan daye. Çapemeniya Romê serî de xwestin bûyerê veşêrin. Kujtina 36 kesan ku di nava wan de gelek zarok jî hebûn, kurd rakir ser piyan. Gundê Roboskî xwîn digirî. Ferman e. Fermana me kurdan e. Amerîka û Brîtanyayê koordînat daye barbaran, wan jî napalm barandine. Newşêrwan: Em dê piştgirya reformêm Neçîrvan Barzanî bikin ================================================================================ Nasname - : on 28 Dec, 2011 04:41:00 Tevgera Goran û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê beşdarî hikûmeta nû nabin û Newşêrwan Mistefa jî ragehand ku bi mercê cîbicîhkirina her şeş pakêtên çalsaziyê yên opozîsyonê piştgirî û çavdêriya hikûmeta nû dikin û li ser helwêsta xwe ya dijber ji bo her karekî xirab jî berdewam dibin. Çavkaniyeke agahdar ji Tevgera Goran jî dibêje di nav berendamên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de, Nêçîrvan Barzanî ji hemûyan xwedan şiyantir dibînin. Leyla Zana: Xweserî têr nake, referendum pêwîste ================================================================================ Nasname - : on 28 Dec, 2011 03:41:00 “50 Saliya Koçberiya Kurdan bo Munchenê” bû. Zana di axaftina xwe de yekitiya netewa gelê kurd xwest û got: “Mafê bixwe biryardanê mafê gelê kurd e jî. Gelê kurd xweseriya demokratik kêm dibîne û rêya referendûmê pêşniyar dike.” Gelo li Iraq û Kurdistanê çi dibe; dê çi bibe? ================================================================================ Nasname - : on 27 Dec, 2011 12:43:00 Ew siyaserta Malîkî hîç şik tıune ye di pêşerojan de ji Emerîkayê û ji Rojavayê dûrbînê dê bîne rojevê. Ev jî hîç şik tune ye ku dê li dijî berjewendî û siyaseta kurdan be. Lewra ew siyaseta kurdan dê bi tenê bihêle û kurdan ji dinyayê dur bixe. Tenemayîna kurdan jî ji bona dewletên kolonyalîst yên herêmê û hikumeta nevandî ya Malîkî derfetên nû yên xeter derdixe holê. Bersiva Arinc dan ================================================================================ Nasname - : on 25 Dec, 2011 03:21:00 Parlementerê Diyarbekirê û hevserokê KCD Ahmet Turk jî ji rojnama Tarafê re dibêje: Eger Arinc li gotinên xwe xwedî derkeve gelek başe. Ji xwe li van gotina xwedî dernekevin xilas dibin. Ji xwe îro kurd ji bo destxistina mafên xwe ditekoşin. Em jî dibêjin kerembikin van tiştan bikin em jî pişgiriya we dikin... Serok Barzanî Daxaza Kongreyeke Niştimanî Kir ================================================================================ Nasname - : on 20 Dec, 2011 01:44:00 Ji bona ku welat vegere ser rêya karê hevbeş û şeraketa rasteqîne, û piştî rawêjakariya digel cenabê serokomar, daxaza sazkirina kongreyeke niştimanîya lezgên dikin daku pirosesa siyasî ji jinavçûnê rizgar bibe û welat ji karesata dûr bikeve. Heta Ez Saxbim Ezê Ji Bo Azadiyê Kar Bikim ================================================================================ Nasname - : on 24 Dec, 2011 04:27:00 Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî di serdanan xwe ya Dihukê de di derbarê rewşa Herêmê, Iraqê û Kurdistanê de agahdariyek berfireh da û herweha di derbarê helwesta kurd û Kurdistanê de peuamên gelek zelal dan cîhanê, Iraqê , herêmê û Kurdistanê. Peyamên Barzanî cardin da xuyakirin ku, Aazadî û pêkvejiyan li Kurdistanê çikas girîng e û tu cara rêdadin ku ev destkeftiya hêja ji destherê. "Failî Mechul" Tawanbar Dewlet e ================================================================================ Nasname - : on 23 Dec, 2011 07:12:00 Ergenekon, JITEM, MIT û herweha ji serokkomar û serokwezîr hemi bi yek dengî bang dikiran û her tişta bûyî jî bi agahdarî û heta redeyekî bi fermana wan bûye. Ji ber vê yekê gelek caran tê gotin ku, heta ew pêvajoya tarî zelal nebê, dê gelek tişt neyên zanîn. Bang! Wengdayiş! ================================================================================ Nasname - : on 09 Dec, 2011 04:16:00 Panelîst: Munzur Çem Tarîx de cayê kirmancan (zazayan) û rewşa înan ya ewroyen Mehmet Selim Uzun Tarîxa nuştişî kirmançkî û Xebata standardîze kerdişî Tarîx :17. 12. 2011 Şemî Ca : Villa Bernau Seftigenstr. 243, 3084 Wabern-Bern Seat : 14.00 Bayrak: Kiliçdaroglu belgeyên Dêrsimê ji min xwestin ================================================================================ Nasname - : on 05 Dec, 2011 05:03:00 Beriya hertiştî Erdogan xwest ku ji bûyerek dîroki bo siyaseta rojane sûd werbigre, bi vê pêngavê dixwaze ku CHPê û serdema wê ya yekpartî rexne bike û lawaz bike. Weke tê zanîn CHPê îsal Dêrsimê du parlemen derxistin û ligel hemû siyaseta înkarê û ya komkijiyê hê jî ev partî li Dêrsimê xwedî hêz e. Lê Erdogan bi vê pêngavê pêvajoya lawazbûna CHPê ya li Dêrsimê vekir. Serok li Zaxoyê ye ================================================================================ Nasname - : on 04 Dec, 2011 05:05:00 Di van bûyeran de nêzikî 32 kes ji hevwelatiyan birîndar bûn. Di bûyeran de 14 dikanên meyfiroş û 4 cihên ku masajê dikin, hatin şewitandin. Piştî van bûyeran xelkek din kom bû û erîş birin ser baregehê Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistanê (YÎK) li bajarê Zaxo. Li Duhok û bajarokê Sêmilê YÎK hate protetokirin. Gelo tirkan bombe avêtin hewşa Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî? ================================================================================ Nasname - : on 04 Dec, 2011 03:37:00 Vê dezgehê berê niha alîkariyeke gelek mezin dabû mexdûrên erdheja Wanê. Rojnameyên tirkan bal kişandibûn ser têkiliyên navbera parçeyên Kurdistanê û kampa alîkariyê ya vê saziyê ya li Wanê hatibû vekirin. Di 3'ê berfanbarê de bombeyeke dengî avêtin hewşa şaxa vê saziyê ya li Silêmaniyê. Daxûyanî ya Serokatî ya Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê sebaret buyerên bajarê Zaxo ================================================================================ Nasname - : on 04 Dec, 2011 01:09:00 Hikumeta herêma kurdistanê carek din tekez di ke ku divê alî û hêzek rêzê ji azad û demokrasî û aramî û rewşa sîyasî ya herêmê bigre û nabe li derveya yasayê jî û li bin her navekî be êrişî bikin ser bazar û kar û kasibîya welatîyan,di heman demê de nabe êrişî baregahên alî yên sîyasî bikin, hikumeta herêma kurdistanê weha bawere parastina aramî û azadî û sîyasetzana di çarçoveya yasayê de , mafeka hevsan û rewaye jibo tev alî ya û nabe bihê bin pêkirin. Biryara lêkolîna bûyera Zaxoyê ================================================================================ Nasname - : on 03 Dec, 2011 03:46:00 Serokê Herêma Kurdistanê biryar da ku ji bo vekolîna bûyera Şewata dikanên meyfroş û navendên masajan lijneyeke serbixwe bê avakirin. Al Qaîda û MITa tirkan li Zaxoyê provokasyonek lidarxistin ================================================================================ Nasname - : on 03 Dec, 2011 03:29:00 Hate ragihandin ku roja înê li Zaxoyê piştî nimêja înê, zilamêm Al Qaîda û hin kesên saziya sîxuriya Tirkiyeyê MITê bi fesadî û derewan hejmarek welatiyên wî bajarî birine êrîşa ser navendeke masaj û çend dikanên meyfiroşiyê. Dikan hatin rûxandin û talankirin. Terorîstan çend otomobîl jî şewitandin. Nexşeriya Serxwebûna Kurdistanê Tê Amade Kirin ================================================================================ Nasname - : on 01 Dec, 2011 11:25:00 Di demên dawî de nîqaşên li ser serxwebûna başûrê Kurdistanê her diçe gurtir dibin. Li Hewlêrê konferansa nexşerêya damezrandina dewleta Kurdistanê, didome. Serokê Yekîtiya Perlemanterên Kurdistanê Nîmet Abdûlah mijara ‘Neşxerêya damezrandina dewleta Kurdistanê’ pêşkeş kir û diyar kir ku pêwîste ew têkoşîna bingehên avakirina welat bidin. Seyîd Riza di bîra me de ye (Vîdeo) ================================================================================ Nasname - : on 15 Nov, 2011 05:06:00 Seyîd Riza serokê serhildana Dersimê ji berî niha 74 sala bi awayek nehînî li bajarê Elezîzê li gel 10 hevalên wî hatin darvekirin. Li gorî hin çavkaniyan 15-ê mijdarê û li gorî hineke din, rêveberiya tirk 17-ê mijdara 1937-ê Seyîd Riza û 10 hevalên wî, tevî kurê wî yê biçûk, li Elezîzê darvekirin... Piştî dardekirina Seyîd Riza û hevalên wî, hêzên çekdarên Tirk li herêma Dersimê dest komkujiyê kirin û Dersim kirin gola xwînê. Barzanî serxweşî li malbata Îsmet Şerîf Vanli kir ================================================================================ Nasname - : on 12 Nov, 2011 07:38:00 Serokatiya Herêma Kurdistanê bi boneya koça dawîn a kesayetiya niştîmanperwer a kurd, Îsmet Şerîf Vanli, peyameke serxweşiyê ragihand. Talebanî: Di Destpêka Sala Nû De PDK Hikûmetê Werdigire ================================================================================ Nasname - : on 08 Nov, 2011 02:45:00 Li gor malpera NRT piştî wê hevdîtina Talebanî û Nêçîrvan Barzanî, Talebanî li havîngeha Dukanê digel nûnerên rojnameya Awêne, saziya Xendan, rojnameya Hawelatî û kovara Livîn civiyaye û di civînê de Talebanî vekirî gotiye ku YNK dê serokatiya hikûmetê radestî PDK bike. Şivan Perwer: "Em ji bo çi kurd in?" ================================================================================ Nasname - : on 09 Nov, 2011 08:31:00 Barzanî: Divê Kurd Rola Xwe Ya Medenî Di Guhertinan De Bibînin ================================================================================ Nasname - : on 05 Nov, 2011 10:15:00 Li gor malpera fermî ya serokatiya herêma Kurdistanê di hevdîtinê de serok Barzan tekîd li ser rola medenî ya gelê kurd kiriye û tekîd li ser wê yekê kiriye ku divê kurd rola xwe bi awayekî medenî di guhertinên herêmî de bibînin û zêdetir ji bona pêkvejiyana bi aşitî pêngavan pavêje û pirsgirêkên xwe digel neteweyên din bi rêya diyalog, syasî û bi aşitî çareser bike.