Çekdarên PYD li Sûriyê bi sîlehan êrîşî xelkê dikin

Îro, weke li gelek bajarên Sûriyê, li rojavayê Kurdistanê jî, li bajarên weke Qamişlo, Kobanî, Amûde, Dêrîka Hemko û Efrînê meş hebûn. Di wan meşan de, 30 saliyan komkujiya bajarê Hama hate bi bîranîn. Çekdarên PYD li dijî wan meşan derketin.
image

Nêçîrvan Barzanî Peyamek Pêşkeşî Kurdistaniyan Kir

image
Nêçîrvan Barzanî di malpera xwe ya Facebookê de peyamek pêşkeşî hevwelatiyên Kurdistanê û raya giştî kir. Ev li jêr hemû teksta payama Nêçîrvan Barzanî bixwîne:...
devamı

Encama lêkolînê: "Tirk amade ne bo perwerdeya bi kurdî, lê Erdogan naxwaze"

image
"...Hevwelatiyên herî dewlemend êdî ne tenê li peravan dijîn. Sermayeya (saman) Anatoliyayê niha dikare bi hêsanî serî bi ya peravan re bikişîne. Kapîtalîstên klasîk ên peravan heya niha ji statukoyê û nîmetên dewletê sûd werdigirtin. Wan kemalîzm, artêş dipesinand. Niha êdî dora kapîtalîstên gundewariyê, kapîtalîstên Anatoliyayê ye. Ew jî, AKP jî naxwazin statuko bê guhertin, dixwazin statukoyê bidest bixin û di desthilatdariya AKP ya Erdogan de, di armancên xwe de biserbikevin, gelek jî biserketine. Bi gotineke din niha ew nîmetê dewletê dixwin û ji ber ku Erdogan 1-2 sal berê, berê xwe da statukoyê û bi statukoparêzan re lihevhatin pêk anî, kapîtalîstên peravê jî vêgav ji AKPê memnûn in..."...
devamı

Nêçîrvan Barzanî dest bi amadekaryên avakirina hikûmetê kir

image
Di civînê de ku, Fazirl Mîranî sekrterê polîtbûro û Mesrûr Barzanî endamê polîtbûroya KDP amade bûn, Nêçîrvan Barzanî rewşa siyasî ya Îraqê û deverê bi giştî û rewşa herêma Kurdistanê bi taybetî nirxand. Di vê civîna di navbera PDK û Komeleya Çslamiya Kurdistanê de...
devamı

Qetlîama Roboskîyê: Çapemenî, Hikûmet, CHPê, MHPê, BDPê…

image
Qetlîama Roboskîyê bûyerek ewqas mezin e ku doza Darbeya 12-îlonê û di derbarê Kenan Evren û hevalên wî de hatiye vekirin, di bin siya xwe de hişt....
devamı

Hêviya Min Ya Sereke Dîtina Kurdistanek Serbixweye

image
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê de ya bi kanala BBC re ragihand, ku hukûmeta Iraqê gerek bo arîşeyên siyasîyên niha yên Iraqê çareserkê vebîne. Mesûd Barzanî tekezî li ser ewê çendê dike, ku heger arîşe wek niha berdewam bin, dê hingê Kurd her egerekê (ihtimalekê) hilbisengîne. ...
devamı

Ragihandina Serxwebûna Kurdistanê Pirsek Rojane Ye

image
Bûyerên gelek balkêş li Iraqê, Kurdistanê û herêmê çêdibin bandore xwe li gelek biryarên siyasî dike. Rojev ji bo ragihandina serxwebûna Kurdistanê avis e. Lê dive mirov gelek hay ji vê prosesê hebê şehreza be ku , dema rast bizanibe da ku rojev a ji vê pirsê ve avis, beravêtî nebe. ...
devamı

Mela Kirêkar: Malikî Dixwaze bi Min Şerrê PDK û YNK Bike

image
Kirêkar di evê bareyê de weha jî aşkira dike, ku goya serok wezîrê Iraqê Nûrî Malikî bi xwe daxwaz ji wî kiriye vegere Kurdistanê. Kirêkar weha dibêje: "Nûrî Malikî peywendî bi min ve kiriye û dixwaze min vegerîne Iraqê û dixwaze min bi hêz bike û bi min şerrê PDK û YNK bike."...
devamı

KURD BÊKES IN !

image
Mebesta artêşa Tirk bi qirkirina van 35 cîwanan çav tirsandin bide Kurda. Ev qetlîama Kurda ne yekem e û ne jî dumayîk e. Wek general Muglalî berê 68 sal ewil sala 1943 ê 33 gundîyên Kurd li bajarê Wanê navçeya Ozalpê bi gulebarandinê kuştibû. Di sala 1974 de jî li Wêranşara Rihayê dîsa li sînor 20 barkêşên Kurd kuştin. Sînorên çêkirî nabin astengîya çûyîn û hatina Kurdan, ev sînor nenasî dagirkeran di biecîne lewma me dikujin !...
devamı

YNK: Daxwaza lêpirsîna bûyera Şirnexê ji Tirkiyeyê kir

image
Belevoka nerazîbûna Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, derbarê kuştina 48 welatiyên sivîl ên kurd li navçeya Qilabanê ya Şirnexê li bakurê Kurdistanê daxuyaniyekê da. Li jêr deqa wê belavokê ye....
devamı

Stûxwariya me qeda serê me ye !

image
"...We hemûyan zaroktî dîtîye û derbas kiriye. Zarokî stûxwariye li benda alîkarekî ye ji bo daxwazên xwe bi cîh bîne. Zarok gilî û gazincê xwe bi girînê tînin ziman, çimkî hîna nikare bi axive. Hêza wî jî tune daxwazên xwe bi dest bixe, ji bo wî digirî. Ku ez bibêjim 'gelê Kurd jî wek dergûşek zaro ye, bê zimane, bêhêz e lewma digirî ' dibe ku hinek min rexne bikin. Belê sed mixabin em îro digirîn, rondikên çavên me wek baranê di herike, lê dîsa jî kesek nayê hewara me..." ...
devamı

Peyama serok ji bo sala nû

image
Serokê Kurdistanê sala nû ya zayînî li gelê Kurdistan, Îraq û cîhanê pîroz kir....
devamı

Sersala Kurdistaniyan û xwendevanên Nasnameyê pîroz be!

image
Herçendî welatê me bûye gola xwînê, herçendî gelê me xizan, bindest ketiye, herçendî rojên nû ji me re Komkujiyên Robozikê tîne jî, kes nikare ala hêviyê daxe jêr. Dê ev rojên reş û tarî rojekê bidawî bin. Dê em ê di welatê xwe de bi azadî û serbilindî bijîn. Ey reqîb (dijmin), kurd namire. Ey Saddamê nû Erdogan efendî, Saddam di çalekê de hat girtin. Axê jî ew qebûl nekir. Viya hîç jibîr neke. Atayê te Ataturk jî bi me nekarî. We tirkan li me îxanet kir. Welatê me talan û wêran kir. Em ê dîsa jî her destê aşitiyê dirêjî we bikin. Lewra EM KURD IN! Xweşmirov û birûmet in. Di tûrê me de xwîne gelan nîne. Li ser ala me dilopên xwîna mazlûman nîne. Înşallah Xwedayê dilovan, mîrê mîran wê hawara me bibihîse û sala 2012an deriyê xêrê vebike. Bavê Îsmaîl û hezkiriyên Nasnameyê.

Li Hemberî Hovîtîya Dewleta Kolonyalîst Bêdeng Nemînin!

image
Artêşa dewleta kolonyalîst ya Tirk, bi biryara operasyonên leşkerî yên derveyî sînoran, li ber çavên dinyayê, Bakûrê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê, bênavber bombebaran dike. Tenê di van sê mehên dawî de, artêşa dewleta Tirk nêzî sed operasyonên leşkerî li dar xistin û li herdu aliyên Kurdistanê agir barandin. Li gelek navçeyên Kurdistanê bi...
devamı

Serokayetiya Kurdistanê dilgiraniya xwe li hember rûdawên bajarê Şirnaxê derbirî

image
Serokayetiya Kurdistanê li hember rûdawên bajarê Şirnexê dilgiraniya xwe derbirî û daxwaz ji PKK û Dewleta Tirkiye kir ku demeke zû de bi rêya guftûgoyê vê pirsê çareser bikin, ji ber ku bi rêya şer tu pirsgirêk nayên çareser kirin. Ev jî naveroka beyannameya Serokayetiya Herêma Kurdistanê ye:...
devamı

Nêçîrvan Barzanî: Divê rijiyana vê hemû xwînê raweste

image
Ketina ev qas qurbaniyan û rijiyana ev qas xwînê ku, encama şerekê bêhûde ye, careke din jî selimand ku divê li herêmê aştî û aramî bi cî bibe û hemû pirsgirêk bi rêyên siyasî û aştiyane çareser bibin, da ku dawî li van hemû derdeseriyan bê û rijiyana vê hemû xwînê raweste....
devamı