Anasayfa | Kurdî | Artêşa Tirkiyeyê di nav Kurdistanê de 4 baregehên çavdêriyê danîne

Artêşa Tirkiyeyê di nav Kurdistanê de 4 baregehên çavdêriyê danîne

Yazı boyutu Decrease font Enlarge font
image Tirk xwe li Başûr bicih dikin, Başûr dagir dikin, bi dehan qereqolên tirkan hene li Başûr.

Hate ragihandin ku artêşa Tirkiyeyê li sinorê nehiyaya Kanîmasiyê bi kûrahiya 2.5 km hatiye nav axa Herêma Kurdistanê û 4 baregehên çavdêriyê danîne.

Derbarê pêşhateyên dawîn yên li ser sinorê Kurdistan û Tirkiyeyê de Gotyarê Wezareta Pêşmergeya Kurdistanê Cebar Yawer ji Malpera Awêneyê re got:

"Duhî û pêr çi pêşhateyeke girîng û awarte li ser sinor nebû ji bilî bordûmankirin û topbarankirina binkeyên PKK lê vê sibê artêşa Tirkiyeyê li sinorê Amêdî-Kanîmasiyê bi kûrahiya 2.5 km hatiye nav axa Iraqê û xalên xwe yên çavdêriyê yên ku berê li ser sinorê Kanîmasî hebûn, avadan kirine."

Yawer li ser çêkirina binkeyên çavdêriyê yên artêşa Tirkiyeyê li navçeyên Kanîmasî û Serî Zê, got, "Ew navçe çiyayî ne û vala ne, kes lê najî. Berê jî di havînan û biharan da ew binke ji aliyê hêzên Tirkiyeyê ve dihatin avadankirin."

21.10.2011, Dengê Azad

Nasname

Yorumlar (0 gönderildi):

Yorum yaz comment

Yorumlarınızı aktarırken kişi hak ve özgürlüklerine saygılı olmanın yanısıra, nitelikli görüş ve eleştirilerinizle katkı sunmanızı bekliyoruz. Katkısı olmayan, ilgisiz ve eleştiri sınırlarını zorlayan yorumlar yayınlanmayacaktır.

Güvenlik Kodu: