Va çi lîstik e!..
Abdullah li Îmraliyê dijî Cûyîyan her tiştê nexweş dibêje û rûreş dike. Meger Cûyîyan Ûrfa kirrîye û em bêxeberin. Lê xelefê wî çi gotî ye?
Avesta-Siyasetvanê Kurd Dawûd Baxistanî piştî serdana xwe ya Îsraîlê û hevdîtina ligel Şîmon Perez got ku wî mesaja PKK gihandiye Îsraîlê.
Baxistanî di hevpeyvîneke taybetî de ligel rojnameya Rûdaw diyar kir ku Îsraîl ji serokê Iraqê Celal Talabanî û wezîrê derve Hoşyar Zêbarî ne razî ye.
Li gora gotina Baxistanî Îsralî gazinên her du siyasetvanên Kurd kiriye.
Baxistanî ku niha weke serokê Komîsyona Nezahetê li Musulê kar dike, got, ew li ser dawetnameya fermî ya Şîmon Perez çûye Îsraîlê û beşdarî 60’mîn salvegera avakirina Îsaîlê bû ye.
Baxistanî got wî mesaja serokê Konseya PKK Murad Karayilan gihandiye Îsraîlê.
Li ser naveroka wê mesajê Baxistanî got: Karayilan di mesaja xwe de diyar dike ku PKK ne dijminê Îsraîlê ye û her wiha ew naxwazae Îsraîl alîkariya Tirkiyê bike.
Amadekirin: D. Dara
Rûdaw



Yorumlar (0 gönderildi):
Yorum yaz