Anasayfa | Kurdî | Ji Xwendevanê Nasnamê Helbest

Ji Xwendevanê Nasnamê Helbest

Yazı boyutu Decrease font Enlarge font
image

Mîna kurmekî bê hêsh, ketî tu dara minê xas/ Heba bun ji ber xezeba te, ewqas mêrên mêrxas/ Nema, ji ber ruchikê te yê pungalê pînas/ Ne serêki weli, ne ruyêkî shinas

BAVË ZEWAL

Eva chibu, te hani li serê min?
Kesê pêbun nehêsht te, ber derê min!

Mîna kurmekî bê hêsh, ketî tu dara minê xas
Heba bun ji ber xezeba te, ewqas mêrên mêrxas
Nema, ji ber ruchikê te yê pungalê pînas
Ne serêki weli, ne ruyêkî shinas

Herrimin, ji ber leshê te yê mirrdar, ashiqên delal
Temirîn, ji ber zimanê te yê virrek, mecîyên zelal
Bê perwa bela kir te, ew kedê sedan sal
Bê sherm u fedi lewitand te, dirrokê hezaran sal

Nechar mame, ne hesht te, bi mida hal
Hewar dikim, gazî dikim ; ne pirs ma ne sual
tenê nifireki maye, li devê minê xirp u xal
Shewqa azadiyê ji bo zindana te biminê xîyal

Ji pesira te neyin xware, destê Xeyrî u Kemal
Li ser tebo la'neta Saîd u Riza u Zerdeshtê Kal
Tariyanda bi fetisî, hisreta tebo chengekî xweli yê tal
Ucax ji te nekevê, navê te bimînê 'Bavê Zewal'

Xembar ê Bênav Xwendevanê Nasnamê

Yorumlar (1 gönderildi):

xort ciwanbû .. 24 May, 2008 01:20:36
avatar
Ji ber ku li ser wî nenivîsîbû, mîr shair avêtibû zindaneka kor û bi daxwaza wezîr shivanekî ku hîch neketibû nava civakê avêtibûn cem.

Shairê ku riha wî bibû bihostek di zindanê de, bi dîtina shivanî pir shad û bextewar bû,lewra ji tenêbûnê aciz û canbêzar bibû.Pishtî ahwal û xatir, shairê me xwest shi´ireka xwe ji shivanî re bixwîne û bi musaeda shivanî wî xwend.

Pishtî ku shi´ir bidawîkir,shairê me hew dît ku shivan bi guhdariya shi´írê re,li alîyekî jî digrî.Pêlên ji hestan êrîshî shairê me kir û lewma jî wî ji shivanî pirsî;

- Ey shivan, chi tishtî di vê shiíra min de hisht ku tu waha bi tesîr bibe û tu pê bigrî?

Shivanî bêvla xwe kishand û bi nîvgirî wî got;

- Wexta ku te shi´íra xwe dixwand, waha ew riha te ya dirêj bi vî alî û bi wî alî dichû û dihat û kil dibû,yekser bizin û nêriyên min xist bîra min,ku riha wan jî waha tim kil dibû û loma jî min xwe negirt û ez giriyam!

Shair nema zanîbû chi bêje û chi bikira!

Yorum yaz comment

Yorumlarınızı aktarırken kişi hak ve özgürlüklerine saygılı olmanın yanısıra, nitelikli görüş ve eleştirilerinizle katkı sunmanızı bekliyoruz. Katkısı olmayan, ilgisiz ve  eleştiri sınırlarını zorlayan yorumlar yayınlanmayacaktır.

Güvenlik Kodu:

  • email İlet
  • print Yazıcı versiyonu
  • Plain text Düz Metin