Anasayfa | Kurdî | Sitûna ZORAVA

Sitûna ZORAVA

Yazı boyutu Decrease font Enlarge font
image Jina Kurd, Jîyana Kurd...

Di wê navê de ŞEMSA xanim da ber tilîlyan û salogan avêtin bi dengekî bilind zimîn bi dîwarê dadgehê xist ,got hun karin me zindan bikin hun dikarin me bikujin , lê tucarî hun nikarin behweriyê me biguherênin ,çendî em zilm û zorê ji destê we dibînin ewqasî em bi doza xwe ve tê girêdan ma gelo dema em daxwaza mafên xwe bikin wêbersiva we eşkence û zindabe lê bera hun bizanin ku gelê me ,bi van kiryarên we çavtirsandî nabe û serê xwe natewîne ji ber go ew dizane di siya wilo

 

Bavê helebçe

Gelek caran me di medya û rojnameyên kurdî de l ser , çelengî û qehermania jina kurd û giringiya rola wê di civat û dîrokê de xwendiye,
Û gelek navên navdar bi tîpên zêrîn di rûpelê dîrokê de hatine nivîsandin .


Û bûne sitêrkin geş roniya xwe dane qada xebatê û rê li pêşya xorta ji pêkanîna mafên wî yên netewî û jiyaneke azd û aştine de bijî ,ronî û dûz bike.
Cina kurd carekê,dayka şehîd e carekê jî şewreşgere  li serçiyayên kurdistanê di nava berf û seqema dijwar de mîna pilingan li kêleka pêşmergên qeherman , xaka welatê xwe ji êrîşên dijminan parast ye .


Belê,jina kurd ewe ya ku bi destê çepê dergûşa qehremanan dihejînê û di destê rastê cîhanê seraser dihelînê .


Jina kurd  LEYLA ZANA ye a ku bi dehê salan di zindanên şoven û xwînmijan de , berxwedanek bê sînor di ber doza gelê xwe de kiriye ,û nav u dengê wê li seranserî cîhanê belav bûye .


Jina kurd LEYLA QASIMe ya ku canê xwe yê şêrîn ji doza gelê xwe re kiriye qurban û bi xwîna xwe ye pîroz , riya azadiyê li pêşya gelê xwe ronî û geş kiriye ...
Belê jina kurd , HELÎMEYE dayika çar şehîda  ye û careke din jina kurd SITÛNA ZORAVA ye dayika  çar lehegên min ŞÊRAN yên di zindanên şamê de SEMSA XANIM e  Roja 15  Sibata 2005 an li taxa zorava ,di nav wan xaşerêkên çiyayê QASYON de ,di navbera wan latê berz û bilind de ez pêrgî ŞEMSA xanim hatim ku ew serkêşiya birek qîz û xort dike ,berê wan li dadgehê bû ,


Dengê lingên wê û yê dilê wê her yekî êşek cuda nîşan dida,di keskayiya şavên wê de şahî û xemgînî tevlî hev dibûn  keskesor di nav herdû pêsîrên wê de der dibû tevan bihev re tabloyeke rengîn nîşan dida .


Bi coşek gerim ez jî tevlê kerwanê wê û hevalên wê bûm , me berê xwe da dadgehê ew dadgeha suxte  ya ne dadmend , me pêşwaziya he çar kurên wê û  11 e hevalên wan bi gul û çîçekan  kir di encamê de her çar kurên wê  û hevalên wan bi 3 salan , bê sûc û guneh hatin ceza kirin
Di wê navê de ŞEMSA xanim da ber tilîlyan û salogan avêtin bi dengekî bilind zimîn bi dîwarê dadgehê xist ,got    hun karin me zindan bikin  hun dikarin me bikujin , lê tucarî hun nikarin behweriyê me biguherênin ,çendî em zilm û zorê ji destê we dibînin ewqasî em bi doza xwe ve tê girêdan ma gelo dema em daxwaza mafên xwe bikin wêbersiva we eşkence û zindabe  lê bera hun bizanin ku gelê me ,bi van kiryarên we çavtirsandî nabe û serê xwe natewîne ji ber go ew dizane di siya wilo serkirdayetê şoven de riya azadiyê bê eşkence û zindan ronî û dûz nabe
Heger we îro heçar kurên min avêtin binê zindanê ,ha vaye bi sedan qîz û xortên min çêbûn
Rojên li pêş,rojên me ne rojên gelên bin destin baweriya min bi gelê min xurt e baweriya min bi van qîz û xortan bilind e ku ewê karibin vê doza xwe ya pîroz bi rêve bibin serî
 Xortino qizno destên hev bigrin rêzên xwe biyk bikin ji hev bela nebin ,ji ber ku xurtiya me û gelê me di yekîtiya me de ye ,

20 Gûlan 08

Yorumlar (0 gönderildi):

Yorum yaz comment

Yorumlarınızı aktarırken kişi hak ve özgürlüklerine saygılı olmanın yanısıra, nitelikli görüş ve eleştirilerinizle katkı sunmanızı bekliyoruz. Katkısı olmayan, ilgisiz ve  eleştiri sınırlarını zorlayan yorumlar yayınlanmayacaktır.

Güvenlik Kodu:

  • email İlet
  • print Yazıcı versiyonu
  • Plain text Düz Metin