Anasayfa | Kurdî | Îroj barane û tav tuneye...Xort Cuwanbû

Îroj barane û tav tuneye...Xort Cuwanbû

Yazı boyutu Decrease font Enlarge font
image

Ivan Bunin,yekemîn nivîskarê Rûsî yê xelatgirê "nobel", di noveleka xwe de ji me re bi riya kalekî û chend xortan,dîmenek ji mejî û hishê kurdan pêsh dike.

Ivan Bunin,yekemîn nivîskarê Rûsî yê xelatgirê "nobel", di noveleka xwe de ji me re bi riya kalekî û chend xortan,dîmenek ji mejî û hishê kurdan pêsh dike.

Kaloyê kurd,ku chend xortên li kêleka wî kenên xwe pê dikin,dest bi vegotina chîrokekê dike û dibêje;
- Xwedayê mezin 30 sal da ji bo temenê jiyanê ji mirov û lawiran re.Lê belê "ker" ji 30 salên emrê xwe gazin kir û gote xwedê ez nikarim 30 salan barkêshî û hemaltiyê bikim.Xwedê jî rabû û 15 sal ji temenê kerê xist ser yê mirov û emrê mirov bû 45 û yê kerê ma 15.Pishtî kerê "kuchik/seg" jî hate cem xwedê û neqayiliya xwe derbarê dirêjiya emrê xwe de jê re got.Xwedê 15 sal ji "kuchik" jî stend û temenê mirov kir 60.Lê belê li pêy "kuchik" vê carê "meymûn" hat xwe gîhand xwedê û lom û gazinên xwe ji dirêjaya emrê xwe kir û xwest ku xwedayê mezin 15 salên emrê wê bide mirov.Xwedê 15 salên meymûnê da mirov û temenê meymûnê ma 15 û yê mirov bû 75.We fam kir? Ez nuha zêdeyî 70 salî me û nuha ez ne emrê mirov, lê belê emrê meymûnê dikim! Lê hûn, hîn salên "ker"tiyê dajon!

Nivîskarê ku bi baldarî guhên xwe ji gotinên kalo re mich kiribû,ji wî pirsî?

-Kalo ji ku tê û bi ku ve diche?

-Padishah gazî min kiriye- kalo bersivand,- ez dichim cem sultan, ewê xelatê bi min ve bike! Min 7 zaroyên xwe bona wî shand ber sher û her 7 di sher de mirin,bona wê sultan dixwaze xelatê bi min ve bike!-kalo bi dilshahî û bi ken li nivîskar vegerand!

Nivîskar helbet li ber vegotin û chîroka kalo ya bêhempa matmayî mabû û keyfa wî ji aqilê kalo re hatibû,lê bi bihîstina li ser zarokên wî û bi dilshahî vegotina kaloyê kurd li ser xelata sultên ,kete nava nava fikir û ramanan!
...
Yek ji edîb û nivîskarên din yê rusî ku bala xwe daye ser Kurdan,Aleksandr Pushkîn ê bi nav û denge!Di chîroka xwe ya li jêr navê "sefera Erzuromê" ,ew ji me re bahsa sohbeta xwe û meraqa xwe ya li ser ola êzidiyan dike û dibêje;

"Ku min ji pîrê êzidiyên wê derê pirsî,gelo bi rastî ew bi sheytên baweriyê tînin û wî dihebînin, wî bersiva min da û got, ku herkesî û xwedayê mezin ew ji ber deriyê xwe avêt û nahlet lê anîn. Lê belê em Kurd miletekî dil bi rehmin û dilê me qebûl nekir, ku ew bê xwedî bimîne.Û bi vê bersivê ez dilfireh û dilrehet bûm!"
...
Nizanim bê chima û ji bo chi, lê belê chîroka "sheytanê ji agir" û ya Prometheus ji min re wek ku bi hev têkildarin, xwiyadike! Her waha ev nivîsa Pushkîn û ya Yashar Kemalî ku di romana xwe ya "ve kan akiyordu Firat",xelkê chechen yê kafkasî ji me re wek alîkar û wek parastvanên Prometheus nîshan dide, ji min re wek ku bi hev ve têkildar xwiya dikin!

Lê xwe Prometheus îlankirina Evdo,tenê ji min re meymûntiyê vedibêje!
...
Rojhelatnasê almanî Ferdinand Justî, di berhema xwe ya li ser zimanê Kurdî de, digel pesnê zimanê Kurdî,ew ji me re bi chend hevokan bahsa têkiliyên xwar û awayê seqet yê jiyana Kurdan dike.
...
Ez ku li chav gotina Kemal Pîr ketim,ku dibêje "em hatin bikaranîn", temenê wan xortên kû hîn 30 sal nekiribûn û bikarhatin ji bo bêbext û  ji dujmunan re û hatin kujtin û birîndar bûn, li ber chavên min derbasbûn û pêre pêyre ew chîroka Ivan Bunin kete bîra min!

Heger bîlanchoya ev 30 salên dawî bi tenê bê derxistin û di serî de Dêrsim û Agirî, komkujiyên din em li derve jî bihêlin, emê chav li wê tablo û bîlanchoya bêbext bikevin,ku ne tenê bi sedan û bi hezaran ,lê bi sedhezaran kesan ji xortanî û ji jiyanên xwe tahm nestendin û xêr nedîtin. Û ciyê mixabiniyê û kêmbextiyê ye,ku hîn jî ew lîstika nahletlêhatî li dare û henin meymûn, ku pesnê sherê xwe didin,bi kujtina zaroyên me dilshad dibin û li benda xelata efendiyê xwe nin!
Hîn jî henin, xwedê giravî pir dilbirehmin û dilfirehin, lê ji rewsh û ahwalê gelê xwe re chareyekê û dermanekî nabînin,lê ji tirk û ereban re dibin bav û bira û dibin parastvanên wan û berjewendiyên wan!

Sholokhov bû digot;"êsh û birînen xelkê, êsh û birînen me siviktir dike". Lê waha xwiyaye êsh û birînen me her girantir dibin û êsh û birînên dujmunê me siviktir dikin!

Îroj barane û tav tuneye,keyfa min ne li mine! Tenê "Nasname " maye di destên me de,lê belê ji wê re jî rehetî tuneye!

Yorumlar (0 gönderildi):

Yorum yaz comment

Yorumlarınızı aktarırken kişi hak ve özgürlüklerine saygılı olmanın yanısıra, nitelikli görüş ve eleştirilerinizle katkı sunmanızı bekliyoruz. Katkısı olmayan, ilgisiz ve  eleştiri sınırlarını zorlayan yorumlar yayınlanmayacaktır.

Güvenlik Kodu:

  • email İlet
  • print Yazıcı versiyonu
  • Plain text Düz Metin