Pirsgirêka Zar û Zaravayan li Kurdistanê û Çareserî . Xidir Ûso
Gelo kîjan mentalîte û hêz dibe eger ku van mirovan dike xwedîyê vê raman û helwestê? Herhalde hejmara Kurmancîaxêfên li Başûrê Kurdistan ji ya Turkman, Aşûrî û Keldanîyan ne kêmtir e!
Neteweya Kurd xwedîyê gelek pirsgirêkan e: Sê parçeyê Kurdistan mêtingeh e û parçeyek jî nîvazad e û di bin gef û êrîşên mêtinkaran de ye.
Weke ku me Kurdan hemû pirsgirêkên xwe çareserkiribe, em bi pirsgirêka kîjan zarav wê serwer bibe daketine!
Li Başûrê Kurdistan, (ger ku ez ne şaş bim) Turkman, Aşûrî û Keldanî xwedîyê dibistanên xwe yên taybet in û Turkman doza ku zimanê wan jî di makezagona Iraq de wek zimanê fermî yê sisêya bête naskirin, dikin.
Lê ji alî din ve, Wezîrê Perwedê yê Hukumeta herêma Kurdistan Dilşad Ebdulrehman û 53 rewşenbîrên(!) ku bi zaravê Soranî dipeyivin, doza ku li Başûrê Kurdistan tenê bi zaravê Soranî perwerdeyî bête kirin û tenê ev zarav bête serwerkirin dikin.
Gelo kîjan mentalîte û hêz dibe eger ku van mirovan dike xwedîyê vê raman û helwestê? Herhalde hejmara Kurmancîaxêfên li Başûrê Kurdistan ji ya Turkman, Aşûrî û Keldanîyan ne kêmtir e!
Pirsek min hey e: Gelo Dilşad Ebdulrehman û 53 rewşwnbîr(!)ên Soran, Kurdistanê çar parçe dibînin yan na? Heger bibînin, gelo xeyalek wan ya ku rojekê van çar parçena bibin yek hey e yan na; heger hebe, di cudayîya wê yekê de ne ku Soranîaxêfekî bi tenê jî li Bakur û Rojavayê Kurdistanê tune ye.
Tevlî Kurmancîaxêfên Başûr û Rojhilatê Kurdistan, hejmara Kurmancîaxêfan, sê qata li ya Soranîaxêfan e.
Ji xeynî Soranî û Kurmancî zaravên Kurdî yên din jî hene. Weke ku li Bakurê Kurdistan zaravê Zazakî (Kirdkî) jî hey e.
Li gorî min, her zar û zaravayên Kurdî û li Kudistanê, divê ji bo me nebe egerê pirsgirêk û alozîyekê, ji me re wek reng û dewlemendîyek Kurdistanê ya çand, huner û wejeyek rengîn ya dewlemend û dîrokî bête dîtin. Divê em ji vê wêrisîya dewlemend ya dîrokî fêdê werbigirin. Loma ji bo her zar û zaravê li Kurdistanê dewlemendtir bibe, pêşî lê bê vekirin û alîkarî bê kirin.
Kesên ji bo netewîtîyê, zar û zaravan wek pirsgirêk dibînin, bila ji xwe re biçin li ser sîstema dewletên mîna Swîsre û Belçîka lêkolînê bikin.
Divê em zerara xwe di azadî û demokrasîya bikaranîna mafê mirovan, beşên zaravên neteweya Kurd û hûrgelên li Kurdistanê nebînin, berevacî vêya, divê em fêda xwe tê de bibînin.
Li gorî min, divê her zarav û hûrgel, li gorî daxwaza xwe bibin xwedîyê dibistanê bingehîn û perwerdeyîyek otantîk. Lê her civatek yekgirtî û xwedîyê jîyanek hevbeş, divê xwedîyê polîtîka û helwestek entegrasyonê û bihevkelandinê bin.
Divê her hûrgel û zarav, bi zarav û zimanê xwe perwerde bibe. Divê polîtîkayek ziman û zaravan ji holê rake tunebe, ya wan bigehîne hev bête afirandin.
Li gorî pêwîstîyê, divê di her qonaxa dibistan û sazîyên perwerdekirinê de, ji bo her zarav û zimanê cuda, ders an beşên zanîngehan yên wî ziman û zaravî hebin û herkes di hilbijartina xwe ya perwerdeya bi zaman yan zarevekî cuda de azad be.
10.05.08
Xidir ÛSO
Rojakurd.com



Yorumlar (0 gönderildi):
Yorum yaz