Anasayfa | Kurdî | PKK lî Îmam Kî ye?

PKK lî Îmam Kî ye?

Yazı boyutu Decrease font Enlarge font
image Li gora devleta Tirk herkes PKK'liye (!)

Li Newroza Batmanê posterên Seîdê Kurdî hatibun vekirin, ev bûyer reaksîyoneke mezin standibû. Pişt re bi hinceta vê bûyerê gelek kes ji alîye polîsê Tirk hatibûn binçavkirin. Li nav wan girtîyan de li çapemeniya tirk bi navkirina wan dibêjin ...

 

Li Newroza Batmanê posterên Seîdê Kurdî hatibun vekirin, ev bûyer reaksîyoneke mezin standibû. Pişt re bi hinceta vê bûyerê gelek kes ji alîye polîsê Tirk hatibûn binçavkirin. Li nav wan girtîyan de li çapemeniya tirk bi navkirina wan dibêjin ''Meleyê PKK'' kesekî li hin derdoran baş tê naskirin hebû: Huseyin Bulut.

Malbat û dostên Huseyîn Bulut vegotin ku êrîş li şexsê wî yê manewî tê kirin, ji bo vê mijarê îşlemên hiquqî êm ê bidin destpêkirin.
Huseyn Bulut wek çapemeniya tirk dibêje ne mele ye. Derewên çapemeniya tirk ‘’meleyê pkk’’ ne rast in. Heqîqeta Karê Huseyîn Bulut merengoztî ye. Huseyîn Bulut li navçeya Batmanê Kercosê li gundê Hesarê hatiye dinê.(Wek gundê helbestvanê nemir Cigerxwîn tê naskirin.) Dibistana navîn li Kercosê destpêkiriye peyre dev jê berdaye. Ji hin pirsgirîkên aborî sala 1970 de koçî Mêrsînê kiriye. Dema li Mersînê dijî nêrînên wî yên sosyalîst hebûn. Peyre dev ji nêrînen çepîtî berdaye û bi Nurciyên kurd re hev nas kirine. Dewrekê bi Weqfa Zehra re nêz bû ye. Bi avakarê Weqfa Zehra Îzzeddîn Yildirim re jî nêzikahî hevaltî kiriye(îzzeddîn yildirim ji alê hizbul kontra hatibû qetilkirin) 30 sal e zewicî ye û 3 zarokê wî hene.

Huseyin Bulut di sala 2001 de pîrtukekî wî li ser Saîdê Kurdî bi navê ‘’Rumuzat-Semaniye’’ hatiye weşandin.

Huseyin Bulut, bi zimanekî giran Fettullah Gulen rexne dikir. Kurdayetî diparast. Digot ku li berhemên Seîdê Kurdî, Nurciyên tirk bi taybetî Fettullah Gulen nêrînên wî yê li ser Kurd û Kurdistan derxistine, Fettullah Gulen ji Seîdê Kurdî heznakê û dixwaze bikeve cihê Seîdê Kurdî.

Nêrînên wî li ser Kurdayetî ne, Zimanê Kurdî û nîrxên Kurdan diparast. Digot ku Kurd gelekî miqeddes in, nêrînên Seîdê Kurdî hatine şevişandin, gerek baş bê xwendin.

Nêrînên wî û yên PKK ne wek hev in. Lewra binavkirina çapemeniya tirk wek dibê ‘’meleyê PKK’’ bi temamî derî rastiyê ne.

Huseyin Bulut ne wek cemaetên bi dizî xebat dikir. Li cihên vekirî sohbet dikir. Carna li kahveyekê, carna li kolana hunerê dihat dîtin. Fikrê Huseyin Bulut li her deverî vekirî bû û ji alî raya giştîya Batmanê nêz tê naskirin.

Dema girtina wî balkeş e. Nêzîkbuna hilbijartinên cîgeyî de AKP û Fettullahçî ji tirsa bingeha xwe winda bikin li Kurdistanê neheqiyan li oldarên neteweperestên Kurd dikin.

Rizgar Stêrk
KurdWEBB

Têbinî: Ew navçe ji terefi birêz Rigar Stêrk hat şandin.
Bo hem herêmiyê me Hüseyin û bo St^3rk em çap dikin.
Edi-Nas

 

Yorumlar (0 gönderildi):

Yorum yaz comment

Yorumlarınızı aktarırken kişi hak ve özgürlüklerine saygılı olmanın yanısıra, nitelikli görüş ve eleştirilerinizle katkı sunmanızı bekliyoruz. Katkısı olmayan, ilgisiz ve  eleştiri sınırlarını zorlayan yorumlar yayınlanmayacaktır.

Güvenlik Kodu:

  • email İlet
  • print Yazıcı versiyonu
  • Plain text Düz Metin