Nasname Ozgur Bireyler Toplulugu: Omer Kalo - Xort Ciwanbû Omer Kalo - Xort Ciwanbû ================================================================================ Nasname : on 04 May, 2008 07:38:00 Ew nuha li ebediyetênin û di serî de Saddam û kujerên din, li dojehê dishewitin! Zaro, di zimanê hemû gel û netewande wateya "Pêsheroj" ê hildigre.Parastin û têgîhandina wan, parastin û saxlem hishtina pêsherojê bi xwe ye!Ne ew û parastina wan be, pêsheroj ava û chênabe! Ne Omer Kalo û ew helwesta wî ya bona parastina wê zaroya di pêchekê de ba,dibe ku îro li bashûrê welatê me ew statuya Kurdistanê neba! Heman demê de, tê bîra min, ku li bakurê Kurdistanê bi destê PKK zaroyên me ji bo mirinê dihatin shandin ber tank û topan û dê û bavên kurd ketin wî halî û wê rewshê, ku li ser darbesta zaroyên xwe dilîrandin! Xwedê giravî bona azadiyê! Min di rojname û alavên propaganda yên PKK de bi chavên xwe dîtiye ku tê de pesnê dayikên ku zaroyên xwe davêtin ber panzêran, dihate dayin! Belê, PKK waha li gelê me yê bakur, yê belengaz û reben kir, ku li ser cenazeyên zaroyên xwe dilîrandin! Dayikan zaroyên xwe davêtin ber panzêran! Lê belê zaro, pêsherojin, jiyanin, dunya bi xwe ye!Ma chawa emê zaroyên xwe têxin mista kujeran ,ku ew zaroyên me dikin qatilên birayên xwe li bakur û li bashûr! Chawa dibe, ku bi navê hevaltiyê chend zaroyên kurd, ji bo ku Murad Karayilan di sala 1999 an de li jêr êrisheka hewayî neyê kujtin , wek Omer Kalo xwe davêtin ser wî û ew sax dihishtin, lê bi xwe dihatin kujtin û pê re pê re Murad Karayilan her pesnê Apo/Abdo dida û ew xortna ji bîr dikir! Chawa dibû, ku Cemîl Bayik, ku kurdan ew kiribû rêber û zaroyên xwe teslîmî wî kiribûn, sala 1992 an de,li shikefta Birîndaran wek ku di fîlme kowboyan de , chawa bê kowboy hespa xwe ya birîndar dikujt, Cemîlê me jî 12 hevalên xwe yê birîndar gulle dikir û dikujt, ji bo xwe bifilitîne! Chawa chêdibû, ku Abbas duran Kalkan bi serkariya shoresha li tirkî radibû , lê hîn di navê de salek derbasnedibû, wî pêshengiya "ikinci 15 agustos atilimi" dikir tevî hevalkokên xwe û di radsiyan(têlsiz) de ferman dida ji bo êrisha li ser gundiyên bashûr û digot "ölmek var dönmek yok !" Chawa li bashûrê Kurdistanê Omer Kalo û dê û bavên din yên kurd xwe dikirin goriyên zaroyên xwe û loma jî li bashûr îro parcheyek xaka azad heye û li bakur tevî ku zaroyên me hatin kujtin, me li ser wan lîrand û me ew avêtin ber panzêran û bihostek erda me, ne tenê rizgar û azad nebû, her waha bakurî îro dibin sebeb ,ku erda azad li Bashûr jî têkeve jêr postalên Tirk! Chawa dibe, hîn jî ehmeq henin ku bêsherm û bê fedî radibin zaroyên me li jêr kirasê rizgariya welêt ji me dixwazin û bi destên xwe yên xwîn wan dishînin ber mirinê! Ji zaroyên me binirxtir ,hêjatir, bi rûmettir tu tishtek nîne! Ne Kurdistan, ne apo/abdo, ne cemîl ne jî yên din! Îroj lîstika wan ya naletlêhatî li rojhelat jî li dare û tishtên anîn serê bakur, dixwazin bînin serê xelkê rojhelat jî.Lê belê dem guheriye.Kurd êdî bi nirxê zaroyên xwe dihesin!Dê û bavê kurd ji wê bêaqilî û gêjiya ku apo/abdo anî bû û xistibû serê wan û li ser darbesta zaroyên xwe dilîrandin, derbasbûne! Dayikên Kurd divê nema zaroyên xwe bavêjin ber panzêran! Lewra ew navên xwe dikin "Hêzên parastina gel", lê di rastiyê de ew hêzên stendina canê gel bi xwenin!Derdê wan hebe nebe apo/abdo ye!Xwîna zaroyên kurdan tasek ave ji bo wan! Zaroyên me her tishtên me ne û ne ew bin,berdewamiya gelê Kurd jî wê nebe! Loma jî em li zaroyên xwe xwedî derkevin, wan bash perwerde bikin, bidin xwendin û nexin mista destbixwînan! Omer kalo ji me re bi canê xwe tabloyeka bêmirin hisht, ku tê de ji dunya yê re barbariya baasiyan û evîn û hezkirina kurdan ji zaroyên xwe re vekirî pêshdike!