Anasayfa | Kurdî | Şemiyê mêvanê Nîlûfer Akbalê, Muslum Gurses e, TRT 6ê temaşe bikin!

Şemiyê mêvanê Nîlûfer Akbalê, Muslum Gurses e, TRT 6ê temaşe bikin!

Yazı boyutu Decrease font Enlarge font
image TRT 6 tê temaşekirin, xwezî hinekê jî bala xwe bidana gramera Kurdî.

TRT 6 ku piştî TRT 1ê di nav kanalên TRTê de xwedî raytînga herî mezin e, her roj bi sûprîzên nû û cûr be cûr derdikeve pêşberî temaşevanên xwe. TRT 6 ji bo Cejna Remezanê gelek bernameyên taybet amade kiriye, lê belê sûrprîza herî mezin ji bo roja 3. a eydê, ango ji bo roja Şemiyê veşartî ye. Nîlûfera Rengîn ku şeva Şemiyê, di saet 21.00an de bê hemberî ekranan, wê mêvanê bernamê stranbêjê Arabeskê yê navdar Muslum Gurses be. Muslum Gurses cara yekem e derdikeve kanaleke bi Kurdî.

Ji Muslum Gurses (Müslüm Gürses) stranên Kurdî!


Ji devê Muslum Gurses stranên bi Kurdî
Ji TRT Şeş ê Sûrprîza Cejnê (Eydê) “Muslum Baba!”

TRT 6 ku piştî TRT 1ê di nav kanalên TRTê de xwedî raytînga herî mezin e, her roj bi sûprîzên nû û cûr be cûr derdikeve pêşberî temaşevanên xwe. 


TRT 6 ji bo Cejna Remezanê gelek bernameyên taybet amade kiriye, lê belê sûrprîza herî mezin ji bo roja 3. ya eydê, ango ji bo roja Şemiyê veşartî ye.


Nîlûfera Rengîn ku şeva Şemiyê, di seet 21.00 an de bê hemberî ekranan, wê mêvanê bernamê stranbêjê Arabeskê yê navdar Muslum Gurses be.


Muslum Gurses ku cara yekem e derdikeve kanaleke bi Kurdî, ji bo dîmenên bernameya Nîlûfera Rengîn a Cejna Remezanê, di stûdyoyên Ciner de rojek derbas kir.


Muslum Gurses ku di kişandinan de gelek kêxweş û şad û dixwûya, him bi Kurdî stran gotin û him jî bi Kurdî peyamên eyd û aşîtiyê da.


Nîlûfer Akbal ku bernameya Nîlûfera Rengîn amade û pêşkeş dike, ji avabûna TRT 6 heta niha hunermenda herî teybet ya şaşeya tv yê ye, Nîlûfera Rengîn her Şemî di seet 20:30 an de li ser  TRT 6 ê ye. 


Muslum Gurses ku pesnê stranbêjî û bestekâriya Nîlûfer Akbalê da, kêfxweşî û bextewariya xwe ji temeşavanên TRT 6 yên li Tirkiye, Îraq, Îran, Sûriyê û yên ku li Ewropa temaşe dikin re nîşan da.


Hunermendê navdar ku bi Nîlûfer Akbal û Murat Akgun re stranên bi Kurdî got, bal kişand ser zimanên ku li Tirkî tên bikaranîn û van zimanan weke dewlemandiya welat şîrove kir.


Muslum Gurses ku strana hunermendê navdar Şivan Perwer a bi navê Canê Canê bi Kurdî xwend, peyamên Eydê da û qala zarokatiya xwe ya li Rihayê kir.


Nîlûfer Akbal, dilşadiya xwe ya bi mêvantiya Muslum Gurses anî ziman û xwest ku di paşerojê de hunermendên wek; Sezen Aksu, Ibrahim Tatlises, Mahsun Kirmizigul û Tarkan bike mêvan.  
 
Bernameya Nîlûfera Rengîn, di Roja sêyemîn a Cejna Remezanê ango di 11 Îlonê, saet 21:00 a şeva Şemiyê de wê li ser şaşeyên TRT 6 ê be. Nîlûfera Rengîn di bernameya eydê ya taybet de, ji we re sozdana 120 deqîqeyên têrtije şox û şeng û mûzîkê dide.  


Navê bernameyê: Nîlûfera Rengîn
Mêvan: Muslum Gurses, Murat Akgun
Kanala Weşanê: TRT 6
Roja weşanê: 11 ê Rezberê (Îlonê), şeva Şemiyê
Saeta Weşanê: 21:00
Weşana dubare: 14 ê Rezberê (Îlonê), roja sêşemê,saet: 00:50

Nasname

Yorumlar (0 gönderildi):

Yorum yaz comment

Yorumlarınızı aktarırken kişi hak ve özgürlüklerine saygılı olmanın yanısıra, nitelikli görüş ve eleştirilerinizle katkı sunmanızı bekliyoruz. Katkısı olmayan, ilgisiz ve eleştiri sınırlarını zorlayan yorumlar yayınlanmayacaktır.

Güvenlik Kodu: