Nasname Ozgur Bireyler Toplulugu: AK NEWSê jî ji Kurmancî re got "NA!" AK NEWSê jî ji Kurmancî re got "NA!" ================================================================================ Nasname - : on 30 Aug, 2010 09:16:00 Em hêvîdar in ku wekî gerînendeyê giştî yê ajansê Bedran Hebîb gotiye, ji ber kêmbûna derfetan ev biryar girtine. Em naxwazin ji niyeta wan têkevin şikê. Niha ji Başûr PUK Media û Peyamnêr Ajans jî nûçegihaniyê dikin. PUK Media Kurmanciyeke pirr zelal û pêşketî bikar tîne. Lê mixabin mirov nikare heman tiştê ji bo Peyamnêr Ajansê jî bêje. Peyamnêr Ajans, Kurmanciyeke sist, herêmî, şaş û bêî gramatîk bikar tîne. Nûçeyên wê jî tenê cîhana Ereban, teqînê Bexdayê û daxûyaniyên siyasetmedarên Îraqî ne. AK News (Ajansa nûceyan a Kurdistanê ) dawî li zimanê Almanî, Farsî û Tirkî jî tîne. Tenê dê bi Soranî, Îngîlîzî û Erebî nûçegihaniyê bike. Ango ji vir şûnde dê tenê ji bo Başûr û Îraqê bixebite, wekî Peyamnêr Ajansê. 30ê gelawêjê 2010 Nasname