AK NEWSê jî ji Kurmancî re got "NA!"
Ajansa Kurdan a herî baş bêguman AK News bû. Bi Kurmanciyeke têkûz xizmeta gel dikir. Herwiha bi Soranî, Erebî, Farsî, Îngîlîzî jî nûçe belav dikir. Wê jî dawî li beşa xwe ya Kurmancî anî. Tê zanîn li Başûrê Kurdistanê Kurmancî bûye zaraveyê sêwî û bêxwedî. Roj bi roj derî ji Kurmancî re tê girtin. Em hêvîdar in ku AK Newsê ve biryara xwe bo xatiran negirtibe. Tirkiye naxwaze li Kurdistana Azad Kurmancî jî bê bikaranîn.
Em hêvîdar in ku wekî gerînendeyê giştî yê ajansê Bedran Hebîb gotiye, ji ber kêmbûna derfetan ev biryar girtine. Em naxwazin ji niyeta wan têkevin şikê.
Niha ji Başûr PUK Media û Peyamnêr Ajans jî nûçegihaniyê dikin. PUK Media Kurmanciyeke pirr zelal û pêşketî bikar tîne. Lê mixabin mirov nikare heman tiştê ji bo Peyamnêr Ajansê jî bêje.
Peyamnêr Ajans, Kurmanciyeke sist, herêmî, şaş û bêî gramatîk bikar tîne. Nûçeyên wê jî tenê cîhana Ereban, teqînê Bexdayê û daxûyaniyên siyasetmedarên Îraqî ne.
AK News (Ajansa nûceyan a Kurdistanê ) dawî li zimanê Almanî, Farsî û Tirkî jî tîne. Tenê dê bi Soranî, Îngîlîzî û Erebî nûçegihaniyê bike. Ango ji vir şûnde dê tenê ji bo Başûr û Îraqê bixebite, wekî Peyamnêr Ajansê.
30ê gelawêjê 2010
Nasname



Yorumlar (1 gönderildi):
http://www.rojevakurd.com/kultur/5149-Bea-Kurmanc-AKnews-veb.html
Yorum yaz