Nasname Ozgur Bireyler Toplulugu: Ji Kurdên diyasporayê "Ne bes e, lê erê!“ Ji Kurdên diyasporayê "Ne bes e, lê erê!“ ================================================================================ Nasname - : on 29 Aug, 2010 10:42:00 Ji Kurdên iyasporayê "Ne bes e, lê erê!“ Ji 60´î zêdetir rewşenbîrên Kurd, di „Konferansa Kurdên Diyasporayê“ de hatin ba hev û ji bo referandûma destûrê ku di 12 Îlonê de li Tirkiyeyê wê bê li dar xistin, banga „Ne Bes e, Lê Erê“ kirin. Di civîna ku li bajarê Kolnê ya Elmanyayê hat pêk anîn, biryar hat girtin, ku ji bilî banga „erê“, daxwazên gelê Kurd yên ji hukûmetê jî daxuyaniya hevbeş ya civîne de divê bên eşkere kirin. Her weha hat pêşniyar kirin, ku gavên erênî yên AKP bên teşwîq kirin û pişgiriya sazî û dezgehên sîvîl yên Kurdistanî ku ji bo referandûmê helwestên xwe eşkere kirine bê kirin. Konferansa Kurdên Diyasporayê li ser banga Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewropa-KOMKAR.eu, di 28.08.2010´an de hat li dar xistin û Sekreterê Giştî yê PSK Mesûd Tek, Serokê PENa Kurd Zerdeşt Haco, hunermendên Kurd Şivan Perwer û Yilmazê Seydo, Serokê KOMKAR.eu Kovan Amedî, Yilmaz Çamlibel, Prof. Dr. Husên Bektaş, Cemîl Demîrcan, Bayram Ayaz, Murat Dagdelen, Sîdar Bîngolî, Alî Haydar Koç, Hîkmet Serbilind, Nûrî Çelîk, A. Bekir Saydam, Şukru Gulmuş, Seyran Duran, serokên KOMKARê yên berê Fetah Timar, Bekir Topgider û Mustafa Kisabacak, Zerîn Tek, Bîlge Acar, Baran Hemze, Siraç Kirici, Yasîn Kut, Mihemed Tanrikulu, Ahmed Çamlibel û Ferial Haco jî tê de ji 60´î zêdetir Kurdên diyasporayê beşdarî konferansê bûn. Konferans bi axaftina Serokê KOMKAR.eu Kovan Amedî despê kir. Piştre dîwan hat hilbijartin û bi sirûda netewî ya Kurd „Ey Reqîb“ beşdar ji bo ruhên şehîdan deqeqê rêz girtin. Civîn nêzîkî 8 saetan dom kir. Beşdar heqê axaftinê girtin û li ser referandûma destûra 12 Îlonê, „rêlibervekirina Kurd“ û çareseriya pirsa Kurd dîtin û ramanên xwe eşkere kirin. Komisyonek ji 3 kesan pêk hatî hat hilbijartin. Hate ragihandin, ku komisyon li gor dîtin û ramanên beşdaran daxuyaniyek hevbeş wê amade bike û li pey gengeşiyên dawîn, di 29.08.2010´an de daxuyanî bi civînek çapemeniyê ji bo raya giştî wê bê aşkere kirin. Civîna çapemeniyê di 29.08.2010´an, saet 14.00´an de di Orient Palais Im Internationalen Wirtschaftszentrum (IWZ), (Wilhelm-Jakob-) Von-der-Wetternstr. 27, 51149 Köln (Porz Gremberghoven) de wê bê li dar xistin. Nasname/Nûçe