Nasname Ozgur Bireyler Toplulugu: Berê Cemil Çiçek, paşê Thilo Sarrazin (Zuerst Cemil Cicek, danach Thilo Sarrazin) Berê Cemil Çiçek, paşê Thilo Sarrazin (Zuerst Cemil Cicek, danach Thilo Sarrazin) ================================================================================ Nasname - : on 29 Aug, 2010 06:53:00 Niha Tirk bi wê jî nasekin, dibêjin bila Almanya Thilo Sarrazin ji kar jî bavêje. Komeleya Romiyan (Tirkan) TGD kampanyeyekê da destpêkirin. Serokê komeleyê Kenan Kolat alîkariya tevlîbûnê xwest. Heya bigire bêî ku fedî bikin, alîkariyê ji Kurdan jî dixwazin.Ka hela behsa nîjadperestiya xwe bikinKa bila Cemîl Çîçek ji mînîsteriyê derînin.Fatih Altayli, Ertugrul Ozkok û bi dehan ên din ji rojnamevaniyê bavêjin.Unal Erkan, Tansu Çiller û bi sedan ên din bidarizînin.Van kesan bi gelek caran heqaret li Kurdan kirine. "Bêsinnet" gotine, "bila herin Îraqê bijîn" gotine, "Kurd ji qewmê cinan in" gotine hwd.Herwiha komara Romê bi xwe li ser himê faşîzmê hatiye damezrandin. Ka bila çiya û baniyên Kurdistanê ji sloganên faşîst ên wekî "Çi bextewarî ye Tirk im" pakij bikin.Ka bila destûrabingehîn ku bi xwe rasîst e biguherînin.Ka bila perwerdeya Kurdî, vegerandina navên erdnîgariya Kurdistanê bikin.Ka bila beriya beriyê bibin mirov û werin ser riya mirovahiyê.Bila wê demê bêjin ku Sarrazin nîjadperest e, ji karê wî bavêjin.Bila wê demê ji me Kurdên diyazporayê alîkarî bixwazin.28ê gelawêjê 2010Bavê ÎsmaîlNasname