Anasayfa | Kurdî | DNAya genim jî hate rohnîkirin

DNAya genim jî hate rohnîkirin

Yazı boyutu Decrease font Enlarge font
image

Zanistên Brîtanî piştî garis û birincê şîfreya genoma genim aşkera kirin. Genetîka genim 4 car ji ya mirovan tevlîhevtir û kompleks e. Zanist lê digerin ku di paşerojê de bi hin tevdanên genetîkê, hilberîna genim hêsantir bikin. Lewra eko-sazûmana erdê bi lez xirab dibe, heger wiha bidome dê demek bê, genim nekaribe bê çandin. Dinya germ dibe û kanên avê bidawî dibin.

Hilberîna cureyek baştir ê genimê bi qasî 10-15 dor çandinê didome. Bi hezaran salan e ku mirov li çandina baştirîn cureyê genimê digerin. Bi pêşketina zanistiya genetîkê şoreşên mezin di warê çandiniyê de rû didin.
Zanyarên Zanîngeha Liverpoolê, destketinên xwe bo parvekirinê ji komên lêkolînê yên welatên din re jî dişînin.
Eko-sazûmana Kurdistanê di van 50 salên dawî de serobino bû. Çêkirina bendavên elektrîkê, şewitandina daristanên xwezayî, ceribandina çekên kîmyayî, zêdebûna nifûsê, qedexekirina zozanan, koçberkirina komên xelkê hwd. eko-sazûmana Kurdistanê xist bin xetereya mirinê.
Mixabin ti xebateke sazî, komele û partiyeke Kurdistanê bo eko-sîstema welatê me nîne.
28ê gelawêjê 2010
Nasname

Yorumlar (0 gönderildi):

Yorum yaz comment

Yorumlarınızı aktarırken kişi hak ve özgürlüklerine saygılı olmanın yanısıra, nitelikli görüş ve eleştirilerinizle katkı sunmanızı bekliyoruz. Katkısı olmayan, ilgisiz ve eleştiri sınırlarını zorlayan yorumlar yayınlanmayacaktır.

Güvenlik Kodu: