Ji çapemeniyê û raya giştî re
Piştî van daxuyaniyan berfirehbûnên bi sosret destpêkirin. Hin navendên polîtîk li hemberî grûbên polîtîk yên kurd; Rêxistinên Civatê yên Sivîl û rêxistinên pîşeyî ku wek wan nafikirin û xwedî helwestên ji yên wan cuda ne, di hemû qadên jiyanê de li peyhev, dest bi gef û gurr û daxuyaniyên bi tometên giran kirin.
Ji Çapemeniyê û Raya Giştî Re
Wek grûbên Kurd ên ji dîtinên cuda, di daxuyaniya çapemeniyê, ya di roja 19.08.2010 an de, me dîtinên xwe yên li ser Pakêta Veguhertina Destûrê diyar kiribû ku ev veguhertin, di gel ku bersiva daxwazên me yên bingehîn nade, lê belê, ji ber rê li ber guhertin û veguhertinên nuh vedike, di gel kêmaniyên wê,me erêya xwê bi we re parvekiribû ku em gaveke bi pêşve dibînin.
Di vê navberê de, (piştî daxuyaniya me) gerek li Diyarbekirê, gerek li bajarên li herêmê, gelek saziyên civatê yên sivîl di daxuyaniyên xwe de ditînên xwe yên li ser Pakête Veguhertina Destûrê anîn zimên. Di daxuyaniyên wan de yên ERÊ, NA û BOYKOT bilêv dikirin hebûn.
Piştî van daxuyaniyan berfirehbûnên bi sosret destpêkirin. Hin navendên polîtîk li hemberî grûbên polîtîk yên kurd; Rêxistinên Civatê yên Sivîl û rêxistinên pîşeyî ku wek wan nafikirin û xwedî helwestên ji yên wan cuda ne, di hemû qadên jiyanê de li peyhev, dest bi gef û gurr û daxuyaniyên bi tometên giran kirin.
Ev helwesta gelekî balkêş û hizirdar, ji alî ”yên demokrasî û aştiyê diparêzin”, li Diyarbekirê, li ber çavên me ciriya, di heman katê de, helwesta yên pirrengînîbûna tevgera kurd ji xwe re metirsî dibînin diyar dike.
Ev helwesta em dibêjin, nepejirandina pirrdengîyê ye û ava xwe ji nerehetiya ji berfirehbûna demokrasiya kurd veduxwe. Em vê helwestê û nerîna polîtîkî ya bi vî rengî talûke dibînin.
Di siyaseta Kurd de, pirrengî, pirrdengî, hem dewlemendiyek e û hem pêdiviyeke çarenivîsaz e. Bîrûbaweriyên cuda û helwestên berhema vê yekê di tekoşîna azadî u nûjeniya civata me de, ji bo hevdembûnê grîng, granbuha û hêja ne.
28.08.2010
Amed
Partîya Maf û Azadîyan (Hak ve Özgürlükler Partisi)
Lêgerîna Kurdên Demokrat (Demokrat Kürtlerin Arayışı)
Tevgera Demokratên Şoreşger a Kurd (Kürt Devrimci Demokrat Hareketi)
Guruba Dîcle û Fîrat a Diyalogê (Dicle Fırat Diyalog Grubu)
Nasname/Nûçe



Yorumlar (1 gönderildi):
Divê Kurd vê Referandûma hanê bi kêrî xwe bînin!
Binêrin..
Ji xwe PKK/BDp rengê xwe diyar kiriye.
Ji bilî PKK/BDP'ê hema bêjim hemû Kurd dibêjin ERÊ.
Ka bibin YEK.
û di hemû tiştên wisa de digel hev tevbigerin/bixebitin.
An na ne hûn ê bi kêrî tiştekî bên ne jî kurd tiştekî bi dest bixin.
Baran
Yorum yaz