Îran di remezanê de jî nasekine
Komara Mollayan Îran, bi navê Îslamê agir li misilmanan dibarîne. Van rojên pîroz ên remezanê de qetla Kurdan dike. Bi navê Îslamê bi hezaran ciwanan darve dike, keç û jinan dide ber keviran. Îran ji roja ava bûye heya niha li hundir û derve dijminiya Kurdan dike. Îran roj nîne ku axa Herêma Federal a Kurdistanê topbaran bike. Mixabin dinya ji bo berjewendiyên xwe bêdeng dimîne. Topbarana Îranê hestên yekîtiya Kurdan xurt dike. Fermo nûçeyê bixwînin:
Saet 16:30ê vê êvarê (23ê gelawêjê) topxaneyên Komara Îslamî ya Îranê bo duyem car di meha Remezanê de topbarana gundên quntara çiyayê Qendîlê li sînorê qezaya Pişderê kirin.
Rêvebirê nehiyeya Sengeserê Ebdullah Îbrahîm PUKmediayê re ragihand ku vê êvarê topxaneyên Îranê Dola Resûl, Qeletûka û çend gundên din dane ber topan.
Îbrahîm aşkere kir ku topên nêzî avahiyan teqiyane û ev jî bûye sedema metirsiyê li ser jiyana gundnişînan û agireke mezin ketiye navçeyê ku ew agir ji nehiyeya Sengeserê tê dîtin.
Ebdullah Îbrahîm amaje bi wê yekê jî kir ku destpêkirina topbaranên gundiyên Qendîlê şok kiriye û egera wê yekê heye ku malbatên ku di nav çend hefteyên bihurî de vegeriyan gundên xwe, ji nû ve koçber bin.
23ê gelawêjê 2010, PUK Media
Nasname



Yorumlar (0 gönderildi):
Yorum yaz