Nasname Ozgur Bireyler Toplulugu: Mîhrîcana yekem a Çand û Kelepûra Kurdî li Oslo Mîhrîcana yekem a Çand û Kelepûra Kurdî li Oslo ================================================================================ Nasname - : on 25 Aug, 2010 04:59:00 Li gor belavokekê ji Komeleya Kurdên Sûriyê li Norwêcê, ku wêneyek jê gihişte AKnewsê tê de hatiye ronîkirin, “Bi armanca avakirina pirrên rewşenbîriyê di navbera gelên cîhanê de û pênasîna çand û doza kurdî bi gelên cîhanê de, di 28 tebax 2010ê de mîhrîcana yekem ya Çand û Kelepûra Kurdî li paytexta Norwêcê Oslo dest pê dike.” Her wiha belavok xuya dike, “Ahenga vekirina mîhrîcanê li meydana "Vatrland" li naverasta Oslo ya paytext û bi beşdariya nûnerên Wezareta Rewşenbîriya Norwêcê û nûnerên Encûmena Parêzgeha Oslo û yên rêxistinên Kurdistanî yê n li Norwêcê tê lidarxistin.” Derbarê çalakiyên mîhrîcanê de jî biryar e, gelek komên floklorî yên kurdî û cîhanê ji deverên cihêreng ên cîhanê beşdar dibin, her wiha gelek hunermendên kurd û pêşandanên cilûbergên kurdî, zêdebarî pêşangeheke fotografan. 24ê gelawêjê 2010, AK News Nasname