Siyaseta biyaniyan a Almanyayê: "Ji Tirkan re her tişt, ji Kurdan re ne tişt"
Federedewleta Berlînê niha dixwaze Tirkan bike memûrê dewletê. Ango karmendên saziya xebatê (Arbeitsamt), polîs, bankager, sendîkavan, postager ûêd dê ji Tirkan bin. Lê Kurd ditirsin ku karmendên Tirk ji wan re nebaş bin, neheqiyê li wan bikin. Lewra heya niha gelek caran polîsên bi eslê xwe Tirk in, li Kurdan xistine, bi hestên dijminî tevgeriyane.
Dê çarenûsa (qedera) Kurdan bikeve destên Tirkan?
Kurd bêkar ma dê Tirkê li Arbeitsamtê jê re kar bîbîne. Sûcek kir dê polîsê Tirk lêpirsîna wê bike. Çû bankayê dê Tirk jê re bêje ka kara wê di kû de ye, li kargehê dê sendîkavanê Tirk mafên wê biparêze, nameyek ji Kurdistanê hat dê postagerê Tirk bide destên wê.
Gelo ev kete serê we?
Helbet siyasetmedarên herêma Berlînê viya rasterast wisa bi nav nakin, jê re dibêjin "bilindkirina asta tevlîbûna desthilatiyê ya biyaniyan". Lê mirov dikare bas fêhm bike ku ew behsa Tirkan dikin. Dinya pê dizane, li Almanyayê herî pirr Tirk hene û herwiha li Berlînê jî ji 6 parên gelheyê Tirk in.
Şaredarê Berlînê Klaus Wowereit ku bi Tirkheziya xwe tê nasîn, got ev daxwaza wan di xêra Almanyayê de ye lewra heya niha wan xeta kirine, hejmara memûrên biyanî kêm girtine.
Berpirsiyarê koçberî û lihevhatinê ya federedewleta Berlînê Günter Piening jî got ev daxwaz bi serê xwe hemî pirsgirêkan safî nake, pêwîst e biyanî (ango Tirk) di çêkirina zagonan û parlamenê de jî hebin.
Berlîn wekî bajareke Tirkiyeyê bûye. Her tiştên Tirkan hene. Şaredariya wê pirrzimanî xizmetê dike. Di tevahiya jiyanê de zimanê Tirkî heye. Heya bigire li hin taxên Berlînê tabelên kolan û meydanan jî bi zimanê Tirkî ne.
Li Almanyayê li dora 2 milyonî Tirk hene. Statîstîkên Tirkan behsa 4 milyonî dikin. Hejmara Kurdan ne diyar e. Lewra sazî, pêşengên Kurdan bi xwe jî nizanin û heya niha xem nekirine.
Kurdên beriya 80'î hatine, pirranî xwe wekî Tirk tomar kirine. Wê demê saziyên Almanyayê Kurd di bin navê Tirk de tomar dikirin.
Îro Almanya behsa nîv milyon Kurdan dike. Hin rojnameyên Almanan nivîsîn ku hejmara Kurdan Germanistanê 800 hezar e. Bi giranî penaber in Kurd.
Partiyên Kurdan guh nedane dîplomasiyê, aborî û jiyana sosyal. Kurd wekî pez, xwe jî şivan dîtine. Mehanî girtine, xelk birine şev û şevbirkan, kovarên xwe dane wan. Karên wan bi dawî bû jî, silav nedane gel.
Hikûmetên Alman jî di bin siya hevalbendiya dîrokî ya Tirk-Alman de, Kurd bi erzanî firotine. Tirkiyeyê gotiye, filan-bêvanî teslîmê min bike, wan kirine. Tirkiyeyê gotiye, nehêlin Kurd bipêşbikevin, wan jî wisa kirine.
Tirk bûne polîs, karsaz, dîplomat, bijîşk, siyasetmedar lê Kurdan re tenê meş û mîting maye. Ka hela binêrin kengî Almanya jî bibe Tirkiye û hela binêrin ka pêşengên me çi daxûyaniyê didin.
22ê gelawêjê 2010
Bavê Îsmaîl



Yorumlar (0 gönderildi):
Yorum yaz