Tirkomanan serokê xwe yê peyayê Tirkiyeyê ye, dan ber keviran
Tirkomanên hatine li Kerkûkê bicih bûne, serokê Eniya Tirkomanan a Îraqê ku girêdayî artêşa Tirkiyeyê tevdigere, li taxa Mûsellayê dan ber kevir û firengiyan (tomat). Ev enî li provokasyonan digere û dijminiya Herêma Federal a Kurdistanê dike. Hin rojavayî vê komeleyê wekî yekîneyek kontrgerîllayê binav dikin.
Tirkomanên Îraqê jî ji siyaseta Dewleta Romê ya ku li bêîstîkrarkirina Herêma Federal a Kurdistanê digere aciz in. Lê ji ber ku Tirkiye alîkariya diravî û medyayî dide wan, heya niha nekarîne xwe ji bendên Romê dûr bixin.
Xelkê Tirkomanan biratiyê bi Kurdan re dixwaze. Pirraniya Tirkomanên Kurdistanê dixwazin xala 140. bicih were û di bin desthilatiya Kurdistanê de bijîn. Lê Tirkiye û Îran û hin welatên Ereban nahêlin.
22ê gelawêjê 2010
Nasname



Yorumlar (0 gönderildi):
Yorum yaz