Anasayfa | Kurdî | Tu herbijî Mirê Hêkan!..

Tu herbijî Mirê Hêkan!..

Yazı boyutu Decrease font Enlarge font
image Yek Gulan!.. Çeşna Karkeran!..

Mirê Hêkan.. An ji Jamal Abdo... Celil'e Celil ew navê xweşik lêkir. Pîroz be. U her tim û tim bijî. Hûnermendê hêja bo Nasnamê sê xebatê xwe şandin. Eme yek bi yek bidin. Ceşna karkerên cihanê piroz bikin. Û emê bi Tirkî bêjin: Benim babam da bir 'ayak takımı'ydı sayın Erdoğan!.. Ya senin baban ne iş yapardı? Buyrun sen de yanıtını ver. Üretmek, çalışmak ve emekçi olmak ne zamandan beri 'Ayak Takımı' oldu? Selam ve devamla. 'ayak Takımı'nın çocukları olmak onurdur.

1‘ê Gulanê!
Li Te Pîroz be , li we Pîroz be
Li  Karkeran û  Kedkaran
Li bêkaran,rencberan,belengazan,û sêwiyan
Li Sivanan li Gavanan,li ye bê pêz û  dewaran
Li xwediye tembûran,awazan û birçiyên  dawetan
Li Nivîskaran,helbestvanan,Rexnevanan,
Û yên ku dixwasin bibin xwedi ye helwestan?
Li sewekaran,nîgarkesan û xwediye firçan
Li sanogeran û hemo dînen li ser dikan
Cejna kedê ya 1’ê Gulanê li hemiyan pîrz be

Li  bindestan,zehmetkesan,û kirtiye hebs û zindanan
Li azadixwasan, xwediye ramanan û miriye goristanan
Li hemo miroven bircî yen li ber deriye firnan
Li dikan li miriskan û yên ji xwere  digerin li kadinan
Cejna kedê ya 1’ê Gulanê li hemu kurdan pîrz be

    Mîre Hêkan ---Almaniya

 

Yorumlar (3 gönderildi):

NASNAME .. 30 Apr, 2008 02:23:35
avatar
Xort cıwanbu, bi xeliti yoruma te nehat weşandın. ji kerema wxe tu kari disa rebike.
f746 .. 30 Apr, 2008 04:06:48
avatar
Her yekê gulanê, ew karkerên ku li Ingiltera êrish dibirin ser alav û makîneyên fabrîkan tê bîra min. Di zanebûna wan de, dujmun ew makine bûn , ku dihisht yewmiya wan kêm bibe û kar ji destê wan here. Û raman ramanekê dikshîne ber xwe. Partiya me ya chekdar li bakurê Kurdistanê, pishtî ku serok Abdo berê wê ji avakirina Kurdistanê guhert û da alî armancên vala, nuha alozî û krîzek heye. Her chendê nayê zimên jî, krîz ji ber nebûna hedefekê û nebûna dujmunekî, rûdide û derdikeve. Naxwe divê stratejiyeka nuh, bi ittifaq û dujmunên nuh bêprogramkirin! Ittifaqên nuh Kemalizm û âlîgirên wê, armanc di bin sîwana Turkiyeka kemalîst de ji kurdan re NE TISHTEK, dujmun Israel û xelkê wê ye! Lê belê Israel ji welatê me dûre û xelkê wê mazlume,dostê kurdaye! Xem nake, heger muhemed nere chiyê chiya tê cem Muhemed! Vaye balafir û helîkopterên cengî yê Israel! PKK bi wan re sher dike! Wek ew karkerên hucûmî makînan dikirin!

Bi xwe Israel welatekî demokratîk li rojhelata naverast, xelkê wê mazlum û dostê qedîm yê Kurdaye. Lê ji bo serok Abdo qîmeta van tishtan nîne. Ew hevalê Filistîniyên hevkarên Saddam û Esedê Baasîye!Yekane hêza ku Kurdan dikare bike xwedî maf, bi destê Abdo di cahavên Kurdan de dibe dujmun.

Û li aliyê din serkêshê PKK paralel bi hatina buharê û rijandina xwîna ciwanên Kurd re, ji bazirganiya xwînê re kirasên nuh didrûn.Cemil cuma Bayik ji me re propaganda dewletek û du demokrasiyan dike. Fuad Kaytan êrishî demokrasiya Awrûpiyan dike û dixwaze ciwanên Kurd herin chiyê û ji van bazirganan re xwîna xwe birijînin.Chiye? Li Awrûpa demokrasî nîne, li cem PKK heye! Demagojiyeka bê hempa!Ne bese ciwanên Kurd ji bo rehetiya Abdo bi polîsên awrûpî re didin sherkirin nuha jî dixwazin wan bikshînin chiyê û xwîna wan biherikînin. Ji bo chi? Ji bo kîjan sherî? Sherê we ji bo chiye? Doza we ji bo chiye? Hûn dewleteka kurdî naxwazin, li bashûr hûn dujmunatiya dewleta Kurd dikin, hûn ji bo chi hîn jî xwîna zaroyên Kurdan dirjînin? Chi digot serok Abdo ji hevalê xwe Perînchek re? "Tirsa min ne ewe ku xwîn biherike, tirsa min ewe ku xwîn bisekine!"

Tirsa bazirganên xwînê ewe ku xwîna zaroyên kurdan nema biherike.Loma jî bi hatina buharê re her yek ji alî xwe ve ketinin nava xebatê. Emê bi chi chavî li gotinên Aysel Tuglukî bo kemal,binêrin? Di kurdî de gotinek waha heye;"Nikare bi kerê dibeze kurtên" Aysel Tugluk, tenê kirasê li ser lashê tazî ye! Muhendizê vê projê serok Abdo û polîtburoya wî ye. Nabe em bên lîstika Abdo û dewleta wî. Karê li ber kurdan divê sekinandina xwînê be! Vaye heya PKK ji xwe re dujmunekî bibîne artêsha tirk wê bê hawara wê û bi rola dujmun rabe! Lê êdî tê zanîn bê ji bo chî ev sherê duqolî li dare? Gava ev sher li dar e, tu kes nikare bipirse, bê ji bo chi Infrastruktura Kurdistanê ne ava ye. Ji ber ku PKK dewletê û dewlet PKK tawanbar dike. Û gel belengaz dibe û dewlet û PKK xurt dibin. Her du jî razî û memnûnin.

Bi gotin û tiyatroyên ashîtiyê jî nexapin!Ew hemû ji bo cebirandina krîza aborî ya Dewleta Tirkî bû,kû di sala 2000 an de êdî aborî nemabû. Rawestandina sher, nefes bû bona dewletê!Lê partiya chekdar bê sher her ku chû helya û bêquwet ket û nuha jî dora alîkariyê, ya dewletê ye!Li jêr navê operasyonan PKK xurt bike û bashûr sist bike!Nirxtirîn îtifaqa kurdan bi Israel re asteng bike û bi destê Kurdan xera bike! Û bila dewlet û hevkarê wê PKK bi hev re xwîna ciwanên Kurdan birjîne!

Hûn bi xwedêgiravî nivîsên vê dawiyê yên ronakîrên PKK jî nexapin, ku dibêjin ev kar bi ashitiyê nema dibe!Wateya gotinên wan ewe,êdî ew dem derbasbû, nuha ji bo bazirganiyê dor hatiye cengê. Helbet di nav wan de hin kesên naif henin û nizanin bê chi dibêjin!
Lê belê divê dê û bav bala xwe bidin ser zaroyên xwe û zaroyên xwe qurbanî nedin ji bo van bazirganên xwînê!Gerek nema dilopeka xwîna zaroyên kurd birje û biherike! Ne ji bo ashitiyeka bê wate, ne jî bona demokrasiya Abdulla Ocalan! Ji zaroyan bi rûmetir û bi nirxtir tishtek nîne! Vê derbarê de gotineka Maksîm Gorkî hêjayî dubarekirinêye. Hezkiriyên wî chaxa serdana wî dikin, ku lawek jê re bûye, ji wî dipirsin;

- Mezintirîn berhema we "dayik"a we ye?
- Na. Mezintirîn berhema min "law" ê mine!
xort ciwanbû .. 30 Apr, 2008 05:18:13
avatar
Lêborînê dixwazim,bi chewtî navê xwe li ser comentarê, min bi awakî din (f746) nivîsîye!

Yorum yaz comment

Yorumlarınızı aktarırken kişi hak ve özgürlüklerine saygılı olmanın yanısıra, nitelikli görüş ve eleştirilerinizle katkı sunmanızı bekliyoruz. Katkısı olmayan, ilgisiz ve  eleştiri sınırlarını zorlayan yorumlar yayınlanmayacaktır.

Güvenlik Kodu:

  • email İlet
  • print Yazıcı versiyonu
  • Plain text Düz Metin