Avdila Hate Kemalê... Xort Ciwanbû
Yên ku birêz Abdullah Ocalan nas dikin, pê dizanin ku ew rojê çend demjimêran li ser hev neaxive, ew nikare rakeve. Li Suriyê, di wî ciyê ku navê wê kiribû Akademî û di Med-medya TV de nîvê şevan axaftinên wî yên bi demjimêran ku mirov pê sergêj dibû û tim heman gotinbûn, hîn di bîra mirovan de ye!
Ew neaxive ta digre û tendurustiya wî ya ku ji alî psikolojîk yekcar xerab, îcar bi fizîkî têk diche.Ev yek ne di berjewendiya dewleta Tirkî de ye.Ji psîkolojiya xerabe erê, lê ji nexweshiyeka fizîkî ya Abdullah beg re NA! Ji ber ku ew ji Tirkî re lazime.
Loma jî Adullah beg pêrgî avuqatan dibe, bi awakî periyodîk.Jê re pirtûkan chap dikin, mobîl telefonekê didin dest.(di 6 ê gulana 1999 an, berya derketina wî ya mehkemê, wî bi riya awuqatên xwe numareyên telefonê yên Cemil Bayik û endamên din yê polîturoyê xwestibû û gotibû heger û hûn chalakiyên li tirkî nesekinînin ezê bi xwe derkevim TV ye û baxivim.Ev belavok bo raya gishtî derket meydanê yan na, ez nizanim.. Lê nasekî min yê ku ez pir pê bawerim û wê demê li Xakurkê li cem Zekiyê bichûk (Ayhan Ciftci) ev chîrokna ji tirkî werdigerand kurdî, ji min re ev yek pishtrast kiriye.)
Diaxive,diaxive û diaxive...Kurd jî guh didinê.
Vê carê Adulah beg ne tenê pesnê Kemal dide, ew her waha ne razîbûna xwe bona kujtina Saddam nishan dide.Saddamê ku kurd bi saxî dixist gorê û bi deh hezaran jinên Kurd difrot erebên xwe!
Û Adoyê me li wir nasekine, ew dixwaze Hîtlerê nazî wek piyonê cihuyan ji me re d bide nasîn. Xwedê giravî ew Hîtler,yê ku 6 million cihûd di firnan û di odeyên gazê de peritandibû, polîtîka Cihûdan bi cîh tanî.Cihûyan xwestinin xwe di odeyên gazê bikujin û bi millionan jî belengaz û reben û revende bibin!Yanî serê kurdan yê tevlihev, her tevlihev bike! Ji o kurd neyên ser hishên xwe! ji bo nema karibbin chep û rastên xwe ji hev derxin!
Vaye di 30 ê Nîsanê de yadimaniya Xolokoust ê ye.Careka din dunya yê bibînin, ku bê cihûd chawa pêrgî zulmeka mezin û giran bûnin.Roja genosîda Ermenan 24 ê Nîsanê û ya Cihûyan 30 ê Nîsanê! 6 roj di navberê de! Ji xwe Hîtêrê Nazî gotibû," Tirkan Ermen tunekir, ka, ma kes bahsa wan dikin?"
Hîtler bi xwe ji me re mamostayên xwe bi nav dike û Abdoyê me radibe û ji me re bi gotinên absurd dilorîne!
Van rojan hêzên PKK yên artêsha Tirk vexwendiye bashûr.Destê operasyoneka i ser xaka bashûr, li guhê wê ye...Ne tenê ev 30 salin gundikek rizgar nekirin, lê belê ev sî salin ew Kurdistana bashûr ya ku ji leshkerên Saddam paqihj û rizgar bûye,nuha dikin jêr postalên tirkan!Ji nuha ve dîsa destpêkirinin û davêjin Barzanî!Lê belê Barzanî gotiye BES ji sherê birakujiyê re..Tevî waha jî her du lingên wî dixin solekê!Xwiya ye chare ewe,ku PKK ji bashûr derkeve û herin li chiyayên bakur mêrxasiyê bikin. Ma ne bese, ev sî salin Cuma, Abas û hevalên wan li wirin? Yan ew jî wek serokên xwe newêrin vegerin chiyayên bakur yên asê û bilind!
Û gotineka dawî bo Kurdên bakur.
Gelo ji bo chi ew dibin murîdên Abdo?
Bersiva vê pirsê em bi gotineka Balzac bidin;
" Ne tenêbûn ba, gelo sheytanê bikariya ji xwe re heval bidîta?"



Yorumlar (0 gönderildi):
Yorum yaz