Çend Pirs.
Xort Ciwanbû –Serşîrovekarê Nasnamê
Mêş, bi xwe ne tiştek e, lê belê dilê mirovî ji xwe dixelîne.
Bûyer û rûdanên li bakurê Kurdistanê, dihêlin ku herî pir, ev zanyaran bi awakî intensîv di vê demsalê de bixebitin; politolog û psikoterapist! Hatina buharê û guherîna av-hewayê,çêbûna zemînê şivên polîtîk û militarî li navçeyê û pêve girêdayî, bêhtir rûdana nexweşiyên ta, isterî, paranoya û şizofrenî (wek ku em di trajî-komediya Imralî û serokê KCK de dibînin) dihêlin ku polîtolog û psikolog vala nemînin...
Tevî ku ez ne psikologim, ez destnişankirina mamoste Gülmüs ji alî ANF û Aygan wek hevkarê mît ê, bi vê yekê girêdidim.
Heya îro dibe ku li dunya me ji nav hemû gel û netewan , Kurd ji dijminên xwe re bûnin xulam û xizmetkar. Li gel ku gelek kes û rêxistinên Kurdî hevûdu bi sîxurî û casustiyê tawanbarkiri bin jî, û çendî tahl û tuj be jî divê bê gotin, ku Kurd wek gel ji ber statuya xwe bi awakî sistematik ji bo yên xeynî xwe hatinin bikaranîn.
Em ji vê çîrokê derbas bibin!
Derbarê dîrok û avahiya ajantiyê de ez feqirê zanînê me, lê di wateya klasîk de heger em li bêjeya "Ajan-ajantî" yê binêrin, wê çaxê emê neçarî gotinê bibin û bêjin, ku;
1- Îftîraya îtîrafkar Aygan di ANF de bi yek gotinê absurd e!
2- Ez ji ANF dipirsim; di logoya NASNAME de ala Kurdistanê heye û hûn wek ajansa Kurdistana bakur û li Awrupa di nava azadiyê de bona çi di logoya we de ala rengên Kurdî nînin?
Di NASNAME yê de beşê kurdî heye , bo çi ANF hemû bi Tirki ye? Gello hûn nûçe û agahdariyan didin tirkan?
Hûn ajansa Tirkan in?
Logoya we "AF" di Kurdî de "baxşandin" e. (Bala xwe heger hûn bidin logoya wê ajansê hûnê bibînin) Hûn baxşandina xwe ji kê dixwazin, Navê rojnama PKK ya li Awrupa özgür politika ye.
Çi girêdana vê kurtebêjeya "AF" bi " Özgür Politika" heye? Ev daxwazên kênin?
Navê partiya DTP vê sêkenara daxwazên we sembolîze dike! Af,özgür politika û “demokratîk toplum”, ji bo van tiştan hûn xwîna Kurdan dirjînin?
Bona çi PKK û destgeh û saziyên wê ala Kurdistanê nasnakin?
Tevî ku PKK ji hemû kesan bêhtir dengê xwe ji bo yekîtiyê dike (biharan, dema operasyonan) , wek gava ewelîn bo yekgirtinê ,vê ala Kurdistanê ku hemû hêz û rêxistinên Kurdan ew pejirandiye, bo çi PKK napejirîne?
HPG bo çi gel naparêze û ji gel re dibêje min biparêz e?
CTP yê gotibû, ku Ocalan bi awakî psikolojîk ne di rewşek normalde ye, kesekî bi psîkolojîk ne normal ji bo çi hîn li ser e?
Û gelek pirsên din.



Yorumlar (0 gönderildi):
Yorum yaz