Nasname Ozgur Bireyler Toplulugu: Pîrozbahiya Kurdên Komara Azarbaycanê, Bakûyê Pîrozbahiya Kurdên Komara Azarbaycanê, Bakûyê ================================================================================ Nasname - : on 12 Mar, 2010 09:24:00 Serokê Komara Îraqa Federal, birêz Mam Calal Telabanî û Serokê Herêma Kurdistana Federal, birêz Mesûd Mistefa Barzanî, em Kurdên Komara Azerbaycanê, Bakûyê bona serkeftin û şahnaziya hilbijartina Parlamena Îraqa Federal bi rewşeke dêmokrasî we rêzdaran, gelên Îraqa Federal û taybet, gelên Kurdistana Azad, bi coşeke bêhember pîroz dikin û gelên Îraqa Federal re her tim serkeftin, serxwebûn û azadiyê ji Xwedayê mezin hêvî dikin. Ev hilbijartina dawî, dubare da xuyakirinê wekî, rastî jî bi serkariya Serokê hêja, Mesud Mistefa Barzanî, li Herêma Kurdistana Federal demokrasî, serbestî, azadî û aramî cîkî girîng digire. Bona wê jî, wextê hilbijartinê li Kurdistana Azad ti bûyer çênebûn. Kurdistanî serbest, serbixwe bi aramî çûne ser sindûqan, dengên xwe dan û bijarên xwe kirin, wekîlên xwe jibartin. Ev aramî ji siyaseta demokrasiya Serokê hêja, Mesud Mistefa Barzanî pêş tê. Û ev hilbijartin da xuyakirinê wekî dêmokrasiya Serokê hêja, Mesûd Mistefa Barzanî ji dêmokrasîyên dewletên sed salan dêmokratdire. Bila Kurdistanî, piştgiriya dêmokrasiya serokê hêja Mesûd Mistefa Barzanî bikin û rojên jiyanên xweye reşe tarî ti wext bîr nekin. Ev azadî, kedên serkariya malbetên Telabanî û Barzaniyan e wekî, bi salên dijwar û dirêj bi xwîna pêşmergeyên qehreman hatiye destxistin. Ev hilbijartina demokrasî, bona Rojhilata Navîn wê bibe minak û şewqa xwe bavêje ser her çar parçeyên Kurdistana pîroz û Rojhilata Navîn. Bi hurmet û rêz: Tahir Silêman, sernivîsarê rojnameya DÎPLOMATê Profesor Dor. Xêyrî Neşet Mîrsêvdînî, Nerîman Eyyub , helbestvan Ramîzê Musa,helbestvan, Xoşnab Çiraqov Dostelî Paşayêv, doktor Sîyabendê Huseyn, mamoste Elîxanê Qadir, endezyar Xalidê Barî, Keremê Oric, Bakû Azerbaycan. Netewe Nasname