Anasayfa | Kurdî | Pîrozbahiya Kurdên Komara Azarbaycanê, Bakûyê

Pîrozbahiya Kurdên Komara Azarbaycanê, Bakûyê

Yazı boyutu Decrease font Enlarge font
image

"...Ev hilbijartina demokratîk, bona Rojhilata Navîn wê bibe mînak û şewqa xwe bavêje ser her çar parçeyên Kurdistana pîroz û Rojhilata Navîn..."

Serokê Komara Îraqa Federal, birêz Mam Calal Telabanî û Serokê Herêma Kurdistana Federal, birêz Mesûd Mistefa Barzanî, em Kurdên Komara Azerbaycanê, Bakûyê bona serkeftin û şahnaziya hilbijartina Parlamena Îraqa Federal bi rewşeke dêmokrasî we rêzdaran, gelên Îraqa Federal û taybet, gelên Kurdistana Azad, bi coşeke bêhember pîroz dikin û gelên Îraqa Federal re her tim serkeftin, serxwebûn û azadiyê ji Xwedayê mezin hêvî dikin.

Ev hilbijartina dawî, dubare da xuyakirinê wekî, rastî jî bi serkariya Serokê hêja, Mesud Mistefa Barzanî, li Herêma Kurdistana Federal demokrasî, serbestî, azadî û aramî cîkî girîng digire. Bona wê jî, wextê hilbijartinê li Kurdistana Azad ti bûyer çênebûn.

Kurdistanî serbest, serbixwe bi aramî çûne ser sindûqan, dengên xwe dan û bijarên xwe kirin, wekîlên xwe jibartin. Ev aramî ji siyaseta demokrasiya Serokê hêja, Mesud Mistefa Barzanî pêş tê. Û ev hilbijartin da xuyakirinê wekî dêmokrasiya Serokê hêja, Mesûd Mistefa Barzanî ji dêmokrasîyên dewletên sed salan dêmokratdire.

Bila Kurdistanî, piştgiriya dêmokrasiya serokê hêja Mesûd Mistefa Barzanî bikin û rojên jiyanên xweye reşe tarî ti wext bîr nekin.

Ev azadî, kedên serkariya malbetên Telabanî û Barzaniyan e wekî, bi salên dijwar û dirêj bi xwîna pêşmergeyên qehreman hatiye destxistin.

Ev hilbijartina demokrasî, bona Rojhilata Navîn wê bibe minak û şewqa xwe bavêje ser her çar parçeyên Kurdistana pîroz û Rojhilata Navîn.

Bi hurmet û rêz:

Tahir Silêman, sernivîsarê rojnameya DÎPLOMATê
Profesor Dor. Xêyrî Neşet Mîrsêvdînî,
Nerîman Eyyub , helbestvan
Ramîzê Musa,helbestvan,
Xoşnab Çiraqov
Dostelî Paşayêv, doktor
Sîyabendê Huseyn, mamoste
Elîxanê Qadir, endezyar
Xalidê Barî,
Keremê Oric,


Bakû Azerbaycan.


Netewe

Nasname

Yorumlar (0 gönderildi):

Yorum yaz comment

Yorumlarınızı aktarırken kişi hak ve özgürlüklerine saygılı olmanın yanısıra, nitelikli görüş ve eleştirilerinizle katkı sunmanızı bekliyoruz. Katkısı olmayan, ilgisiz ve eleştiri sınırlarını zorlayan yorumlar yayınlanmayacaktır.

Güvenlik Kodu: