Nasname Ozgur Bireyler Toplulugu: Piştgiriya ku li Serok Talebanî tê kirin firehtir dibe Piştgiriya ku li Serok Talebanî tê kirin firehtir dibe ================================================================================ Nasname - : on 12 Mar, 2010 09:10:00 Cîgirê serkomarê Îraqê Tariq Haşimî jî di beyanameyeke nû de ragihand ku ew rêz li wê çendê digire ku Mam Celal wek serkomariya Îraqê bê hilbijartin û bêyî cidahî posta serkomariyê mafê hemî welatiyên Îraqê ye. Endamê parlamentoya Îraqê yê ser bi Eniya Tewafiqê Reşîd Ezawî jî di daxuyaniyekê de got: "Herçende hê encamên dawîn yên hilbijartinê nehatine ragihandin Em wek erebên sinne, bi me baş e prosesa siyasî û destûra Îraqê û tewafuqa navbeyna hêzên siyasî dom bike. Em hêvîdar in Serok Talebanî dîsa bibe serkomarê Îraqê." Çend roj berê Tarik Haşimî di daxuyaniyekê de gotibû: "Îraq welatekî ereb e loma divê serkomarê bibe kesekî ereb". Herwiha piştî Haşimî jî siyasetmedarê şovenîst Usame Nucefî ku erebekî sinne ye, di daxuyaniyeke xwe de got: "Em qebûl nakin Celal Talebanî dîsa bibe serkomar, divê serkomarê Îraqê bibe erebekî sinne". Piştî çend daxuyaniyê bi vî rengî jî serokatiya herêma Kurdistanê duhî beyanameyek derxist, tê de rexne li nêrînên şovenîst ên hin şaxsiyetên li Îraqê girt û got : "Namzetê me yê ji bo posta serkomariya Îraqê cenabê Celal Talebanî ye. Di maddeya 14yê destûra Îraqê de bi aşkereyî tê gotin, bêyî cidahiya regezî, etnîkî û neteweyî hemî welatiyên Îraqê yeksan in, wek di maddeya 168ê de tê gotin, bêyî liberçavgirina nasnameya wî/wê ya etnîk, neteweyî û nasnameyên din, kesê ku bav û diya wî/wê Îraqî ye dikare xwe ji bo serkomariya Îraqê bike namzed." Serokwezîrê Kurdistanê Berhem Salih jî di daxuyaniyeke xwe ya vê dawiyê de li ser vê mijarê got: "Bi ya min tenê kurd nabêjin bila Serok Talebanî dîsa bibe serkomarê Îraqê, çimkî gelek hêzên li Îraqê jî dixwazin ew dîsa bibe serkomarê Îraqê. Heta niha ji bo posta serkomariyê kes derneketiye ku pêşbaziyê bi serok Talebanî re bike." Endamê serkirdayetiya YNKê Sadî Ahmed Pîre jî da zanîn ku hemî serkirdeyên Îraqê piştgirî li Serok Talebanî dikin ku dîsa bibe serkomarê Îraqê. 11ê adarê 2010, PUK Media Nasname