Nasname Ozgur Bireyler Toplulugu: Bi hev re strana "Welatê Min" gotin Bi hev re strana "Welatê Min" gotin ================================================================================ Nasname - : on 12 Mar, 2010 09:53:00 Di vê konsertê de Şivan perwer jî amade bû. Herwiha li gel wezîrê rewşenbîrî yê Tirkiye Ertugrul Gunay, sefîrê Tirkiye yê li Almanya Ahmet Acet û parlementerê Ak-Partî yê Amedê Abdurrahman Kurt jî amade bû. Di beşa dawî ya konserê de, wezîrê rewşenbîrî yê Tirkiye Ertugrul Gunay, sefirê Tirkiye yê li Almanya Ahmet Acet, serokê parlemena Almanya yê Kevin Rita Süssmuth, valiyê Antakya Ahmet Kayhan û serokê şeredariya Antakya Lutfu Savas derketin ser sahnê li gel koroyê strana 'Welatê Min' gotin. Ev stran li gel Şivan Perwer gotin. Wezîrê Rewşenbîrî Gunay di vê derbarê de got: "Şevek gelek baş pêkhat me li gel Şivan stran got" Şivan jî got: "Ev welat yê me tevaye û ev jî stranên me teva ne, helbet ez ê bistrînim". Herwiha Şivan got ku, ew ê di demeke nêzîk de here Tirkiye. 11ê adarê 2010, Rojeva Kurd Nasname