Li Herêma Kurdistanê piraniya dengan PDK’ê bi dest xistiye
Di hilbijartina 7’ê adarê ya ji bo parlamentoya Îraqê de PDK’ê ji 38%, YNK’ê ji 30%, Lîstaya Goranê ji 17%, Yekgirtiya Îslamî jî ji 10%'ê dengan bi dest xistine.
Li gor encamên nefermî Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê li parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Dihok, Kerkûk û navçeyên nakokbar li pêş e. Çavkaniyên nêzî Lîsteya Goranê jî aşkere kiribûn ku Lîsteya Goranê piraniya dengên parêzgeha Silêmaniyê bi dest xistiye.
Li gor hin çavkaniyên bawerpêkirî di hilbijartina 7’ê adarê ya ji bo parlamentoya Îraqê de Partiya Demokrat a Kurdistanê bi destxistina ji 38%’ê dengan pleya yekem bi dest bixe.
Piştî PDK’ê jî di hilbijartinê de Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê ji %30, Lîstaya Goranê ji 17%, Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistanê jî ji 10%’ê dengan bi dest xistine.
Duhî jî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê ragihand ku li seranserê Îraqê jin 62% dengderan beşdarî hilbijartinê bûne.
Li gor komîsyona navborî rêjeya beşdarîkirina hilbijartinê li Hewlêrê ji 76%, li Silêmanî ji 73%, li Dihokê ji 80%, li Neynewayê ji 66%, li Kerkûkê ji 73% û li Diyaleyê ji 61% bûye.
10ê adarê 2010, Dengê Azad
Nasname



Yorumlar (0 gönderildi):
Yorum yaz