Nasname Ozgur Bireyler Toplulugu: Peyama Serok Barzanî ya bo malbatên qurbanî yên Mezrayê (Xarpêt) Peyama Serok Barzanî ya bo malbatên qurbanî yên Mezrayê (Xarpêt) ================================================================================ Nasname - : on 11 Mar, 2010 04:43:00 Ev jî teksta peyama serok Barzanî: Ji bo malbatên birêz ên qurbaniyên erdheja li parêzgeha Elezîza Tirkiyeyê Silavên Xwedê li we bin Ji ber karesata erdheja parêzgeha Elezîza başûrê Tirkiyeyê ku gelek mixabinî bu sedema kuştin û birîndarbûna hejmareke zêdeyê xelkê devera me gelek xemgîn û dilgiran kir. Bi awayeke eşkere em hevxemiya xwe ji bo hemû malbatên qurbaniyan nîşan didin û ji Xwedayê mezin hêvî dikîn ku gelê Tirkiyeyê yê dost ji hemû nexweşiyek biparêzê û qurbaniyan jî bixe li ber rehmet û dilovaniya xwe û hêviya başbûneke lezgînî jî ji bo birîndaran dixwazim. Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê 10/03/2010