Nasname Ozgur Bireyler Toplulugu: Bakurê Kurdistanê bi erdhejan diheje Bakurê Kurdistanê bi erdhejan diheje ================================================================================ Nasname - : on 10 Mar, 2010 05:25:00 Erdheja ku di 8ê adarê 2010ê de li parêzgeha Mezrayê rûdabû, ziyan dabû canê mirov. Hêza erdhejê 6.0 Richter bû di erdheja li dora katjimêr 4an rûda de, 57 kesan jiyana xwe jidest dan. Erdhejê bi giranî li gundên navçeya Depê xist. Kurdên xizan ku xaniyên xwe ji brîketên erzan û neşidyayî çêkiribûn, ziyana herî mezin dîtin. Gel niha di konan de, di bin sermayê de ye. Tê zanîn ku li Tirkiyeyê alîkarî bi ser dewletê re dikare bê kirin. Ango mirov nikare rasterast ji mexdûran re alîkariyê bike. Dewlet jî alîkariyên tên kirin nade gel. 10ê adarê 2010 Nasname