Anasayfa | Kurdî | Bakurê Kurdistanê bi erdhejan diheje

Bakurê Kurdistanê bi erdhejan diheje

Yazı boyutu Decrease font Enlarge font
image

Piştî erdheja li parêzgeha Mezrayê (Xarpêtê) pêk hat, erdhejek jî li parêzgeha Ezirganê rûda (9ê adarê 2010. katjimêr li dora 17). Navenda vê erdhejê 20 km li nêzîkî bajarê Ezirganê bû. Bi qasî ya Xarpêtê bi hêz nebû, 4.1 Richter. Vê erdhejê jî, pêlên dûmahîk jî ziyan nedan canên mirovan. Herwiha ziyan neda xaniyan jî.

Erdheja ku di 8ê adarê 2010ê de li parêzgeha Mezrayê rûdabû, ziyan dabû canê mirov. Hêza erdhejê 6.0 Richter bû di erdheja li dora katjimêr 4an rûda de, 57 kesan jiyana xwe jidest dan.

Erdhejê bi giranî li gundên navçeya Depê xist. Kurdên xizan ku xaniyên xwe ji brîketên erzan û neşidyayî çêkiribûn, ziyana herî mezin dîtin. Gel niha di konan de, di bin sermayê de ye.

Tê zanîn ku li Tirkiyeyê alîkarî bi ser dewletê re dikare bê kirin. Ango mirov nikare rasterast ji mexdûran re alîkariyê bike. Dewlet jî alîkariyên tên kirin nade gel.

10ê adarê 2010

Nasname

Yorumlar (0 gönderildi):

Yorum yaz comment

Yorumlarınızı aktarırken kişi hak ve özgürlüklerine saygılı olmanın yanısıra, nitelikli görüş ve eleştirilerinizle katkı sunmanızı bekliyoruz. Katkısı olmayan, ilgisiz ve eleştiri sınırlarını zorlayan yorumlar yayınlanmayacaktır.

Güvenlik Kodu: