Nasname Ozgur Bireyler Toplulugu: Qazaxan bi keviran zarokekî Kurd kujt! (Kazakhstan is Rogue state, failed state) Qazaxan bi keviran zarokekî Kurd kujt! (Kazakhstan is Rogue state, failed state) ================================================================================ Nasname - : on 08 Mar, 2010 02:29:00 Li gor ANF’ê piştî ku li gundê Lengerê ku nêzî Çîmkentê ye, roja duşemê ya bihurî zarokekî kurd ê bi navê Qadir Zahir (15) diyar nema, termê wî li nêzî rûbara Badanê hatiye dîtin. Di encama lêkolînan de aşkere bûye ku Qadir ji aliyê Qazax û Qirgizan bi kevirbarankirinê hatiye kujtin. Piştî bûyerê 9 kes hatine destgîrkirin û piştî lêpirsinê 8 ji wan hatine serbestberdan û kesekî bi binyad rûs jî bi tawana kujtinê hatiye girtin. Welatiyên kurd ên li wê navçeyê ji bûyerê dilteng in û ji wezareta navxwe ku hin polîsên payebilind jî tê de ne, şandeyek ji navçeyê re hatiye şandin. Gundiyên Lengênê diyar dikin ku kazax neyartiya kurdan dikin ku bûyera ku qewimiyê pêwendî bi wan nakokiyên bihurî re heye. Di meha sermawezê ya sala 2007’ê de jî her di navçeyên Çîmkentê de provakasyonek rû da bû, kazaxan êrîşî kurdan kiribûn, avêtin ser karxaneyên kurdan û ji ber vê yekê jî 7 gundên kurd jî xistibûn abluqayê. 06ê adarê 2010, PUK Media Nasname