Nasname Ozgur Bireyler Toplulugu: Rezîliya şaredariyên Amedê, qursên zimanê Tirkî didin, bûne ÇATOM Rezîliya şaredariyên Amedê, qursên zimanê Tirkî didin, bûne ÇATOM ================================================================================ Nasname - : on 07 Mar, 2010 07:07:00 Amed bûye Ahmed, Kurd bûye "Tirkê Çiyayî" Dewleta Romê 80 sal in bi tevayî hêza xwe li pişavtina (assîmîlekirina) Kurdan digere. Lê bi qasî PKKê ziyan neda Kurdan. Beriya ku PKK li Bakur serdest bibe, xelkê li gundan û navçeyan ciwan ciwan bi Kurdî diaxivîn. Lê îro şivanên serê çiyê jî bi Tirkî diaxive. Dewleta Romê bi "29 komkujî" nekarî me ji Kurdistanê biqetîne lê PKKê 5 hezar gund da tunekirin, 5 milyon Kurd ji Kurdistanê da derxistin. PKKê mala Kurdan mîrat kir. Mirovên herî qenc, zana, pêşketî û kêrhatî da şehîdxistin, windakirin. Dawiya dawiyê de Üveyşoğlu Abdullah Öcalan Paşa hat ser textê Zübeydeoğlu Kemal û ala teslîmiyetê bilind kir. PKK niha bûye qirnî, bi canê me ketiye. Bûye mixmixk (mêşûle, vizik) xwîna me dimêje. Armanca PKKê ya niha jiholêrakirina nivşên nû yên Kurd e. Ango dixwaze ciwanan bixapîne bikişîne Qendîlê û li wir bide kujtin. Dixwaze bi provokasyonên xwe, Dewleta Romê û cîhanê bikişîne ser Kurdistanê, Kurdistanê wêran û tarûmar bike. PKK ne ji bi xêrê ye. Dewletê sipasiya şaredariyên Amedê kir Şaredariyê Sûrê ya Amedê û Wexfa Alîkariya Sosyal û Hevkariyê bi navê KADEM (Kadin Destek Merkezî - Navenda Destdayîna Jinê) projektekê didin meşandin. Qaşo ew dê jin, temendirêj û zarokên Kurd ên ku neçûne dibistanê yan jî nekaribûne biçin dibistanê fêrî zimanê Tirkî bikin. Bi kurtî Kurdên assîmîle nebûne, assîmîle bikin. Heftiya derbasbûyî (yekemîn hefteya adara 2010), dîplom dan beşdariyan ku bi serkeftî fêrî Tirkî bûne, dikarin bi Tirkî bixwînin û binivîsînin. Di seremoniya dîplomdayînê de qeymeqamê dewletê Mustafa Kiliç, gerînendeyê perwerdeyê yê parêzgehê Ozcan Eren, rayedarên saziyên ku mirov nizane bi çi armancê hatine SELIS, KARDELEN, AÇEV, EPIDEM ûêd. jî tevlî seremoniyê bûn. Gelo belediyeya Sûrê şaxeke ÇATOMê ye? Serokê şaredariya taxa Sûrê Güler Şen di axavtinê de anî ziman ku wan bi serkeftin ev projekt meşandine, jin fêrî Tirkî kirine, hunera dezgehên hilberîna destî raveyê wan dane, ew bi van herduyan dikarin jiyana xwe hêsantir bikin. Tê zanîn ku di salên 1990î de Dewleta Tirk, bi navê ÇATOM (çok amaçlı toplum projesi - projekta pirralî ya civakê) saziyan li Kurdistanê vedike. Di van saziyan de, Kurd bi hin qursên hunera destî û zimanê Tirkî dihatin assîmîlekirin. Pirranî ev sazî li gundên cerdevanan dihatin vekirin. Lê piştî teslîmîyeta îdeolojîk a PKKê îcar li bajaran jî hatin vekirin. Niha gelek kes bi mafdarî dipirsin ka belediyeyên di bin kontrola PKKê de ne, gelo rola ÇATOMê dikin... 7ê adarê 2010 Nûce-Şîrove (B. Î.)