Nasname Ozgur Bireyler Toplulugu: Bila Roj TV here Kurdistanê Bila Roj TV here Kurdistanê ================================================================================ Nasname - : on 06 Mar, 2010 07:53:00 Çima naçe? Li Bakur destûra 24 saet weşana bi zimanê Kurdî hat dayîn. Çi digere li kolanên Ewropa? Helbet naçe lewra armanca vê TVê ne zimanê Kurdî û daxwazên Kurdan e. Ji bo wan tenê yek tiştek heye, ew jî Öcalan e. Öcalan jî peyayê dewleta kûr e. Dewleta kûr jî naxwaze aşitî û aramî di navbera Kurd û Tirkan de hebe. Pêdiviya wê bi provokasyonan, hêzeke ku qaşo li dijî dewletê derdikeve heye. Bi kurtî li ser çarenûsa gelê me lîstikan dilîzin, dafikan datînin. Çi xêra Roj TV ji me re hebûye? Ji bo me çi kirine? Xwedî li zimanê me derketine? Ji bo zarokan, jinan, cotyaran, ciwanan bernameyên bi Kurdî çêkirine? Di van bernameyan de pirsgirêkên gel anîne ziman? Bi Kurdî rêzefîlm amadekirine? Salê bi milyonan pereyan bi darê zorê ji xelkê me yê xizan digirin, bi wan pereyan di warê medyageriya Kurdî de xebat kirine, dem û dezgeh damezirandine? Helbet na. Sibeyê heya êvarê bangewazî qîrîne, Öcalan pesinandine, kurd vexwendine meş û mîtîngan. 60-70 % bi zimanê Tirkî program çêkirine lê dîsa jî di qada navneteweyî de xwe bi navê "TVa Kurdî" binav kirine. Kanaleke Kurdî wiha nabe. Roj TV li terorîzekirina gel geriyaye, Kurd wekî piyonên berdestê Öcalan hesab kiriye. Çu Yalçin Kuçuk hat cewriyên wî Berê Yalçin Kuçuk bû li Med TV, niha bi dehan Ergenekonîst hene di Roj TVê de. Ez nabêjim, ew bi xwe propaganda dikin. Yalçin Kuçuk bi salan di Med TVê de eqil dida me û paşê jî bi tewana endametiya rêxistina terorîst Ergenekonê hate binçavkirin. Darizandina wan didome. Beriya wê Dogu Perinçek hebû, her roj li ba Öcalan bû. Ew jî niha di girtîgehê de ye û bi endametiya birêveberiya Ergenekonê tê darizandin. PKK nahêle Kurd bibin xwedî sazîbûnên rûnîştî. Enstîtuyekê vedike, kê li wir bixebite dibe dike şervan. Dinyayê de tiştekê wisa dibe? Kanalên TVê vedike, li wir ji ber kû negotine "birêz Öcalan" li Kurdan dide, "çözümleme "yên Öcalan dide xwendin. Me dîtiye, bihîstiye, mirovên me bûne şahîd. Dinya viya dibîne û ti welatekê jî viya napejirîne. Çima îro ji Belgiyayê re hêrs dibin? Belgiya ji bo çi we xwedî bike? Ewropa û DYA li berjewendiyên xwe digerin. Carcaran hewceyiya wan bi rêxistinên wekî PKKê ku cografyayekê bêîstîkrar dike heye. Lê îro PKK bi îndîrektî ketiye bin kontrola Ergenekoniyan û devedorên nêzîkê wê. Ne otonomiyê dixwazin, ne federaliyê. Ne xema wan e Kurd, ne jî Kurdî. Belgiya yan Ewropa çima we xwedî bike? Çi xêra we ji Kurdan re, ji mirovahiyê re heye? We ji xeynî êş, azar, kujtin û malwêraniyê çi ji me re kiriye? We mala Kurdan mîrat kir û îro jî dibêjin "Kurdno werin TVa Kurdî vedigirin!". Biborin, ji xeynî mirîdan jî Kurd hene û êdî natirsin. Erê heya niha me nediwêrî em wekî Kurd dengê xwe bilind bikin. Ji aliyekê ve statûkoparêzên tarî yên dewletê, ji aliyê din ve jî yekîneyên kujeriyê yên Abdullah Öcalan, jiyan li me tarî dikirin. Lê îro êdî ne duh e. Kurd li xwe varqilîne, hêdî hêdî tên ser hemdê xwe. Roj were dê Kurd bi tevahiya dek û dolavên Apoyiyan bihesin. Roj were dê dîsa bihar were Bakurê Kurdistanê. Me ti xêr ji Roj TVê nedît Heya bigire me gelek ziyan ji vê kanalê dît. Di assîmîlekirina (pişavtina) jin û zarokên Kurd de roleke mezin lîst. Wisa kirin ku Kurdî axavtin, bi Kurdî siyasetkirin bû şermek. Politika diviyabû bi Tirkî bihata kirin. Zanistî, rojnamegerî diviyabû bi tirkî ba. PKKê û dezgehên wê mûzîka Kurdî xirab kirin. Bi ruhê mûzîka me lîstin, klasîkên me wergerandin Tirkî û ji me re tenê arabesk hîştin. Sûcên PKKê gelek in. Mixabin xûya ye ku heya statûkoparêziya dewletê hebe dê PKK û yên wekî wê jî hebin. Dewleta kûr nahêle PKK qels bikeve, Kurd serên xwe rabikin. Belgiyayê şermezar dikim û Belgiya dê ziyanê jî bibîne Ez Belgiyayê dîsa jî şermezar dikim ku li ser daxwaza Tirkiyeyê tevdigere. Azadiya çapemeniyê, weşanê hatiye binpêkirin. Belgiyayê dikaribû, doz li berpirsiyaran vebike, sûcê kê heye cezayê bide wê. Rêbaza wan pê girtin şaş bû û dê ziyanê bide Belgiyayê. Çawa? PKK ji xwe re nav û îtîbar çêkir. Rola mezlûmiyetê lîst. Dê dîsa kanalekê vebikin û ji ber ku zikê Belgiyayê dîtin dê karên xwe yên kirêt li vî welatî pêk bînin. Ango dîtin ku sazûmaniya Belgiyayê reaksiyonan dide, dilzîz e, ji provokasyonan re vekiriye. Xwe nekin qurbana Ergenekon û bûrokratên PKKê yên rantxwir Heger niyeta birêveberên Roj TVê paqij e, heger di dilê wan de hestên Kurdewariyê hene, dê berê xwe bidin Kurdistanê. Herên di nava gel de bijîn, li kolanên biyanistanê şerpeze nebin. Bila xwe nekin qurbana Ergenekonê û bûrokratên PKKê yê rantxwir. Bila zarokên me nedin kujtin, bila dawî li vê sanoyê bînin. 6ê adarê 2010 Bavê Îsmaîl - Kolonya (Köln), Almanya Ji aliyê Nasnameyê ve sererastkirina rêzimanî hatiye kirin.