Tirk nahêlin zimanê Kurdî bipêşbikeve, gef li Telekomê jî xwarine
Li Tirkiyeyê qaşo "Vebûna Kurd" heye, hikûmet zimanê Kurdî serbest dike. TVên Kurdî vedike, radyoyan serbest dike. Lê heman Tirkiye li derveyî welat bi hemî hêza xwe li dijî Kurdan têdikoşe, nahêle zimanê Kurdî pêşbikeve. Li Almanyayê nahêle 1 Milyon Kurd xwediyê ti mafekê be. Derket holê ku Tirkan gef li Telekomê jî xwarine.
Telekoma Almanyaya Federal ji xeynî Almanî bi gelek zimanan ji kiryarên xwe re xizmetê dike. Bi zimanên Ewropayê, Rûsî, Tirkî, Erebî ûêd. servîsên xizmetê avakiriye û karê mişteriyên xwe hêsan dike.
Mixabin bi qasî 1 Milyon nifûsa xwe Kurdên Almanyayê ji viya bêpar in. Kurd heger ku bi Almanî nizanibin, mecbûr in bi zimanên dagirkerên Kurdistanê Tirkî û Erebî biaxivin. Heger baş bi wan jî nizanibin hîç nikarin xizmetekê werbigirin. Ango bi pereyên xwe be jî xizmeta wan nayê kirin.
Helbet ev ne sûcê Telekomê ye. Li Almanyayê qedexeya zimanan nîne. Almanyaya Federal welateke demokratîk, aşitîxwaz û mirovhez e. Dewlet bi xwe tevlî karên fîrmayan û organîzasyonan nabe. Herwiha ji bo Kurdî jî ti nêrîneke wê ya neyînî nîne.
Me sedemê viya ji rayedareka Telekomê ku li Frankfurtê cihwar e, pirsî. Rayedar nexwest navê wê bê aşkerekirin. ji me re wiha got: "Herçendî ji Kurdan heya niha kêm daxwazî hatibin kirin jî, Telekomê sala 2003ê de xwest bi zimanê Kurdî jî servîsên xizmetê, bo mînak wergirtina agahdarî, xizmetê mişterîtiyê, xizmetên teknîkî ûêd. vebike û biryar hate stendin. Dema me dê êdî li xebatkarên ku bi Kurdî û Almanî dizanin bigeriya, ji nişka ve em rastî rexne û hişyarkirinan hatin. Tirkiyeyê yan em bêjin Tirkan gotin heger Telekom bi Kurdî xizmetê bide ew dê hemî têkiliyên xwe yên aborî bi wê re bibirrin. Hin kes jî hatin, bi devkî hişyariya me dan. Li jor çi bû, bû, biryara vekişîna ji Kurdî hate dayîn".
28ê reşemiyê 2010
Nasname



Yorumlar (0 gönderildi):
Yorum yaz