Gayê Anadolê
Azad
Li welatê Turkîyê lı herema Anatolîya navîn gundek hebû, gund mezin, erda we gelekî berfireh şînayî, çêrî, gîya gelek zêde bû. Gundî aborîya xwe bi piranî li ser pişta ga (heywan) bikar tanin. Lê li gundê me yê navdar bûyerek diqewime, demsalekê baran nayê av kêm dibe, çêre şîn nabe, gîya dişewite, erd zûwa çol rût dibe. Heywanê gund li xwe kêm dikin û herdiçe dihelin. Ev yek bala gundîyan dikşîne û li hev rûdinin, ji bo çareserîyekê bibînin.
Gundî bi roja li hev rûdinin bo çareserîyekê bibînin lê dikin nakin tu riyek bo biserkevin nabînin. Kalekî gund dibê “Me gayê xwe alimandine gîhayê şîn, em dikin nakin dawarê me kayê naxwin. Gelo emê karibin bi rêyeke çawa ji vê tengayîyê derkevin.”
Rûsipîkî gundî dibê “Dema Abdulhamîdê Sûltanê Osmanlî de ji herema Botan hinek Kurd koçberî gundê kêleka me bun. Dinav wande bi navê Apê Mihê mirovek heye. Dibêjin gelekî bi aqil û şarezaye, gelo em herin cem u pirsgirêka xwe jêre bêjin.” Ma yê ko çareserîyekê nebîne, gundî tev li hev dinêrin u dibêjin, “Ê go çareserîyê ji me re bibîne kî bibe bila bibe, emê herin alîkarî jê bixwazin.” Gundî şêwra xwe datînin, tev bi yek dengî dibêjin “Erê” û ji civata gund heyetekê amade dikin, biber gundê cîran re birê dikevin, berê xwe didin mala Apê Mihê yê bi aqil û zana.
Teq teq li derî didin, dengek ji hundurê xanî dibê “Kerem bikin ezbenî werin” Derbasî hundur dibin slava Xwedê dikin, Apê Mihê slava wan vedgerîne bi keyfxweşî, pêşwazî dike wan li ser minderê Botanî dide runiştin. Hal xatir dipirse u dibê “ezê çawa bibim alîkar jibo we.”
Nimînerê gundî dibê Apê Mihê me navu dengê te bihîstîye go bes tû kare bibe alîkar ji me re, u dikeve ber, ji serî heya dawî bûyerê hemî ji Apê Mihê re dibê je, Apê Mihê destê xwe dide ber rûyê xwe bîskekê disekine u dibêje, mevanno pirsgirêka we gelekî hêsane herin vegerin gundê xwe ji bo ga ê we ka ê bixûn berçavkê kesk têxin çavê wan, wê çaxê çi bibînin ê keks bibe wun çi bidne wan ê bixûn. Gundî keyfxweşîya xwe şanî Apê Mihê didin xatir dixwazin radibin berê xwe didin gund, hê di rê de yekî amade dikin bi ber bajêr we da go here berçavkê kesk bîne.
Çend meh derbasdibin. Rûsipîyê gundî, dibê “Rast bu gotina Apê Mihê ji wexta go me berçavkê kesk xistinê çavê ga yê xwe disa emê xwe dixin u hêdî hêdî bi ber qelewbûnê ve diçin.”
Rûsipî dibê, “Divê em rojekê herin ba Apê Mihê u spasîyê xwe jê re bêjin.”
Niha ev mînakek min ji dîrokê da, ev sedsalin em welatê xwe bi Tirka re par dikin. Hê jî nîqaşa me li ser hebûn u tunebûna me ye, ew dibêjin win tunene, em jî dibêjin em hene, ma gelo heya avabûna cîhanê jî tim ev nîqaş be. Serokê Baroya Amedê birêz Sezgîn Tanrikulu dibê “Divê Kurd bi zimanê xwe perwerde bibin”, bersiva Teyîp dibê “Ma li welatê Alman her netew ne bi zimanê Almanî perwerde dibe.” Ji kerema xwe li vê karesatîyê temaşe bikin, me û yek mîlyon Tirkê çûne Alman ji bo xebatê dixe yek tûrikekî. Ayyy ayy!.. Hê jî em li welatê xwe êsîr in. Digel go me welatê xwe li wan par kir. Zilm, zorî, koçberî, bişavtin (asimilasyon) heps û zîndan hwd. xerabî tu car ji destê wan kêm ne bû. Dem dema şîyarbûnê ye em bi peyvê wan neyên xapandin. Werin em tevde herin ba Apê Mihê bera formul ke wek gayê Anadoliyê, lê çawa ji wan gundîyê Turk re dîti bû, em berçavkê ji Teyip re jî çêkin, bera rastîya me qebûl bike.
14/04/2008



Yorumlar (0 gönderildi):
Yorum yaz