Nasname Ozgur Bireyler Toplulugu: Mala minê doktorên Romê (Dr. Renin Berhan Özcan is Mrs. Mengele?) Mala minê doktorên Romê (Dr. Renin Berhan Özcan is Mrs. Mengele?) ================================================================================ Nasname - : on 26 Feb, 2010 03:59:00 Navê nexweş Nazîfe Gul e. Diçe nexweşxaneya bi navê Nexweşxaneya Perwerde û Lêgerînê ya Smyrna (İzmir Atatürk Eğitim ve Araştırma Hastanesi) ku miayene bibe. Baş bi tirkî nikare û dixwaze bi alîkariya kesekê bi xwe re aniye, derdê xwe bêje. Bijîşka tirk Dr. Renin Berhan Özcan hêrs dibe û bi heqaretan jina Kurd dixe der. Doktor li pey Nazîfe Gul diqîre "Ev der Tirkiye ye, her kes mecbûr e bi tirkî bizanibe!". Vê bûyerê di çapemeniyê de cih girt û parlementerekî BDPê (Partiya Aşitî û Demokrasiyê ku nêzîkî Apoyiyan e) bi fermî û nivîskî pirsyar ji mînîsterê tenduristiyê kir, ka dozekê li wê qaşo-doktorê hatiye vekirin an na. 25ê reşemiyê 2010 Nasname