Anasayfa | Kurdî | Mala minê doktorên Romê (Dr. Renin Berhan Özcan is Mrs. Mengele?)

Mala minê doktorên Romê (Dr. Renin Berhan Özcan is Mrs. Mengele?)

Yazı boyutu Decrease font Enlarge font
image Doktorê Naziyan Josef Mengele

Bijîşkeka Tirk ku navê wê Dr. Renin Berhan Ozcan e, ji ber ku Tirkî nizane û bi Kurdî axiviye, pişkîna (miayeneya) nexweşekê nekir. Herwiha doktor xanim dipeke ser nexweş û heqaretan lê dike. Bûyer îcar li bajarê tirkan Smyrna (Σμύρνη, navê wê kirine Îzmîr) pêk tê.

Navê nexweş Nazîfe Gul e. Diçe nexweşxaneya bi navê Nexweşxaneya Perwerde û Lêgerînê ya Smyrna (İzmir Atatürk Eğitim ve Araştırma Hastanesi) ku miayene bibe. Baş bi tirkî nikare û dixwaze bi alîkariya kesekê bi xwe re aniye, derdê xwe bêje.

Bijîşka tirk Dr. Renin Berhan Özcan hêrs dibe û bi heqaretan jina Kurd dixe der. Doktor li pey Nazîfe Gul diqîre "Ev der Tirkiye ye, her kes mecbûr e bi tirkî bizanibe!".

Vê bûyerê di çapemeniyê de cih girt û parlementerekî BDPê (Partiya Aşitî û Demokrasiyê ku nêzîkî Apoyiyan e) bi fermî û nivîskî pirsyar ji mînîsterê tenduristiyê kir, ka dozekê li wê qaşo-doktorê hatiye vekirin an na.

25ê reşemiyê 2010

Nasname

Yorumlar (0 gönderildi):

Yorum yaz comment

Yorumlarınızı aktarırken kişi hak ve özgürlüklerine saygılı olmanın yanısıra, nitelikli görüş ve eleştirilerinizle katkı sunmanızı bekliyoruz. Katkısı olmayan, ilgisiz ve eleştiri sınırlarını zorlayan yorumlar yayınlanmayacaktır.

Güvenlik Kodu: