Lêgerîna Kurdên Demokrat (LKD)
Hinekê dereng jî be, niha li Bakurên Kurdistanê, piştên ewçend xwîn, îxanet û ziyanan, lêgerînên çareseriyê destpêkirine. LKD dixwaze, birînên neteweyî bikewîne, ariya bêyom a li ser Kurdan hatiye reşandin dawşîne. Nasname helbet kê di xizmeta neteweya Kurd de be, bi wan re ye. Fermo belavoka LKDê bixwînin.
Kurd di herêmê de, ji kevn de li ser axa xwe dijîn, fersenda bikaranîna mafên xwe yên ji neteweyîtiyê tê, (mafê çarenûsî jî di nav de) wek miletê dinyayê yên din, ta nuha bidest nexistiye.
Gelê me yê ku daxwazên wî yên sîyasî nehatine bi cîhanîn, bi hezarên sala ne, di bin nîrê zordariyê de hatiye girtin. Piştî avakirina Komarê jî, sîyaseta dewletê ya tunekirin û nepejirandinê ku Gelê Kurd di bin nîrê zordariyê de hiştiye, bi awayekî sîstematîk hatiye meşandin.
Îro “Pirsa Kurd û Kurdistanê” , bi berfirehbûna xwe yî di qada neteweyî û navneteweyî de rojev dagirtiye, pirseke sîyasî ye. Statuya ku Kurdan bi zordarî tê de dihêlin, statuyeke ne huqûqî ye û ne heq e û dijî hemî hêjayiyên ku di pêvajoya dîroka mirovatiyê de bi hevparî hatine pêjirandin e.
- Kurd miletek e û wek hemû miletan xwedîyê bikaranîna mafên xwe yên ji netewebûnê tê ye. Pêdivîya kurdan bi rêxistineke nû ku mafên Kurdan yên hevbeş wek bingeh bipejirîne ku armanca wê desthilatdariya kurdan ya li ser axa xwe be û li gora vê yekê bernameyeke kulturî, civatî, siyasî û aborî bide ber xwe, heye. Lêgerîna Kurdên Demokrat (LKD), li Kurdistanê cîbicîkirina armancên bernameya tevgera neteweyî û demoqratîk dide ber xwe. Li Kurdistanê li gora berfirehbûna gelemperî, birêxistina têgihîştineke sîyasî ji nû ve dihûne û berîya hertiştî, di qada navneteweyi de, bicîhkirina danasîna pirsa kurd ku hatiye şêlûkirin, kar û barê xwe dizane.
- Divê riya berfirehbûna siyaseta kurd bê vekirin û pêşengiya xwemalkirina şêwazên demokratîk ya ji aliyê dezgehan ve bê kirin. Birêveçûna xebat û xwebirêxistina di qada sivîl de, li rê, vekirî demokratîk û aştiyane, girîng e, jiyanî ye. Dema tekoşîna li gora vê yekê dihête birêvebirin, hêjayiyên hevpar yên cîhana hevdem (demokrasî, mafên mirovan, serdestiya dadweriyê, parastina mafên neteweyên kêmhejmar û bazara bazirganiya serbest) wek referans werdigire.
Pediviya Miletê Kurd bi paradîgmayeke nû heye. Ev paradîgmaya nû, divê berevajiyî xwebirêkirinên dema şerê sar; bi rûmetgirtina hêjayiyên gel, tevaya kurdan hembêz bike û ji nûjeniyê re vekirî, guherînkar, têbikoşe ku navenda xebata xwe li ser şêwaza demokratîk bi cîh bike.
Legerîna Kurdên Demokrat, hiqûqa kesayetiyê dike bingeha xebata xwe. Têgihîştina siyaseta ezezî, zorçoyî, kevneşopiya grûbî û siyaseta bi sistayî napejirîne. Avakirina xet û şêwazeke nû ya neteweyî û demokratîk ji xwe re wek peywireke dîrokî dipejirîne da dudiliyê, bêewleyî û tengbîniya dîtinên siyasî ku di nav kadirên siyasî yên kurd de cîh girtiye, li pey xwe bihêle. Kesên di çarçoveya vê hewldanê de cih girtine, yên di amadeyiya tevlêbûnê de ne û hewildanên di ayinde de dikarin tevlê bibin, dê bi bal bêne şopandin û danûstendin bi wan re bihête kirin.
- Li gora mercên îroyî, di zemîneke li rê de, avakirina xebateke siyasî ya vekirî armanc e û bikaranîna zorê weke navgîneke siyasî napejirîne. Divê şêwaza tekoşîna vê avakirinê tekoşîna demokratîk be. Tekoşîna demokratîk; derfetên peydabûna ramanên ku pêdiviya kurdan pê heye û hêjayiyên xurumîne û dezgehên ji ser xwe çûne ji nuve xwe birêsin, derdixe meydanê
Ji bo normalbûna siyasetê, divê siyaset ji zorçoyiyê bihête vavêrkirin. Divê dewlet dev ji sîyaseta xwe ya zorçoyî, ya klasîk ku di bin navê “ewleyiye” de dimeşîne, berde. Ew siyaseta asîmîlasyona zorçoyî û nepejirandin û redkirinê ku li ser însanên me tê tetbîq kirin, yek ji wan şêwazên zorçoyiyê ye. Zorçoyiya, di sîyasetê de, temenê rejîma bi wesayeta leşkerî û hêzên statukoparêz dirêj kir, yê windakir demokrasî û azadî ye.
Konflîkta çekdarî yê ku didome, koçberî, xizanî, asîmîlasyon û valakirina welatê me ji însanan û şikestina kesayetiyê geş kiriye û karê statukoparêzan hêsan kiriye.
- Em demokratîzebûna Tirkiye û pêvajoya Yekîtiya Ewropayê girîng dibînin. Em palpiştiya her pêngavên ku demoqrasî û azadiyan bigihînin astên navneteweyî, dikin û vebûna demoqratîk grîng dibînin. Ji bo bidestxistinên ku di vê pêvajoyê de bigihên ewleyiya huqûqî, pêdivî bi zagoneke bingehîn ya nû, sivîl û demoqratîk heye.
- Ji avabûna Komarê û bi vir de, serjimarên li ser axa kurdan didin xuyakirin ku bişûndehiştin, encama siyaseteke bi zanebûn e. Sedema vê yekê ya bingehîn encama kiryarên sîyaseta tunekirin û nepejirandinê ya desthilatdarîyên navendî ne. Divê bê pejirandin, ku di vî warî de, sedemên bingehîn, sedemên siyasî ne.
Ji bo ku newekheviya aborî ya di navbera herêman de ji holê bihête rakirin, divê kedek ji dil û birêkûpêk bihête dan. Ger bernameyên bipêşketinên aborî, bi pêngavên siyasî re bin, dibe ku rê li ber çareserkirina pirsa kurdî vekin. Reformên aborî bi tena serê xwe, nabin çareseriya pirsa kurd. Em, li herêmê, nêzîkbûneke berfireh ku derfetên aborî, civatî û çandî bipêşdebixin û ber bi başîyê de bibin, girîng dibînin.
- Divê mirov di baweriyên xwe de azad bin, destêwerdanên ji derve û zordarî rê li ber wan negire. Di gel ku tu kes nikare rê li ber jiyana mirovan ya olî bigire, her weha, mafê tu kesî tune bi darê zorê bawerîyekê li wan ferz bike. Ji ber vê yekê azadiya olî û wîjdên mafên bingehîn yê herkesî ne û ev jî bi peymanên navneteweyî hatine misogerkirin. Hema piştî damezrandina Komarê, medreseyên ku navendeke girîng ya bawerî û kulturê ku zana û mirovên olê, bi zimanê kurdî digîhandin, li herêma me, bi destêwerdana dewletê, di encama siyaseta asîmîlekirin û înkarê de, hatin qedexekirin. Azadiya wîjdan û bawerîya olî di gel ku mafekî ji bo aramî û asûdeyîya jiyana civata ye, pêdivîya mirovan bi çavdêriya dewletê heye ku palpiştiya vî mafî bi zagonan bike. Lê belê dewletê berovajiyî vê yekê, bi dest avêtina medreseyan re, dest avêtiye azadiya wîjdan, baweriya Elewiyan, Yezîdî û Xaçparêzan (Ermenî, Suryanî, Kildaniyan), perestgehên wan hilweşandiye an jî qedexe kiriye. Ji çi nîjade dibe bila bibe, em rûmetgirtina azadiya wîjdan û baweriya însanên xwe ji xwe re erk dizanin.
- Divê, bêjêvebirîn, xwebirêxistin, azadiya raman û derbirînê, di çarçoveya pîvanên navneteweyî de, pêkwerin. Di vê girêbendê de; divê hemî astengîyên li ber xwebirêxistina kurdan ya bi nasnameya xwe ji holê rabin.
- Li deverên di bin desthilatdariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, avakirin û damezrandina dam û dezgehên neteweyî, di warên civatî, birêvebirinê û siyasî de, xurtkirina birêvebirina demokratîk û ya herî girîng; li ser axa xwe desthilatdarî û birêvebirina xwe, di dîroka Kurdistanê de, bidesvehatineke dîrokî dizanin û dipejirînin.
Legerîna Kurdên Demokrat (LKD), dê li gora sereteyên li jor rêzkirî, xebatên xwe bidomîne.
Amed, 21ê reşemiyê 2010-02
Peywendî: legerin2010@gmail.com



Yorumlar (1 gönderildi):
Yorum yaz