Nasname Ozgur Bireyler Toplulugu: Bizanibe! Bizanibe! ================================================================================ Dicle - Can on 30 Mar, 2008 11:42:00 Ax yarê, Dengê bahoza rabûyî, camên pencereya min dilerizîne. Gava ku gurmegurma bayê , hesreta te ya ku mirov nikare xwe li ber bigire bi aliyê min ve tîne, hebûna te himbêz dikim. Hêviyên min , yên ku di penceya êÅŸê de û bêwext, xwîn ji wan diherikin. Û welatê min& Xakên welatê min yên ku di bin potînên dagirkeran de tên xesandin. PaÅŸê, çavên xwe, bi tarîya ÅŸevê ya ku li derve diherike dinoqînim. Ba, laÅŸê min diqerisîne. Nikarim binivim. Li te difikirim& TiÅŸtên ku dizanim, ji ber çavên min bi ahenga pêÅŸbirkeyekê û li pey hev û din, diborin . Bi çirandina bêdengîyê, dixwazim biqîrim ku - Tu ya min î! Dema ku difikirim, ezê te ji bo pêÅŸerojê çawa ÅŸîrove bikim ? Tu ya min bûyî, dema ku zarokên welatê min bi mistên bêtawan di xew re diçun. Dema ku min te miz dida, weki kû ez wan miz bidim. Û dema ku te min, bi mizdana porê min aramî dikir . Tu ya min bûyî! Dema ku min ava jîyanê ya ku ji bedena te dadipelîya daduqurtand. Û gava ku ez bi wê tamê ji nû ve vedijîyam, ku min hezkirina te di dilê xwe de zêdetir dikir. Û yarê, di dema keskahîya çavên te yên ku weke berfînên di bin berfa çiyayê Munzurê de ÅŸîn dibin , bihara ku di nava min de ÅŸîn dikir, tu dîsa ya min bûyî! Welatê min bûyî. Min got ku tu welatê min î, û pêÅŸeroja min î... Gelek destpêkên min hebûn, Ku bi te dest pê dikirin... Û ji ber vê yekê yarê, min pala xwe da perwaza pencereyê û bang li Xwedayên nas, kir ku bêne li ser rûyê erdê. Bi xwe re nedîtin, bê minet hatin. Bêzar nebûm, min qala te kir ji wan re. Çavên te... Bêhna te... Û xewnên min, yên bêfihêt, ku nikarin bên qedexe kirin. Û pêÅŸerojên welatê min, yên ku bi berbangên azad ve xemilîne. Alaya me, ya ku bilind dibe... Di ÅŸevên bêdawî de, hemrazên min bûn... Bi min re girîyan, ji bo evîna min ya bêçare. Û bi me re hêvîdar bûn, ji bo nexÅŸeya xaka Kurdistanê ku di asoya cihana me ya pîr de xuya dike. Guhdarî kirin, bi zanebûn... PaÅŸê, ez guhdar bûm. Li ser erna dengê bahozê! Yên ku dê biqewimin... Bi usûl di guhê min de pispisandin. Êdî dizanim ku dem, wê di tama stranekê de biherike. Bizanibe! Gava ku gotin ji rêzeyan dirijin, dibe ku bi milyon caran guhdarîya heman melodîyê jî bikim Lê! Ez ê li pey hêviyê bim ku, hezkirina te û ya welat mezintir bikim. Bêyî kû mûrîyekê jî biêÅŸînim. Nivîskar: Dicle Can Wergera ji tirkî : Boran Botî Wêne : http://www.britannica.com/ebc/art/print?id=8609&articleTypeId=1