Anasayfa | Kurdî | Anarşîîîîîîîîîîîîst!!!!!!

Anarşîîîîîîîîîîîîst!!!!!!

Yazı boyutu Decrease font Enlarge font
image

Selim Acar Fîlmekî, di derheqa daliqandina sê şoreşgerên tirkan Deniz, Ömer û Sinan de, di televiziyonek tirkan a Atv ê de nîşan dida, wî fîlmî bala min kişand, ji ber wê yekê min li wî temaşekir. Bayekî nostaljîk da ser min.

 

Ez bi huş û hestên xwe çû demên 70-yî. Di wî fîlmî de, weşanên tirkan ên dema 70-yî de, ji bo şoreşgeran gotina, “anarşist” bi kar tanîn, ji bo kurdên şoreşger jî digotin “Anarşist û cudaxwaz”. Ev gotina yan jî têgeha ‘anarşîst’ ji bo min, nifşê min û cîlê berî min, ango ji bo kekên min, ne têgehek nû û pirr ecêb e! Dema 80 î de her generalekî artêşa tirkan yan jî, her rojnemavanekî sîstema wan dema devên xwe di derheqa me de vekirana, ji bo me digotin, “Anarşist” , “xaînên welat”. Sal hatin û derbasbûn, di salên 90 î de, di şûna bêja “anarşist” a “terorist” girt. Êdî bêja “anarşist”ji bazarê wenda bû. Lê moda  vê bêjê (terorist) hîn di weşanên dewletê de kev ne bû ye, hîn jî mode ye.... Wê dem were, ew ê jî bive cîrok! Em bijîn, em ê wê cîrokê jî ji nebîyên xwe re bêjin.....

Dema min li Filmê “Bîne bîra xwe, evîna min”  temaşe kir; fîlmê Atv û li wî filmî de pêla bêja ”anarşist” li perda guhên min xist û roja 1 ê meha adarê ya 2008 an de tiştekî bi ecêb anî bîra min û dixwazim vê ya bi we re payê bikim. Nîro bû, min aliyakî bi kurê xwe yê biçûk re dilîst û aliyê din jî li Roj-Tv ê gohdar dikir. Êrîşa artêşa tirkan a li himberî Başûr dawî hati bû, yan jî leşkeran xwe başde vekşandi bû û rojnemavanekî bi navê Reşad Sorgul di derheqa êrîşê de şîrove dikir. Ji ber ku şîrovên wî tişkî nû tê de tune bû ne pêwist bû merov pirr bi dîqat gohdar bikira. Lê min  li wî gohdar dikir ji ber ku kurdî ya wî ji ya geleka yên ji xwe re dibêjin ”rojnemevan” a Roj tv ê baştir û zelaltir bû. Zêdetir, min ji bo kurdî ya wî, li wî gohdar dikir.

Reşad Sorgul di nava peyvên xwe re ji artêşa Tirkan re got “anarşist”. Bi vê gotina wî re hiş û hizrên min çû demên 70 î û 80 î de ku generalên wê artêşê ji bo me şoreşgeran digotin “Anarşist”. Ji ber ku civata wan civatek paşdemayî û cahîl bû, dikanîbûn bi hêsanî civata xwe bixapandana û ji her şoreşgerî re bigotana “anarşist”. Anarşist baskekî ramanên çepîtî yê ye yên ku deshilatî ya dewletê, forma wê çi dibe bila bibe, wê qebûl nakin. Ew li dijî her şêwên deshilatîyênin. Ez zêde li ser bêja anarşîstî yê ranewestim, ji ber ku yên vê meqala min bixwînîn, her kêm qasî min dizanin bê ”anarşizm” çi yê. Ya xerîb û ecêb ev bû ku rojnemevan Reşad Sorgul dikanî bû ji bo artêşa tirkan bigota “artêşek anarşîst”. Her çûqas di vê dema em têdenin têgihiştina têgehan pirr tevlihev bû ye û herkes gorî dil û xwestina xwe wan têgehan ku bingeha ramanênin, di cîhde û ne cîhde dixebitînin ji ber wê yekê raman jî êdî bê ser û bê bin bûnin. Dema xwendivan mafê xwe yê rexnan bixebitînin  û nezanî û çewtîtyên wan li rûyê wan bixe; ew ên jî zêde cesaretê nestînin, berî gotina xwe bêjin an jî binivîsînin wê du cara bifikirin û paşiyê wê gotina divê bi kar bînin wê wê bixebitînin.

Ez di vê nivîsandina xwe de vî mafê xwe yê rexna dixebitînim. Deqîqakê bi dîqat rawestin! Rojnamevan Reşad Sorgul qîma xwe hew bi artêşa Tirk “artêşek anarşîst e” neanî û li xwe verqilî, li xwe hayî  bû ku “anarşist” têgehek hinekî zahmet e, xwest vê bêja bi eslê xwe ne bi kurdî ye bi kurdî, wê îzah bike, got: “Anarşîzm yanî bêarî ye”! “Ar” jî ne bi kurdî ye. Û ew li wir rawestiya. Ji wî heye, wî têgeha yan jî  bêja “anarşist” îzah û şîrove kir û wacibê xwe bi cîh anî. “Ar”bi erebî ye ku em “ar” a erebî bikin kurdî, ew “ar” “ namûs” e. Îja Anarşîzma Reşad ê rojnemevan bive xur kurdî: “Anarşizm bê namûsî” ye. Hûn tê gihiştin bê çûqas rojnemevan ê “me” têgehan di cîh de û bi zanisteyî dixebitînin? Ku anarşîstên di dema 30-î de yên li dijî artêşa Franko yê faşist li îspaniya yê bi qehremanî şerdikirin bi guhên xwe li Reşad Sorgul gohdar bikirana,  bê wê çûqas êş bi hestiyên wan biketa. Bê Anarkosendikalistên Awropa yê ku bi mêrxasî li dijî sermaye têkoşînê didin û bi kurdî dizanîban, ewên çuqas  şaş û mat bimanan.......way li min ê!

Ez carna ji xwe re dibêjim, em çûqas di rewşek xerab û kembax denin! Ne hew ramanên dagerker û mêtingehan, mejî yê me dagir kirinin, zimanên me jî, bêjên me jî kirinin wek ê xwe. Ku ew ji me re bêjin ”anarşist”, divê em jî rêyekê bibînin ji wan re bêjin “anarşist”. Ku ew ji me re bêjin “terorist” dibê em jî vêya ji wan re nehêlin û  ji wan re bêjin “terorist”!. Mîna zarokên li kolana ji hev re çêra dikin. Ma gelo çi bi peyva dagerker û koloniyalîst hatiye? Ev êdî bû ye bivekê!!!

Yorumlar (1 gönderildi):

Selim Acar .. 07 May, 2008 02:09:35
avatar
Îro (6)şeşê gulanê ye, roja daliqandina (3) sê şoreşgeran e. Beri 36 salan, ew hatibûn daliqandin. Di nivîsandina xwe de, ya min rexne li rojnemevanekî kurd kiri bû, ji ber ku wî bêjeya anarşist (anarşizm) pir çewt bi kar anî bû, wek xwendinvanekî û gohdarvanekî min mafê xwe yê rexnê bi kar anî bû. Xwestina min ku xwendenvanên kurd aktîfbin, ne tenê tiştên tê nivîsandin, daqûrtînin, dikanibin nivîsarên kurd jî, bi rexne û pêşniyarên xwe kontrol bikin; bi pêşniyarên xwe têkilyan bi nivîsaranra re deynin.

Ji bo ku têbighêjim, bê çûqas xwendinvanên kurd aktîvin, min ji wan her sê şoreşgeran, ji wan paşnavê du kesan çewt nivîsand û bi hêvîya wê rexne ji min re werin, rawestiyam. Nêzî yek meh buhurî lê mixabin yek xwendenvanî rexnên wan ji bo min çê nebû.

Çima? Ya ew nivîsandina min ya bi sernivîsa ”Anarşiiiiist” nehatiye xwendin; ya hatiye xwendin lê bala tu kesî ew çewtîtiya pir vekirî, nehatiye kişandin; yan jî xwendina nivîsandina min ciddî nestendinin. Sedem çi dibe bila bibe; divê xwendinvanên kurd zêdetir giraniya xwe dînin û nivîsarên kurd zêde têxe bin kontrolê ji bo ku berhemên baştir û bi fêdetir derên holê.

Ez paşnavê wan şoreşgera bi şêwa rast dinivîsînm: Deniz, Aslan û İnan in.

Ps. Min plana vê ceribandina xwe ji nivîskarê nasnamê birêz Akkoyun re kiri bû

Yorum yaz comment

Yorumlarınızı aktarırken kişi hak ve özgürlüklerine saygılı olmanın yanısıra, nitelikli görüş ve eleştirilerinizle katkı sunmanızı bekliyoruz. Katkısı olmayan, ilgisiz ve  eleştiri sınırlarını zorlayan yorumlar yayınlanmayacaktır.

Güvenlik Kodu:

  • email İlet
  • print Yazıcı versiyonu
  • Plain text Düz Metin
Puanlama
0